Mêrxasiya bê mixatib, kurdên musliman û Îsraîl

Lawik got bavô ji min ra darekî çêke ezê li mezina xim.
Bav got çima emsalê xwe naxî?
Got ew jî li min dixin loma! Gelek kes hene dawa mêrxasiyê dikin, bi taybet ku mixatibê wan pirr zeîf bin, wek di gundekî da yek malek be û mêrxasê me jî xwediyê bîst mala be, diser wî ra mêrxas tune.
Ku îja mixatib qet tunebe, ji xwe pêşî nay girtin. Min pirr dît hin kesên xwediyê qebîla mezin, derdiketin serdestî gund ji gundiyan ra wisa didan xebera, wisa didan xebera heya ku bi xwe diwestiyan disekinîn. Lewra kes li hember wî tunebû, loma ewqas mêrxas bû.  Îja hin kurdên me yên musliman hene, qet behsa Îranê nakin heroj 5-20 kes ji kurda darda dike!
Ewana an casûsê Îranê ne, an ji Îranê pera distînin.
Hun dibînin ku way dibên 4 milyar dolar amade kiriye ku kurdên xwefiroş bikire, bibin asteng boy referandûmê!
Îran Îdam Cumnhuriyetî Kurdên ku namûs û şerefa wan hebe gerek ji Îranê heznekin. Nebêjin musliman bira yê me ne!
Ewên ku li heval û xezûrê Pêyxember îftirayê dikin
Ewên ku li jina Peyxember îftrayê dikin.
Çima?
Mafê xelîfetiyê yê Elî bûye çima Ebubekir û Omer nedane wî?
Ji te ra çi? Va bû 1400 sal.
Rast an şaş wê demê sihabiyan qebûl kirine, Hz. Eli ji qebûl kiriye, lewra tu dîrok nabêje ku ji boy xelîfetiyê di navbera Elî û Ebûbekir da niqaş derketiye
Welew derketibe jî, ji te ra çi?
Hima mesele ne ew e, mesele di dema Omer da dewleta Persa hilşiyaye, dawî li împaratoriya wan hatiye, vaya kîna buxza wê dikin, Elî ji xwe ra dikin wekî zirxekî!
Ger musliman bin jî, birayê mirov ji dê û bavê be jî, dema zilim kir mirov li hember derdikeve an ne?
Dibên kurd dibin hevalbendê Emerika halhale em bira ne!
Gelo we çi mafê biratiyê dane me ji boy Xwedê.
Hevaltiya emperyalista ji biratiya we çêtire!
Qet behsa ereba nakin bi sed hezaran kurd kuştin namûsa me paymal kirin!..
Qet behsa Tirkiyê nakin bi sed hezaran kurd kuştin! Qetlîamên Şeyx Saîd û Zilan û Koçgirî Dersimê naynin bira xwe! Çima?
Lewra ku behs bike wê hinek li hember derkevin an wê ceza bixwe.
Lê li hember îsraîl derdikevin!
Hey Îsrail emê Kudsê serê te da xirav kin ha!
Hey Îsraîl emê we qir bikin ha!
Ey yahûdiyan emê we bikin tune ha!
Ey yahudiyan dev ji Qudsê berde an emê ser we da bigrin we komkujî bikin ha!
Îsraîl zu dev ji Filîstin berde ha!…
uwd. Çima?
Lewra Îsrail deng nake, wan muxatib qebûl nake.
Ew muslimanana jî bi taybet muslimanên kurd derewa dikin!”
Ku rast be fermo Îsrail wa li wir, de bicin? Çima hun naçin alîkariya filîstîniyan?
Dema tên civata jî dibên em jî musliman in,  em jî kurd in!
Bi kurdî nizanim ji wan ra çi bêjim, lê bi tirkî dibên “ha s. r ordan!  Em qet kesî li cem xwe nabînin ne musliman û ne jî ne muslimana!
Ji boy Roboskiyê we teva dît Misir, Filistîn, Îran, Bosna rabûn ser piya?
Na lo ji bona Helepçe rabûbûn ne wisa?
Li Bosna 6 hezar tirk hene zimanê tirkî resmî ye!
Li Tirkiyê 40 milyon kurd heye bêja kurdî hatiye qedebûl kirin gelo! Ax Kurdino ax bê aqilino êdî bese ji xelkê ra xulamtî û olamê bikin! 29.07.2017
M.Nureddin Yekta

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir