Tirk û Kurd him bira ne him hemwelatî ne!..

Ji zaroktiya xwe ta îro ez vê gotinê ji hemi tirkan û ji hin kurdên bê feraset sehdikim. Çi dibên?
Kurd û tirk bira ne,
Kurd û tirk hemwelatî ne,
Kurd û tirk wek hev in
Kî dikare bêje bila kurd di Tirkiyê de ji xwe ra xaniyan ava neke
Kî dikare bêje bila Kurd nexûnin nebin doktor, muhendis an mamosta?
Kurd dibe her tişt! Dibe leşker, dibe Qeymeqam, dibe walî, dibe mebûs, dibe wezir, serokwezîr, heya dibe serok komar jî!..
Kî dikare bêje bila kurd ji kîjan bajarî hezdike li wir rûnenê?
Kî dikare bêje bila kurd neçe hin dibistana.. uwd.
Ku mirov pirske;
Gelo kurd bi navê kurdîtî dikare bibe general, an wezîr?
Bersiv amade ye,
Ma çi ferqa me heye? Ziman ewqas pewîst nîne!
Hun nabînîn hemî dunya fêrî îngilîzî dibe. Em jî zimanek biaxivin baştir ji hev fêm dikin. Em hemî bira ne, em hemi musliman in em hemi tirk in elhamdulîllah!
Mirov dikare pirske: Madema em biran e, ferqa me tune, de bila tirk jî fêrî kurdî bibin, Va 90 sal e kurd fêrî tirkî dibin bila 8 salan jî tirk fêrî kurdî bibin?
Hima derhal nave terorîstiyê li te datînin, ku bikaribin dest davên zorê ku nikaribin istîxbaratçîtiyê dikin, şikayet dikin. Lewra em wek hev in, lê kurd cudatiyê dixwazin, zêdetiya di maf da!..
Kurd û tirk wek hev in gelo?
Tirk bi tirkî diaxivin Kurd ta duh nikaribun serbest bi kurdî biaxivîyana,
Tirk bi tirkî dixûnin Kurd nikarin bi kurdî bixûnin
Ka em wek hev bûn?
Dibistanên biyaniyan serbest e wek Ingilîzî, Fransizî, Almanî, İspanyolî uwd. Kurdî qedexe ye! 
Tirkî zimanê fermî ye tu satûkî bi zimanê kurdî tune
Ka em wek hev bûn?
Bi gor zagona wan ya bingehî ji hem welatî yên Tirkiyê ra çi dibên?
Tirk!…
Ka em wek hev bûn? Çima ji me ra jî Kurd nabên?
Gelo hun çima mafê Kurda nadinê?
Dibên ku em mafê kurda bidinê wê welatê me parçe bikin, bo vê gerek Kurd xwe tirk bihesibînin!
Va welat ne welatê kurda ye jî?
Çima emê parçe bikin?
Dema em xwe di hemi herêmên Tirkiyê de wek xwe bên qebûl kirin, bo çi emê İstanbolê bidin we û qersê ji xwe ra bigirin?
Ku em wek hev in, bo çi hun va 90 sal e herêma me bombe dikin, dişewitînin hemî xirav dikin?
Esas pirsgirêk ne wekhevî ye! Tirk dibên em wek hev in lê derewa dikin, ku em wek hev bana tu problemek dernediket!

Di bawerî ya min da, qirkirina kurda ji ya ermeniyan zêdtir e, lê çi xwediyê kurda tune, jiber kurd musliman in û yên wan dikujin jî musliman in, ji Ewropa û Emerika an welatê din ra ewqas balkêş nine. Lê ermeni dine wan wek yê Ewropiya ye, loma li wan xwedi dertên û qetliama wan dipejirînin, Lewra ermenî birayê wan in di olî de?
Lê em? Nexwe birayên me, me dikujin ka xelkê çi bêje?
Hunê Kurda bikujin, bavêjin bîra, asît birêjin ser wan, bi deh hezaran bi nave failê mechul (malum) bikujin qatilê wan jî dernexin hole, hunê kurda birevînîn diyet ji wan bistînin, hunê tecawuzê namûsa kurda bikin û kurd nikaribin mafê xwe jî biparêzin çima?
Lewra em birane hemwelatîne wek hev in!..
Pirr komîk biratîkî ye!.-
Va sed sale tirka tiştek fêm nekiriye:
Hêj nizanin ku Kurd tê kuştin lê serî danayne! Bi zorê kurd tu tiştî qebûl nake.
Lê mixabin Kurd hê jî derba xwe fêm nekiriye, hê jî terka mêjoyê biratiya bi derewa nekiriye.

Ger di dilê tirkan da bi rastî biratî, hem welatî û wek hevî hebûya, va pirsgirêka ta niha zûva çareser bûbû,
Dema zimanê me jî fermî be,
Dema nave me serbest be,
Dema li ser bajar û çiyayên me ne mutlu türküm diyene nenvisînin,
Dema meclisa me jî hebe, em bi xwe bikaribin xwe îdare bikin, ma gelo emê çima Tirkiye têkin du parçe?
Ger hin kurd bêjin em dixwazin axa xwe biqetînin, ew jî mafê wan e, ku rast em bira bana gerek ev mafa jî bidana me.

Em bira ne, lê ne bihevra, em dikarin bibin cîran jî!..

Gelo em di ku da wek hev in?
Di xizmeta dewletê da!.. Wek leşkeriyê
Ger wek din jî em wek hev bana wê bo her du alîyan jî baştir ba.
Ma çi qenctiriya tirka ji kurdan zêdetir e!
Mirovatî hemî ji axek peyda bûye, kes di ser kesî ra nîne!

Ala me yek e!
Gelo rast e ala me yek e? Dema dewleta tirk vê alê qebûl kir ji kurda pirsî, fikra kurda jî xwest? Rengê kurda dayê?
Va 90 sal e ku balafirên bi vê alê Kurda bombebaran dikin,
Leşkerê wan bi vê alê kurda dikujin
Polêsên wan bi vê alî li kurda şkence dikin
Vê ala bilind dikin û bi hella hella erîşê ser me dikin!
Ji boy Xwedê, ma kurda çi xêr ji vê alî diye ku heya em bêjin ala me ye jî?

Çareserî:
Ger tirk di hemî mafan da Kurda jî wek tirka qebûl nekin, ji parçebûnê, ji qetandinê pêve tu rêkî din nîne.
Ger Kurd vê fêm bikin azadî nêzîk e!

09.09.2012
M.Nureddin Yekta

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir