Esselamu aleykum xwendevanên hêja! Berî du meh berê di kovara Mehname da nivîsekî min hatibû weşandin. Navê nivîsê “Komara demokratîk û dîsa her tişt wekî berê” bû. Di nivîsê da, ez hinek li ser rewşa kurda ya îroyîn û ya panzde sal berê sekinîbûm. Wekî xwendevanên hêja jî dizanin ku berî panzde sal berê, çi ji kurde ra li ser erdê wan qedexe bû îro jî hêj qedexe ye. Camêrekî ji nivîskar û xwendevanên Mehnamê bi vê nivîsa min gelek aciz bûbû û li min rexne kiribû. Halhale ne ez camêr nasdikim û ne jî ew min!.. Lê yên ku nivîsa min ecibandibûn û ji min ra pîrozayê şandibûn jî gelek bûn. Ez divir da ji hemiyan ra sipas dikim. Dunya bi terzekî pirr bilez xwe diguhêrîne, ku mirov ji wan guherandina îstifadê bike qenc e, lê ne ku mirov zenbike ku wê guharendinê mirov çêkiriye. Mixabin hinek mirov van tiştana nabînin. Guherandina dunyayê ji xwe va dizanin wek tê zanîn. Xwe di neynika dêwan da dibînin, ji wan tirê ku hertiştê dunyayê ew diguherînin. Camêr wiha dest bi nama xwe dike: Birêz Yekta … Gelo destûra te heye ku ez li ser nivîsa weyî di Mehnamê de (hejmar 17) hatiye weşandin hinek bersîv û rexnan bidim û bikim? “…. Ezê bixwe bêjim. Lê ku destura we nîn be, hun dikarin, ji vê rêzê û pêve nivîsa min nexwînin û bimalişênin. Di serî de ez vê bêjim, tu para min di van rexneyên we da nîn in. Yanî: Ez ji wan bêrî me. Bi gotineke din, ez ne muxatebê van rexneyên we me. Ez dizanim ku hun îcar jî, dibên “de madem werê ye hun çima bersîv didn?” Ez jî dibêm “madem em yek ji vê civakê ne, her tiştên vê civakê me elaqe dike û ku em li kur çewtî û xeletiyek bibînin divêt em rexne û gazincên xwe bikin (weke ku we jî kiriye).” Lê bi şertê ku mirov rêç, rêbaz û qaîdeyên vî jî jibîr neke. Û ez dîsa dibêjim, rexneyên bikar û di cîh da, çiqas tund bin jî, ser seran, ser çavan. Ew rexne çi li min, çi li hevalên min bin ezê heta serî bipejirênim. Lê belê divêt ewil rexnevan pirsiyariya xwe, rewşa xwe, rewşa şoreşa xwe, rewşa netewa xwe baş bide ber çavan û bizanibe bi çi tewrî rexnegeriyê bike. Hele rexnekirina Kurdan di rojek werê qirêtîk û hesas de hîna jî xeter e………” Camêr bi vi awahî dest bi rexna dike!…… Wek ku ew jî dibêje; nemixatibê nivîsa min e! Lê çi ecêbe ku, ji mixatibê nivîsê pirtir li min rexne dike û bi bêînsafê li min heqaretê dike. Camêr min nasnake, bi tev vêya jî, xwe di nava şerr da qebûldike û min pirr jê dûr dizane. Ez dikarim yên ku hatine serê min ji bo vê doza kurd, hemî di nivîsê da rêzbikim lê ne laîq e. Lewra min ev eziyetana ji boy camêr û rêberên wî nekişandin, tew ji bo komara demokratik naxwazim tiliya min şil bibe! Camêr bi angorî eqlê xwe li min nesîheta dike, ji boy hemî nesîhetên wî zorspas. Lewra di baweriya min da hemî kurd dikarin li hev nesîhetê û rexnên bi biratî bikin. Lê bi şertê ku mafên rexnekirinê bidin hevalên xwe jî, ne ku hinekan ji xwe ra wek îlahekî bibînin û wan ji hemî tiştan bê mesûliyet bikin, ez vê nikarim qebûl bikim, lewra bê mesûliyetî her xasê bi Xwedê ye (bi angorî baweriya min), pêxemberên Xwedê jî mesûliyetên wan hebûn. Wek tê zanîn hinek mirov hinekan ji pêxemberên Xweda qenctir dibînin!… Ez naxwazim ku nivîsê pirr dirêj bikim, lê hinek pêşveçûyînên ku camêr nivîsandiye û em nabînin, ez dixwazim li ser wan bisekinim. 