|
Jiyanname
Sala 1958 tan de li gundê Musika herêma Merdinê
hatiye dine. Bavê wi dengbêjekî di herêmê de
naskiribû. Zarotiya xwe li civata bavê xwe, li
ber stran û serpêhatiyên Kurdi derbaskir û ev bû
sedem ku bala xwe bide denbêjiya Kurdi…
Cara yekem radihişte bastonê bavê xwe û bi dev û
lêvên xwe denge tembûrê derdixist û bi vî awayi
hesreta xwe ya denbêjiyê diani ziman. Pişti
demekê pêlava xwe da çerchiyekî û tutuk
(bilûr)ek ji xwere kirî. Êdî amûreke wi muzîkê
hebû. Sibê heta evaran li trutukê dixist.
Dema ku dest bi dibistana
sertayîkir,mandolin,flut û tembur ji nêzikve
dit. Taliyê Brader bi israr tembureke bi brayê
xwe yê mezin dide kirin û bi xwe hini tembure
dibe û heta roja iro berdewamdike hunermendiya
Brader..
Dibistana seretayi û navin li herêma Merdin ê di
xwine.Liseya tandurist li bajarê Wan ê di xwine
lê nikare bi qedine.
Ji ber xebata xweyi muzikê dikeve zindan a Wanê
û 3 meh û nivan ceza destine.Pisti ji dibistanê
derdikeve mudurê dibistanê wi saleke ji
dibistanê bi dur dixe.Helbesta xwe ya yek1e li
zindanê chedike.Hima bêje cara yekem roja ku ji
zindanê derdikeve li dibistanê konsera xwe ya
balkês dide hevalen xwe yen dibistanê.U radi
hêje tembura xwe berê xwe dide malaxwe.
Jiyana Brader û dibistan zêde lihevdu
nedikirin.Sinor hebun.asteng hebun,qedexe
hebûn.Ewijî,ji van tistan heznedikir.Ji azadiyê
hezdikir.Li ser buyeren ku herdem li dibistanê
cedibun gelek car ji dibistanê hat bi durxistin
û sorgunkirin.Lê disa ji car salan dibistan
xwend lê dema cunta 12 ilonê hat,bi temami destê
wi ji dibistanê hate qutkirin.Chare nema bû.Weka
herkesi riya xeribiyê ango ewropa li pêshiya
brader bu jî.
Brader ji sala 1986 an de li Holanda jiyana xwe
berdewam dike. Heta niha 10 album 1u
sêlikek(plak) chêkiriye.Ji %80-90 stranên xwe bi
xwe chêdike. Xwe di nava strana dengbêji û nûjen
de mina pirekî dibine.
Niha amadekariya albumeke nû dike.
Di gelek film û rêze filmande ji li gel
produktionên Kurd û Holandi leyistiye.
Weka li Medya TV de,dengê defê,,kolanên xeribiyê
û De Jonge Die Niet Mer Praten,Van Godlos.U niha
ji di xebatek nu ya filmeki Holandi deyi..
Brader li gel xebatên muzikê û sinema xebatên
wênekari ji dike.Gelek caran li malper û
rojnameyan de nivis û mekaleyên brader hatine
weshandin.
Pisti 18 de salan cara yeke sala 2004 de
vegeriya welat.Li sernaserê welat de nêzi 30-40
konseri daye û stranen xwe bi gelêxwe re bi
coshek mezin parvekir.
Albuma tali di 2005 de bi navê PÊPÛLÊ derxistiye
pêshberî guhdaran.
Ev saleke ku brader li gel Produksiyonek Holandi
u aktora bi nav u deng Adelheid Rossen karê
shano û muzika sano dike.Brader di vi karide hem
kaleki sembolize dike u hem muzika zindi
cêdike.heta niha li 70 deveri sahne girtine û
demek nêzikde dixwazin herin Amerika jibona
turneyeki nu jibona 3 hefteyan.sezona pêsiya me
carekdin li Holanda wê derkevin pêsberi
temasevanen xwe yen shano. |