Destpêk
 Jiyanname
 Albûmên Muzîkê
 Helbest
 Albûma Wêneyan
 Kontakt
 

 

 

Malpera Hunermendê Kurd Îsmet Dax,

Kurteçîroka jiyana İsmet Dax


Di sala 1965 an de, li Dêrika Çiyayê Mazî ya girêdayê bi Mêrdîn'ê ve hatiye dunê.
Dibistana seretayî, navendî û amadeyî, li Dêrik'ê xwendiye.

Hêj di zarokatiya xwe de, bi mûzîkê ve mijûl bûye û li dibistanê de, di gelek şev ên çand û hunerî de derketiye ser dikê.

Wê demê gelek hunermendên bi navdar weka Erdoğan Yapıştıran û Turhan Yapıştıran jî, jê re li saz dane.

Jiber ku wê demê kurdî qedexe bû, Îsmet Dax wê çaxê helbestên xwe bi tirkî dixwand.

Ji ber gelek sedeman, di sala 1984 an de, ji welat dêrket û hat bajarê Ezmir'ê' (izmir) bicîh bû.

Di sala 1990'î de, bi navê Koma Tûrcel, komeka muzîkê damezirand.

Bi navê Koma Tûrcel, nêzîkî sê salan li Ezmir'ê, tevî şahî û dîlanên Kurdan dibe.

Piştî avabûna NÇM’ê (Navenda Çanda Mezopotamya) şaxa Ezmîr'ê, 1993 an de,ew û du keçikên xwe derbasî NÇM’ê bûn û wan li vir dest bi xebatên xwe kir.

Nêzîkî çar sala ne, ew û gelek hevalên wiyên hunermend liser navê NÇM’ê tevî şahî û şevên gelê kurd bûn.

Di sala 1997' an de, wî û sê hevalan (Xafûr, Feyrûzşah özer û Welat özer) komeka muzîkê, di bin baskên NÇM şaxa Ezmîr'ê de, bi nav ê (Koma Jiyana Welat) avakiririn.

Ji ber gelek sedem û pirsgirêkan, bi biryar û daxwazên kargeriya NÇM’ê, 14-04-1998 an de, Wî xebatên xwe ji dervayê NÇM’ê domand.

1999' an de; wî albûma xwe ya yekemîn, bi navê (Dewra Mêhdî hat) amadekir û ev kaset ji hêla Medya Mûzîk ve hate belav kirin.

Ev kaset ji donzdeh helbestan pêk hatibû, gotin û mûzîk ji aliyê Îsmet Dax ve hatibû amadekirin.

Her wiha Îsmer Dax gelek helbest û muzîk dan hunermendên Kurd.
Niha jî albûma wî ya duda amade ye!..

Îsmet Dax liser xebatên xwe yên çand û muzîkê berdewam dike
Hunermend Îsmet zewicîye û pênc zarokên wî hene.

Hunermend Îsmet Dax niha li Îzmîrê dijî û dikanek wî ya liser firotina kaset û cd’yan jî heye.

 Webmaster

Ev Malper ji hêla Grûba KurdWebê ve bo Hunermend Îsmet Dax hatiye diyarîkirin - www.kurdweb.com - kurdwebmaster@yahoo.com