Emerîka û Kurd mînaka mirîşka Sitalîn!

Rojekê Stalîn şêwirmendên xwe civand û ji wan pirsêkê kir.Stalîn got: “Gelo mirov çawa dikare gelê xwe li dor xwe bicivîne.?” Herkesekî tiştek got.
Hinekan gotin “mirov wan mikafat bike.” Hinekan gotin “mirov miqam bide wan,” hinekan gotin “mirov bi zimanê wan biaxive.”
Xulase herkesekî tiştekî got. Stalîn emir kir got “ji min ra mirîşkekê bînîn.”
Mirişk anîn.
Stalîn got “mirîşkê birûçikînin.”
Mirîşkê rûçikandin. Mirîşka reben ji ber êşa xwe vir da revî wê da revî, dît ku hinek qût li ber lingên Stalîn heye, revî çû ket nava lingên Stalîn! Sitalîn got “aha wiha ye, gerek mirov gel birûçikîne, dema mecbûr man tê dikeve nava lingên te, xwe dispêre te!” Aha bi sed sala ne ku cîranên me, hinek hêz û rêxistinên kurda û va sed salê dawîn jî Emerîka, Ingilîz û Fransiza li kurda wiha kirin û hê jî dikin? Sala 1639’an da dewleta Osmanî û Îranê Kurdistan kirin du parçe.
Sala 1923’an jî parçê di dest Osmaniyan da bi destê Ingilîz û Fransiza kirin sê parçe.
Va bû 26 sal ku Emerîka li Başur nîv dewletekî avakiriye. Nahêle pêşkeve û nahêle bimre jî!
Yê Kurd ji zilma Seddam xelas kir kî bû? Emerîka
Yê nahêle kurd bibin serbixwe kî ye? Emerîka
Yê Rojhilatê Firatê kiriye destê kurda kî ye? Emerîka
Yê Efrîn teslîmî Tirkiyê kiriye kî ye? Emerîka!

Emerîka ji bona berjewendiyên xwe di Rojhilata Navîn da kurda bikar tîne, dema tê hesabê wî kurda destek dike, dema nay hesab jî, bi kurda ra îxanetê dike! Ez behsa Rusa nakim, lewra wan di hemî dîroka me da, bi me ra xayînî kirine. Rus wek jina fahişe ye, li ku menfaet hebe li wir e.

Milletekî diya xwe, jina xwe, qîza xwe bifroşe ji wî milletî çi tê omid kirin!
  M.Nureddin Yekta
26.02.2018

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir