Berî çendeki ez li kafeteryakê rûniştibûm, du heb mirov hatin masa kêleka min runiştin. Ji cilên wan dihat zanîn ku herduk jî karker û hevalên hevdu bûn. Ji rengê wan dihat zanîn ku yek kurd û yek jî tirk bû. Gelek diaxivîn, lê dawîn da yê tirk dengê xwe bilind kir û got ”birê min ma hun kurd çi dixwazin?” Ewê kurd got “em ji bo Tirkiyê demokrasiyê dixwazin, mafê mirovan dixwazin.… Yê tirk got: “heyra dewlet ya me, bi navê me, bi zimanê me û mafê mirovan jî heye di welatê me da. Ger hewcetiya me bi demokrasiyê hebe emê bînin, ka hun kurd çima ewqas xwe aciz dikin?” Yê kurd bersiv neda. Min nêhêrî ku herduk jî di salê kur ên min da ne. Ez hêdîka rabûm derketim. Min zanî ku ez çi bêjim jî ewana fêm nakin! 13.09.2015 M.Nureddin Yekta |