1- Camêr di îro de rexne li ser kurda qebûl nake, lê bi xwe li min rexne kiriye û min îthamê bi dûrbûna ji dozê dike. Halhale tew min nasnake. Gelo çawa dizane ku ez ji dozê dûrim? Ji sala 1981’i ta îro mehkemên min ji hev neqetiyane û 12,5 jî ceza dana min. 2- Rexne û gazinên kurda sedemên belavbûnê dibîne, bi angorî wî “ew çi bêjin, çi bifikirin, lê kê rexne bikin heqê wan e, lê kurdên din mafê wan nîne. Rexnan li ser serokan tew qebûl nake, dixwaze ku hemî sûcan bike sitûyê gel. Gelo gel çi bike? Gel malên xwe daye Gel zarên xwe daye We çi got gel pêkanî Gel ket binçav, zîndan û şkencê Gel şehîd daye Gel terka cîh û warên xwe kiriye. Gel di metropolên tirkan de ji mirwet û namûsa xwe bû! Ka bêjin sûcê vî gelî çiye? Ev sûcana ne sûcên serok û rêberên kurda ne?… 3- Dema min behsa serok û siyasetvanên kurda kiriye, min navê xwe negotiye. Ev jî sedemekî rexnê li min e. Wek ku wî nivîsiye “min xwe jê derxistiye”. Halhale ez jî kurd im û di nava van rexna de cîhê min jî heye. Ez ne serok û rêberekî me ta ku ez behsa xwe bi taybetî bikim. Û pirr şerm e ku mirov behsa xwe jî bike. Ger camêr min yek ji siyasetvanên kurda qebûlbike, wê demê çi pewîste ku ez navê xwe bi taybetî binivîsînim?… 4- Camêr dibêje: “Hun derketine ser minarê ne dar dighênê we, ne jî kevir. Di binê darê da jî zar û zêç bi hev ketine, geh hev dikujin. Geh hev dipelêxin, geh jî li hev tên. Lê we “kumê xwe xwar kiriye” geh dibêjî we rast kir, geh dibêjî we xeletî kir. Lê hun tim li jor in ne xeletî û jî şermezariyên we hene. We tu xeterî jî ne kirine, tu sucên we jî nîn in. Lewre hun ne di nav meselê da ne, ji durvê lê temaşe dikin. Jixwe ku mirov li ser minarê be tu kar û libakê neke ma mirovê çewa xeteran bike? Gelo ez şaş im?” Ez nizanim camêr şaş e an ne, lê gelo ez li ku me? Çima li vira me? Gelo ew dizane ku çi hatiye serê min? Ne xêr!… Ger em ne dinav meselê da bin emê çawa bizanibin ku rexna li wan bikin?.. Ez nizanim mirov çawa dikeve nava meselê? Sirgûn, nezaret, zindan, ceza, seqetbûn, destdayîna ser hemî mal û milk, mahrûmkirina ji hemî mafên mirovatiyê li welat!.. Mirov bi vana hemiyan nakeve nava meselê!… Bes di dema zor da mirov deng neke! Di dema rehetiyê de mirov bikaribe ji hinekan re “kûtê xwe genî bike” û bive xwediyê meqamekî” gelo ev e ketina nava meselê?… 5- Belê dewlet kesî ji hev naqetîne, lê ev nake lazimê xwe ku mirov çi şaşiyan bike pewîste ku hemî kurd sitûyê xwe ji mirov re xwar bikin û ji hemî şaşîyên mirov re belê bêjin!… 6- Camêr dibêje ku “Birêz Yekta we di cihekî nivîsa xwe de gotiye ku: “Piştî ku Apo dîl ket, dev ji Kurdistan’a serbixwe berda û terka federal û otonomîtiyê jî kir, tiştê herî qenc ji boy kurdan ra bû Demokratîk Cumhuriyet, Ez jî dibêjim lê çima we li civîna wiyî li Beqayê di sala 1993 yan bi çapemeniyê re godar nekir. Gelo hînga jî Apo di destê romê reş da bû, gelo wê demê radeya PKK ê ne a herî bilind bû? Ma ne wê demê jî Apo, bi zimanekî vekirî xwesteka xweyî Komereke Demoqratîk tanî ziman.” Bi angorî camêr ji berê da jî, tu xwestekekî me ya dewletî (ku em bibin dewlet) tunebûye, me tim ji boy demokratik cumhuriyeta tirka micadele kiriye û ewqas xortên wek fîdan ji boy Demokratîk Cumhuriyetê daye kuştin, ewqas gundan ji boy Demokratîk Cumhuriyetê da valakirin! Gelo bê ewqas xwîn, dewleta tirk nedibû demokratik? An me ewqas xwîn rijan dewleta tirka bû demokratîk?… Bi rastî min nizanî ku me ta îro ji boy demokratik cumhuriyeta tirka micadele kiriye!.. Bila li min bibuhirin!….. 7- Camêr dibêje: “Çima tu sed hezarên kolanan nabênî! Çima tu xwe pêşandana pênsed hezaran li çalekî, şahî û Newrozan nabînî? Lê rewşa sazmanbûn, rewşa rojnamegerî û Telefizyonên Kurdan? Serhildanên welat û welatên dereke, weke Ewrupa û Qafqasan û çarperçeyên welat çima bala we nakşîne? Ma ne bêînsafiye ku mirov vana nebîne?” Belê camêr! em vana hemî dibînin!.. Lê va 80 sal bû ku te pêncî heb kurdî li cem hev nedidît ku bi hev re silav li demokratîk dewleta tirka bikirana. Herçî mirovên qenc canê xwe ji boy Kurdistanê dan, malê xwe ji boy Kurdistanê dan, lê yê wê demê di kêf û xweşiya xwe de bûn, îro dertên meydana dibêjin “EM DEMOKRATÎK CUMHURIYETÊ” dixwazin!