Qudus (Yeruşalayim)

Ji bajarên herî kevn yê dunyayê ye.
Him Filistîn him jî Îsraîl dibêjin paytexta me ye
800.000 nifûsê wê heye
2 caran ji binî xirav kirine
23 caran hatiye işxal kirin
4 hezar sal beriya Hz. İsa ava bûye. Ji her sê olên semawî ra jî pîroz e!
Boy muslimana bajarê pîroz ê 3. e. 610’an da bûye qîbla mislimana.
Peyxember Miraca wî, ji wir dest pêkiriye. Boy yahudiyan pîroz e, lewra dibêjin Xwedê ev erdê hanê di dema Mûsa da, daye me. Dawud a.s. bajêr avakiriye û daye kurê xwe Hz. Suleyman ewî jî Mabeda yekem li vir ava kiriye Xiristiyan jî dibêjin ku Hz. Îsa li vir hatiye dardakirin Boy muslimana Mescidi Aksa, boy yahudiyan duvarê (girî) îbadeta wan, boy xiristiyanan jî kilisa wan (kilîsa mezar) Di şerrê 1948’an da Îsrail rojavayê Qudsê işxal kir.
Rojhilatê Qudsê jî di dest Urdunêda ma. Urdun wê derê girt.
Îsraîl di sala 1967’an şerrê şeş rojî da Rojhilatê Qudsê jî kir destê xwe.
Bi gor qanuna Îsraîl hemî Quds bajarê wan e û kirine paytext. Di belga tazminata mavi marmarê da, di belgê de Quds wek paytext nişan didin û Tirkiye jî wê belgê wisan erê (îmza) dike. Gelo Tirkiye nikaribû bigota ez Qudsê wek paytext qebûl nakim û vê belgê erê nakim? Bigor qanûna navnetewî Rojhilatê Qudsê yê ereba ye û Îsraîl wir işxal kiriye.  Rojhilatê Qudsê di hidudê Filistînda ye! Konsolatekî tu dewletî li Qudsê tune, lewra halêhazir dunya Qudse wek paytexta Îsraîl nasnake. Dibe ku demek şûnva hinek destek bidin Îsraîl û Qudsê bikin paytexta wan! Bigor îstatîstîka Filistîn li Rojhilatê Qudsê 210 hezar ereb dijîn. Û di pêşerojê da wê Rojhilata Qudsê bikin Paytextê Filistîn. Hêj ku dunyayê Qudsê wek paytexta Îsraîl nasnekiriye jî, Îsraîl parlementoya xwe biriye Qudsê. Koşkên serokên wan û Unîversita Îbranî li Qudsê ye. Rojên dawîn: Serokê Emerika Trump got ez wek paytext qebûl dikim.
Di serî da ji Turkiye û gelek devletên (nav) islamî xelk rabûn ser piya. Lê di qenate a min da gotinên serokan yên sloganîk tenê ji boy xelkê girêden bi xwe va ye, rewşa siyaseta hundur biguhêrin.
Bi meş û xwepêşandana xelkê teskîn bikin.
Wek din hemî derew in. derew in derew!
Ger derewa nakin bila ambargo bidin ser Îsraîl Misal Tirkiye dikare çi bike?
Balafirgeha Konyayê bigre ku ciyê perwerda pîlotên Îsraîl e!
Balafirgeha Încîrlîk û ya Meletuyê jî bigre.
Îtxalat û îxracata xwe bide sekinandin! Çawa ku ji boy Kerkukê diqêriyan, digotin Kerkuk 82 Mûsil 83.
Bi sed hezaran leşkerên xwe kirin hidûdê Başurê Kurdistanê.

Şeyxul islamê erebistanê fetwa derxist dibê şerr li hember Îsraîl ne caiz e!
Erebistan û Îsraîl muttefiq in!
Misir ji serî ta niha muttefiq bû
Turkiye dost e!
Kes ji boy Qudsê têkiliyên xwe bi Îsraîl ra xirav nakin! Bi ya min: “Bila bajarê Qudsê bikin sê qisim di navbera musliman, yahûdî û xiristiyanan da û bibe bajarê selametî û aştiyê.” Em bang li Îsraîl dikin bila ji Rojhilatê Qudsê bikişe dewleta Filistîn nasbike!
Û Filistîn jî dewleta Îsraîl nas bike dakû êdî şerrek din dernekeve! M.Nûreddin Yekta
08.12.2017

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir