Albûma Zozanê û du helbest

Destpêkê de ez dixwazim silav û rêzên xwe pêşkêşî xwendevanan bikim û derbasî mijara nivîsê bim.
Beri 4-5 salan Hunermend Zozan Xanim û dayika xwe hatibûn mala me. Di esnayê suhbetê de got ku dixwazê albûmekê derxê, lê helbestên wê dixwestin kêm bûn. Bi vê minasebetê jî, çend helbestên min jî girtin. Derdorê salekî ye ku albûma wê derketiye, lê di helbestên min de pirr guhertin çêkiriye. Bo min ewqas girîng jî nîne, lê gelek kesan telefon kirin, an mail şandin û gotin ku wek Zozanê stran gotiye mirov dibê qey ku hinek gotin ji helbestên xelkê hatine dizîn, herwekî “dilê min zare zare” ku rêzek ji helbesta Şivan e, di strana Leyla’yê de dibêje!.. Ha bo vê yekê min hewceya bi nivîsekê dît. 
Bi rastî ez ne mirovek hunermend û ne jî helbestvan im, lê di xortaniya xwe da min jî, wek hinek hevalan hinek minemin dikir (nexwe helbest digotin) û van helbestanan bi tipên erebî dinvîsî. Berî 9-10 salan jî, min ew helbestana wergerandin tîpên latinî, lê min dest neda orijînaltiya helbestan. Lewra dema tu yek bêjeyek ji helbestê biguhêrî mixabin wata wê helbestê ji binî xirav dibe. Wek mînak ez bêjim, min di helbesta xwe ya “Yar bûye jarî” de gotiye: “Dimrim ji derdê wê kewa durû ye,” Lê Zozanê wiha guheriye: “Dimrim ji vî derdî min yar nediye”
De îja ferqa navbera nedîtina yarê û durûtiya yarê çiqas heye, wê xwendevan bizanin.
Dîsa wekî ku min gotiye; “Min pirr kişand ji destê van dost û yaran,” Lê wê gotiye: “Me gelek kişand ji destê wan neyaran“ 
Bi rastî tu eleqek neyaran û vê helbestê tevî hev tune. Lê çi ku van salan hima stran û helbest hemî bi bêja neyaran hatin xemilandin, ez bawer im Zozan jî di wê hewaye de maye!..
Kişandina ji destê neyaran (ha neyarên kesayetî dibin, ha neyarên gelîtî dibin) ewî her kesek dizanê, lê kişandina ji destên yarê an dost û hevalan, an eqreban tiştek cuda ye, ewî ancex ew kesên dikşinin dizanin
Liser daxwaza hin heval û dostan min hewcetî dît û şirovek bi kurtî nivîsî. Nivîs ne liser rexnekirina Hozan Zozanê ye û ne jî aciz im, heta spasdar im bo wê ku çiqas guhertin çêkiribe jî, way di binê helbestê de nivîsîye ku helbest yên min in, mixabin gelek ji nexwe hunermend û helbestvanên me hene û di hin televizyonan de jî dertên, him stranên mirov didizin him jî navê xwe di bin de dinvîsînin!..
Bo vê jî, gelek kes hene newêrin helbestên xwe di malperan de biweşînin. Lê min xem nîne, hemî nivîs û helbestên min liber çav in û diyariyê gelê min e, kî didize lê helal be!.. Bes guhertin û nav jî dimîne li hêviya şexsiyeta wan û şîrê wan vexwarî.
Helbestên min bi awahê orijinaltî û bi awahê ku Hozan Zozanê gotiye li jêr in. Bo helbest û nivîsên min yên din xwendevan dikarin li malpera min ya şexsî www.mnyekta.com binhêrin.
Bimînin di xêr û xweşiyê de
M. Nûreddîn Yekta
—————————————— ——————————————–
Wek Zozane gotiye:
Heware
Heware ax li mim heware!
Min ne sibe ne êvar e!
Qêrina min çû esmana
Dilê min zare zare
Dil cîgerêm hat xware
Min ne zar e ne zima ne!
Kes bi derdê min nizane!
Hiş û aqil serêm çû
Kul û birînêm derbûn
Dunya li ber çavêm reş bû

Janek daye dilê min
Wê çawabe hale min
Ber ku tu dûrî ji min
Bê te nayê xewa min
Bê te nayê sebra min
——————————
Digerim nabinim
Digerim nabînim yara min li ku ye?
Kes jimin napirse halê te çiye?
Dimrim ji vî derdî re min yar nediye
Xewê şevan uy li min reviye.

Nabînim wê yarê halêm pirr xirab!
Min kişandî li wê dunyayê hezar ezab
Tu min xilas bikî ji vî halî ya Rab
Xwarin û vexwarin li min bûye wekî jar
Ez ji dil dinalim wek her caran
Me gelek kişand ji destê wan neyaran
Rojên xirav şûnve neyên qet tu caran
Naxwazim bînim bîra xwe jiyanek wekî jar
————————————- ———————————
Orijînal:
Heware
Heware ax li mim heware!
Min ne sibe ne êvar e!
Hiş û aqilê min nema!
Hundirê min hatî xware!
Min ne zar e ne zima ne!
Kesek derdê min nizane!
Zarîna min çû esmane,
Çi bikim dîlber bê wijdane!

Ev çi jane da dilê min!
Ka wê çawa be halê min!
Erd û esman tev di girîn!
Ku tu na ê ber çavê min!
—————————-
Yar bûye jarî

Digerim nabînim yara min li ku ye?
Kes jimin napirse halê min çiye?
Dimrim ji derdê wê kewa durû ye,
Xew li min heram e, roja min bû jarî.

Nabînim koçerê halê min pirr xirab!
Daye min îsal wê hezar û yek ezab,
Vî Nûro yê reben Tu xilaskî ya Rabb!
Vexwarin heram e, xwarin bûye jarî,  

Min navê perîşan bim ez wekî caran,
Min pirr kişand ji destê van dost û yaran,
Wê çawa be halê dilbirîndaran?
Naxwazim bila ney yar bûye jarî!

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir