Silav û rêz gelî xuşkû birayan! Despêkê de ez spasiya PKE dikim, ji boy ku konferansek wiha amade kiriye. Duyem spasiya we hemî beşdarên konferansê dikim ku hun ji dûr û nêzîk ve we gelek zehmet kişand û hun hatin vê civînê. Ez dixwazim pirr bi kurtî biaxivim, lewra em nahatine vira ji boy ku em edebiyatê perçekin an jî slogana bavêjin ku ji me re çepika lêxin. Jixwe îcabê slogan û çepika jî tuneye. Îro problem û çareseriya pirsa kurd ya sedsale carek din di rojevê da ye. Li pêşîya me du rê hene. An serkeftin an jî Lozana duwemîn. Berî derdorê sed salî dîsa wiha carek li me qewimî û me ew firsendana bidest nexistin û bi peymana reş ya Lozanê welatê me kirin çar parçe û em man esîr di bin destên dagirkiran de. Wek em hemî dizanin ku di siyaseta Bakurê Kurdistanê de valahiyek heye! Ev valahiya jî ew e ku em hêz û rêxistinên Bakur nikarin werin cem hev û bibin dengê gelê xwe. Lê me hemiyan vê baş fêm kiriye ku; 1- Tu hêz bi serê xwe nikarê welatê me rizgar ke, hêz çiqas mezin be jî, heta sed car bi qasî xwe mezin be jî dîsa nikare. Her wiha tu xwediyê îdeolojiyek jî nikare welat rizgar bike. Vaya bi deh sala ye ku hatiye ceribandin. 2- Rewşa cihanê ya îroyî, barbariya dagirkira, rewşa me kurda, îro me mecbûrî yekîtiyê dike. Dijminên me, dagirkerên welatê me vê valahiyê baş dizanin, lewra ewqas bi barbarî êrîşê ser Başurê Kurdistanê dikin. Îro dewleta tirk me 30 milyon kurdên Bakur tiştek nahesibîne, loma heroj li nava çavên me dinhêrin û pirr vekirî dijminiya Kurdên Başur dike!.. Du heb nexweşiyên me hene; yek ezîtî û ya duduya jî çavnebartî ye. Di ezîtiyê de herkes dixwaze şexsiyeta xwe, an jî rêxistina xwe pêş xê, berjewendiyê şexsî û rêxistinî di ser berjewendiyê milletê kurd, di ser berjewendiyê welat ra tê girtin. Vaya nexweşîkî xweser e û gelek nebaş e! Ezîtî ku di nava rêxistinek da, an jî di hinek şexsan da hebe, dibe sedemê pêşveneçûyîn û nexwirtbûna rêxistinê, her wiha dibe asteng boy hevkariya bi rêxistinên din ra jî. Çavnebartî jî hem xwe di hinek kesayetiyên Bakur hem jî di hinek rêxistinan da xwe dide diyarkirin. Ku em nikaribin bi serê xwe karekî qenc bikin ji boy welatê xwe, mixabin em naxwazin hinekên din jî bikin, boy wê ye ku pirr caran di civînan da tê gotin ; “bila filan hêz ney nava me, bila filan kes nebe berpirsiyarê me,” uwd. Bi rastî em pirr mezin diaxivin lê bi tiştên pirr biçûk ra mijûl dibin! Ya girîng ew e ku hêza kurd pêşkeve, kî pêşve bixwe divê em hemî destek bidinê, ne ku jê re astengî derxin. Çare yekîtî ye! Wek tecrubeyên berê jî me baş fêmkiriye ku bê yekîtî pirsa me çareser nabe. Wê çaxê divê çarçova PKE bê fireh kirin ku hemî rêxistinên kurda tê da cîh bigrin. Rêxistin û hêzên siyasî bilî mecbûrê endamîtiya PNK-Bakur, Dem-Kurd an jî Însiyatifan bibin, bila bi serê xwe bikaribin bibin endamê PKE. Kesên serbixwe bila binhêrin kijan hêz û rêxistin nêzîkî baweriya wan be, bila di wir de cîh bigrin. An jî kesên bi bîr û bawerî nêzîkî hev in bila xwe rêxistinî bikin û di PKE de ciyê xwe bigrin. Kes an jî grubên ji hinek hêzan diqetin bila ewana jî xwe rêxistinî bikin û di PKE de ciye xwe bigrin, ne ku her şexs an jî rêxistin rabin û bixwazin tiştek nû avabikin û daxwaza serokatiya hemî kurda bikin!.. PKE firsendek herî mezin e boy me kurdên Bakur, lewra bi kar û keda gelek mirovên welatparêz û bi zehmetiya demek dirêj ancex hatiye rewşek wiha, pewîst e em vê Platformê xwirt bikin, ne ku em bêjîn “paltform karê xwe baş nake, de em vê xirav kin û yeka din saz kin!..” Va bû çend car hêzên Bakur wiha dikin. Wê yekê sazkin çend meh şûnve xirav kin û yeka din avakin!.. Temenê me bi sazkirin û xiravkirina rêxistinan qediya. Bila kes li pey hesabê biçûk nebin! Em dev ji hesasiyetên xwe berdin, bila kes bi hesasiyetên xwe pêşî li xizmeta di rêya welat da negre! PKE firsendek mezin e ji boy me, em ji dest xwe dernexin. Ji duh ve em dinhêrin ku endamên PNK-Bakur û Platformê rexne li ser saziyên xwe dikin! Gelo gazina ji kê dikin? Ger xebata PKE baş nemeşe gunehkar dîsa endam in, çima kar nakin? Gelo sûcên xwe dikin sitûyê kîjan rêxistinan? Va cara yekem e ku ewqas hêz, rêxistin û şexsiyetên kurd hatine cem hev. Pewîst e em xwe zêdetir xwirt bikin, PKE pêşve bixin, ger kêmasîyên PKE hebin, em wan jî temam bikin, ne ku vê xiravkin û yeka din saz kin. Em destek didin PKE û evê pêwîst jî dibînin. Îro gel dizane ku ewqas hêz û rêxistinên Bakur civiyaye, her çiqas em ji xwe pirr bi hêvî nebin jî, hêviya gel ji me heye, gerek em hêviya gel neşkênin. Ger em bixwazin dijmin, cihan û Yekîtiya Ewropa hesabê me bigrin, divê em karek hevkarî bikin, yekîtiya xwe çêkin. Îro wek em hemî dizanin ku pirsa devleta tirk û Yekîtiya Europayê heye. Ger em vê carê jî xwe nekin teref, bê deng bimînin, vê firsendê jî ji dest xwe derxin, wê Lozana duwemîn carek din bi ser me da were û bi rûreşî di diroka kurd da ciyê xwe bigrin!.. Îro roj ne roja slogana ye, werin em dest bidin hev, welatê xwe azad bikin dûvre bihev re bêjin; bijî Kurd bijî Kurdistan. Spas boy guhdarî kirina we û bi silav û rêzên me! 26.02.2005 M.Nureddin Yekta |