… Em çi bêjin li we pîroz be!…. 8- Camêr dibêje: “Belkî em karibin bibêjin, di halê hazir da di rewşa dewletê guherîn çênebûne, lê di rewşa Kurdan de pir guherîn çêbûne. Ma tu van guherînan nebînî?” Belê me jî gotiye ku “di rewşa dewleta tirk da tu guhertinek çênebûye.” An we nivîs şaş xwandiye?… Belê di rewşa kurdan de pirr guhertin çêbûne. Wek pênc hezar gund valabûne, jin û zarokên kurdan di metrpolan de perîşan bûne, li derê zîndanan hin leşker û polês dixwazin namûsa wan heqaret dikin, di binçav da gelek dest dirêjî namûsa kurda bûye, sî hezar kurd hatine kuştin, di dawîyê da kurd biratiyê bi dewletê ra dixwazin û bi hemî şiklan ji dewletê razî dibin!… Pirr tişt hene ez nikarim binvîsînim, destê min nikare! Dilê min naxwaze!… Lê ez hêvîdar im gerek em vana jî bibînin!… Kurd ji berê birçîtir, ji berê rebentir in! Gelo hun jî vana dibînin?… 9- Camêr dibêje: “Birêz Yekta, ez bawerim ku em xwe bernedin, li pêşeroja xwe bi rik û cad bin, emê dîsa biser bikevin. Û tuyê jî ji van tesbîtên xwe şerm bikî. Lê mixabin zembereka demê ne di destê min da ye ku ez di heman demê de pêş de bibim û rayî te bidim. Belkî îro dermanê Kurdan sebr û zemane.” Birê hêja xwezî zembereka demê di dest te da ba, ka me lê mêzebikira “gelo kî wê pirr şerm bikira!” Lê ez bawer im ku hun wê demê jî rêkî din ji xwe re bibînin, wek ku hun dibêjin “ji berê de me daxwaziya demokratîk cumhuriyetê dikir ne ya Kurdistan’a azad!..” Lê hun jibîr dikin, ew kesên ku digotin em Federaliyê dixwazin we (yanî yên ku tu li ser wan rexna qebûl nakî) wan bi ajanî îtham dikir û we ji wan re “Ew bê şeref in” digotin”. Niha pirsekî min heye: “Gelo ji kurda ra Federalî qenc e, an demokratîk cumhuriyet?” Rast bibêje birayê şoreşker!… Em çi bêjin şaş e û hun çi bêjin siyaset e?… Rexne ji me ra qedexe û ji we ra serbest e?… Kurdistan an jî demokratîk cumhuriyet?… Tiştekî din: Hinek tişt hene ku van ên ji nûve xwe di nava meselê da dibînin pê nizanin, ger em wan jî bêjin wê qetla me helal bikin, lê roj hebe ku em ji wan ra lazim bin, bila hinek jî umrê me dirêj be, emê dûvre bêjin. Mereq nekin hêj ji komara demokratîk ra jî û ji Kurdistan’a serbixwe ra jî dem zû ye!… Xwezî tesbîtin min şaş bana û min ji wan şerm bikira!… Xwezî we Kurdistan (ne demokratik cumhuriyet) sazbikira û bila min şerm bikira! Gelo hun ber şerma min dikevin!… Ji xwe tiştên ku min nivîsandibûn, ne ji bo ku ez hinekan tal bikim, an jî li wan heqaretê bikim. Belku armanca min bi qasî ku ez dizanim hinek derd û kulê gel bînim ziman. Ku KURD çi jî bêjin-bikin di rewşa tirkan da tu guhertin çênabe, wek îro ku Kurd diçin Enqerê ji bo aştî û biratiyê, lê dewlet bi gulebarandinê bersiva wan dide. Her çiqas di rewşa Kurdan da guhertin hebe jî, hukûmeta niha ji berê xirabtir e!.. Mesele ev e!… Ez dikarim ku hinek nav û edresan bidim û şaşiyên wan bînim ziman lê tu fêde têda tuneye, ji xwe armanc ne rexnekirina Kurda ye, belku dîqqet kişandina ser hinek mijara ye. Dibe ku di nivîsê da, min derdê xwe baş nanîbe ziman jî, gerek şoreşkeran fêm bikira ku ez çi dibêjim. Em vê dibêjin; mirov çiqas şoreşker dibe bile bibe, pewîst e ku mirov hinek guh bide rexnê yên din jî, dibe ku fêda jê were! Min navê camêr nenivîsandiye, ji ber xatirê ku ez naxwazim navê kurdekî binvîsînim û lê rexne bikim. Ku ew şoreşker be jî tew stûyê min li ber xwar e, çiqas li min heqaretê jî bike, ez dizanim ji dilşewatiya wî ye, ne ji dijminiyê ye. Bi silavên biratî. M.Nureddin Yekta 31.08.2001 |