Gelo em çi binvîsînin?

Berî çend roja min nivîsek di derbarê kongra camêreki de nivîsîbu. Bo vê nivîsê gelek mail hatin û hinek jî, ji min gazin dikin. Heta xwediyê kongrê jî dibê “min şaşîtî kir, lê ku tu dinvîsînî, tu jî şaşîtî diki.” Belku rast be jî, lê hun bawer bin armanca min teşhîr an xirav kirina hin kesan nîne. Xaya min sirf ez bîranînên xwe binvîsînin. Bê îrade jî, hinek nav wê derbas bibin, lê ezê hewl bidim ku navan vekirî nenvîsînim, bila dilê kesî jî nemîne. 
Hin camêr dibên “gelô êdî tiştek di tûrê te da nemaye ku te dest avêtiye bîranîna?” Bi rastî di tûr de pirr tişt hene, hin tiştên wisa hene ku ez binvîsînim wê erd biheje, lê hêj dem nahatiye, roja dem were ku ez jî sax bim, ezê hemiyan binvîsînim.
Ez dizanim bîranîn wê xweşî gelek kesan ney, lê di her bîranînek min de miheqeq fêdekî bu ciwanên me heye. Jixwe ez jî bo wan dinvîsînim ku ew jî wek min bi gelek kesan nexapin û nekevin xisarê!
Ku tu rastî binvîsîni wê gelek ji te aciz bin, lê gelek kes jî, jê fêde bibînin. Pirr dostên te belku ji te bixeyidin jî, bo ku pûşên wan dertê hole. Belku kevira bigrin êrîşî te jî bikin, wek ku dibên:
“Welîkî ji ewliyan jiber rastgoyîna xwe xelk lêdixin û ew jî direve. Di taxek de derbas dibe, jinek li ber derî sekinî bûye, dipirse û di navbera wan de ev suhbeta derbas dibe
– Lo bira gelo te çi kiriye ku ewqas kes li pey te ne, kevira davên te?
– Ka ez çi bikim xuşka min, ez rastiyê dibêm loma kesek qebûl nake. Xweşê wan naçe û kevira davên min.
– Wî birawo, gelô mirov bo rastiyê jî xwe aciz dike. Jixwe mirov gerek rastiyan bêje.
– Na xuşka min, rastî tal e, ku ez rastiyê bêjim, tu yê ji kevira bavêjî min!
– Na bira welle ez, ji rastiya aciz nînim.
– De baş e xuşkê, va bû sê sal mêrê te miriye û way tu jî bi hemle yî, te ve zaroka ji kê peyda kir?
Jinik ji vê gotina rast gelek aciz dibe û xwe xwar dike ji erdê kevirek bilind dikê û davê welî. Ser da diqêre:
– “Lêxin va boxtana bi mirov ve tîne, berî mêrê min bimre ez bi hemle mabûm, jiber mereq û jariyê dergûş loma  3 sal ma di zikê min de!..
Ez dixwazim dîsa liser mijarê pêkenîkî jî binvîsînim. Dema ez li Vartoyê îmam bûm. Di merkezê de hevalkî me jî hebû bi navê Mela Ebdurehman. Carnan ew dihat camiya min û carnan ji ez diçûm camiya wî, me ji cemaetê re suhbet (weez) dikir. Rojekê min got “Seyda dema tu liser kursî diaxivî, tu li çavên cemaetê nanhêrê, berê te li jor e, çima?”
Mela Ebdurehman got “raste, ez naxwazim li çavên millet binhêrim û biaxivim, lewra vira mizgeft e, ez behsa diziye dikim bala xwe didimê çend diz rûniştine, ez behsa qabiyê dikim dinhêrim çend pûşt li wir sekinîne, rastî ez behsa çi xiraviyê bikim, dinhêrim xwediyê wan way rûniştine guhdariya min dikin û li çavên min dinhêrin, aha bo vê ez naxwazim ez û wan bên rûyên hev û ez li banê mizgeftê dinhêrim û dibêm, bila herkesek bo xwe hiseke bigre.”
Îja ezê jî binvîsînim, bawer im di nivîsa bîranînan de gelek fêde hene.
Bi hêviya bi dil safîtî em bixûnin.
Bi silavên biratî
M.Nureddîn Yekta
2007.08.03
 

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir