Kurdên bûne potikê bênimêjiya Tansu

Xwendevanên hêja li min bibuhirin jiber vî sernivîsa han, lê bi rastî car heye ku kêr dide hestî û navek din, an jî bêjeyek din nay eqlê mirov, ku mirov binvîsîne. Ez nizanim gelô wê çi dem kurdên li derê xelkê, wanên liser sergoyê xelkê diqîqin, an jî wanên li ser sergoyê xelkê dizûrin wê li xwe xweyî derkevin? Wê heta çi demî wiha bêşexsiyet û bê miriwet bimînin? Ma gelô hêj dem nahatiye? An wan însanana zimanê tirkî fêm nakin? Min got belku bi zimanê tirkî fêm nakin an jî çêr û dijûnên tirkî li wan tesîrê nake, ez bi kurdî binvîsînim dibe ku li wan tesîrê bike û hay ji xwe hebin, lewra gotinên kurda jihev re pirr zor û giran tên!…

Ez çi bêjim bi qurbana xelkê bin yên wisa!.. Dibên mirovekî li çiyê bi guhê gayê xwe yê zexel girtiye kaşkiriye biriye serê tûmekî û gotiye „tu bi qurbana gayê deştiya bî, tu nabînî çawa cotdikin, kardikin tu hima dema bikevî binê nîr xwe davêjî erdê, mal şewitiyo ma ez jî wek xwediya wan li te xwedîtiyê dikim“!.. Va bîst sal bû ku gelê Kurd li Bakûrê Kurdistanê, di rêberiya PKK da şerr dikir. Di dema şerr da, hikûmetê digot vana terorîst in, ji wan ra tu heq tuneye, piştî teslîm kirina Apo, PKKê rewşa xwe guhert. Dev ji Kurdistan’a Serbixwe berda û federal û otonomîtî jî naxwazin. Sirf mafê kulturî dixwazin, Apo di dest wan da ye. Heta niha dewletê digot ku dev ji şerr berdin emê çaresertiyêk ji vê pirsgirikê ra bibînin. Lê dewleta tirk vî jî ji kurda ra zêde dibîne. Di her firsendê da dardakirina Apo tînin ziman û dixwazin kurda çavtirsiyayî bikin.

Dardakirina Apo ji siyaseta xwe ya qirêj ra bikartînin. Gelo dawa wan çiye? Dawe sirf dardakirina Apo ye? Nexêr!.. Dewleta tirk diwaze bi dardakirina Apo doza kurd dardabike, mesele ne Apoye!.. Apo jixwe way di hundir da ye, di dest wan da ye, bidarda nekin jî wek mirîkî ye li wir, lê vana çima hêj mafê kurdan nadin?.. Şerr heye?
Na!…
Kurd dawa qetandina ji Tirkiyê dikin?
Na!… Heta niha mixabin, ji hêla dewletê ve tu gawekî baş nahatiye avêtin û ez bawer im wê ney avêtin jî. Gelê kurd çiqas xwe nerm bike, wê sîstem zalimtir be û xwe li doza kurdan neke xweyî. Ev bi tenê jî nîne! Wê dewlet bi destên hinek rêxistinên kurdan dawî li doza Kurda bîne. Îro belku ji partiyên legal ra deng nake lê sibê wê wan jî hemî qedexe bike.

Belê hunê bêjim em hemî vê dizanin, dewlet dost nîne, çi bike wê bike!Belê rast e, jixwe îro ez jî naxwazim li ser karên dewleta tirk binvîsînim, ez dixwazim ji wan însanên li pey wan diçin ra çend gotina bêjim!… Tansû di her firsendê da dibêje ku em Apo bi darda bikin dûvra jî cezayê îdamê rakin, hêj kesî nediye ku gotibe ka em mafê kurda bidinê û dûvre bikevin yekîtiya Europa. Ew kurdên li pey Tansu (bi taybetî mebûsên wê) van gotinana seh nakin, an jî fêm nakin ev dêlagura çi dibêje? Çima dernakevin û mixalefet nakin? Çima hêj li pey wê ne? Dema me mederese dixwend li Kurdistanê, tê bîra min hinek jin dihatin ji Seyda dipirsîn; “ma gelo mirov bi potikê bênimêjiyê dikare nimêj bike an ne?” Seyda digotin; “belê dema mirov ew potikana şûştin û tu necast bi wan ve nemîne pê nimêj dibe.” Bi tev vî ve jî, hinek jina nedixwestin bi tevî wan potika nimêj bikin, ji ber ku carek bixûna wan necis bûbû, bîzê wan nedûçuyî!…
Wek xwendevan jî dizanin potikê bênimêjîyê, ew potikên ku dema jin dikevin cilan (kirasa) didin berxwe ji boy ku potên wan yên din bixûnê necis nebin. Min vî fêmkir ku ew jinên teqwa ku nedixwestin bi potikê xwe nimêj bikin wan ne mumkin bû ku bi potikê jinên din nimêj bikirina!..

Gelo ka çi eleqa mesela me û potikê jinan bihev ra heye?
Belê pirsek di cîhê xwe da ye, lê bi rastî ez van kurdên li pey Tansu wek wan potikê jinan dibînim û ez bawer im Tansû wan wek potikê bênimêjiyê bikar tîne.
Gelo ew jî pê dizanin an ne? Ez vê mereqê dikim !..
Ger pê nizanin bila carek din li xwe bifikirin, ger pê dizanin bila xwe bişon, xwe tafîl bikin daku bi wan nimêj bibe !..
Bila vê jî jibîr nekin, ger ew xwe potik qebûl bikin jî Tansû wan potikê xwe qebûl nake, xwe tafîl jî bikin, xwe bişon jî dîsa ew li bal yên wek Tansu necis in, bila li xwe bifetilin belku gelê kurd wan efû bike, lewra gelê kurd efûker e !..
Bila xwe bispêrin wîcdana gelê kurd, bila xwe bavêjin himêza gelê kurd, kurd jî wan ef bikin !..
An wê dîrok ji wan vî hesabî bipirse, bila vê jî jibîr nekin. Xizmeta ji xelkê ra tu rûmetek jêre nîne, ger bi dev bi mirovan ra bikenin jî, dipişt da tinazên xwe bi mirov dikin, lewra mirovên ne li derê xwediyê xwe bin, mirovên ne li cem gelê xwe bin, xelkê çiqas baweriya xwe pê bîne?
Mêr ew e her dem li cem gelê xwe bisekine, roja teng, roja fireh da, dema zor bi mirov ket nereve ber derê xelkê.

Ez dixwazim bi çîrokekî dawî li nivîsa xwe bînim. Çîrok raste an ne ev ne girîng e! Muhîm ewe ku mirov ji qisê ji xwe re hîsekê hilîne. Dibên miroveki abid hebûye û li şikeftekê tim îbadet kiriye. Xwedê Teala jî, jê hezkiriye û bi wasita melaîketan her roj jê ra du nan şandiye. Ev mirova êvara derê hevana xwe vekiriye ku du nan tê da hene, yekî şivê yekî jî paşîvê xwariye. Rojekî êvarê di fitarê da nihêriye ku nan tune, derê hevanê girtiye lehzekî din nihêriye dîsa nan tune, wisa xwe dide alîkî şikevtê û carê carek diçe li hevanê dinhêre nan nahatiye. Xwe aciz dike û berjêrî binê çiyê dibe. Di bin çiyê da gundekî agirperesta hebûye, diçe wir ji wan nan dixwaze, du heb nana didinê, nanê xwe digire tê şikeftê. Dema tê ber derî dinhêre ku kûçikekî li ber derê şikeftê sekiniye. Dêla xwe dihecîne û li çavên abid dinhêre. Tê xûyan ku birçiye û nan dixwaze. Abid nanekî didê lê kuçik bi nanekî têr nabe, dîsa dizûre û nan dixwaze, abid nanê din jî didê. Kuçik wî nanî jî dixwe û dîsa nan dixwaze. Abid dibêje; “tu çi heywanekê bê şerm û bê heya yî? Ji xwe du nan hebû min ew jî dane te, ka tu dawa çi dikî ?. Kuçik dibêje ku: “ger nan xwestina min bêşermî be gelo ya ta çiye? Va çil sale ku Xwedê ji te ra her roj du nana dişand, te dixwar, bêzehmet û bêxebat, lê yek rojekî nan nahatin tu ji boy zikê xwe çûy derê dijminê Xwedê, te ji wan nan xwest, ji boy Xwedê ez pirr bêşerm im an tu? Belê raste ji bona du nana ku mirov terka derê xwediyê xwe bike û biçe derê xelkê, gelo mirov çiqas bêşerm e? An mirovê çiqas bibe xweyî miriwet!…

Em carek din jî bang li wan însana dikin bila terka derê xelkê bikin werin derê xwe!..
Mirov li derê xwe birçî bimîne ji, ji çûyîna derê dijmin bi rûmettir e, dema nanê xelkê biqede mirov li holê dimîne, kes li mirov xwedî dernakeve. Hay ji xwe hebin ew kurdên li pey xelkê, nebin potikê bênimêjiyê jî, hun bibin jî bi we nimêj nabe, tafîlkirin jî pirr zehmete!

M.Nureddin Yekta
02.04.2002

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir