Civakên saxlem ji malbatên saxlem pêktên!

Malbata saxlem!
Civakên saxlem ji malbatên saxlem, dewletên saxlen jî, ji civakên saxlem pêktên!
Ku mirov hîmê (temel) malbatê xiravke, civak jî, dewlet jî xirav dibe!
Tu civak bê mêr, bê jin, bê nîkah, bê namûs, bê heysiyet, bê şeref, bê dewlet nikare bijî!
Ger tu bixwazî milletekî an jî dewletekî ji holê rakî, pêşî malbatê xiravke!
Îslam girîngîkî mezin dide malbatê. Lewra malbat bingeha civak û dewletê ye. Beriya niha malbat tenê ji malekê yani ji dê û bav û zarokan pêk nedihati, belku ev xelek wisan belav dibû, mala birê, ya pismama, ya eşîra mirov jî dibû wek malbatekî. Bi derdê wan xwedan dert dibûn, bî şîna wan digiriyan bi şaya wan jî dikeniyan kêfxweş dibûn.Xweda yê Teala jî, vê xeleka malbatî biçûk nagre, bi qor Qurana pîroz ev xeleka heya cîranên ne eqreba jî digre nava xwe. Di Sureyê Nîsa ayeta 4’an da Xwedê wiha ferman dike! “Ji Xwedê ra îbadet bikin û tu tiştekî jê ra nekin heval! Ji dê û bavê xwe ra, ji eqrebayên xwe yên nêzîk ra, ji sêwiyan ra, ji neçaran ra, ji eqrebayên xwe yên cinar û ne cinar ra, ji heval/kesên cem xwe ra, ji rêwiyên di rêyan da mane, ji kesên di bin destên we da ne, (wekî kole, cariye, xulam qewraş, karker, xizmetkar) qencayê bikin. Bi şibhê Xweda ji kesên qure û ezitiyê dikin heznake.” Em ji vê ayetê baş fêm dikin ku ger mirov bêje: “Malê min yê min e, quweta min heye ez mecbûr nînim ji hinekên din ra alikariyê bikim” nay qebûl kirin. Pewîste mirov xeleka malbatê fireh bike û bi derdê eqrebayên xwe, cîranên (muslim/ne muslim) xwe, birayên xwe yên bawermend,eşîra xwe jî mijûl bide, eleqe bike, dilê wan xweş bike. Demên berê dema yek ji eşirê nexweşketa hemî eşîr li ber serê wî bûn. Belku carnan tiştên nexweş jî heba, wekî em bêjin neheqên eşira xwe jî destek dikirin, lê bi pirrayê di xêrê da, di qenciyan da li cem hevdû bûn.

Piştî modernîta cîhanê, malbat roj biroj biçûk bû. Malbat hat rewşeka wisan ku tenê ji dê û bav û zarokan pêktê. Lê li Europa ev jî biçûk bûye, êdî her kesek bi serê xwe malbatek e û kes li kesî nabe xwedê, li halê wî/wê napirse! Berî çend rojan li Almanya bajarê Gelsenkirchenê mirovek 7 zarokên wî hene û li wî bajarî jî dijîn piştî 12 rojan bi mirina bavê xwe hesiyan. Mêrik dimire 12 rojan bîhn dikeve laşê wî, cîran xeber didin polêsan wîsan pê dihesin. Ger cîran nebûna belku bi mehan kes pê nedihesiya çima? Lewra dema bendê hezkirinê ji nav malbatê rabû, herkesek xwe difikire û li kesî nabe xwedî lê nagere. Lê dinav kurda da tişteka pirr xirab dibe ku çêbe. Hin kes hene dixwazin malbatê bi temamî ji holê rakin, ew namûs a ku ji me kurda ra pirr girîng bû, dixwazin wê ji bikin tune. Dixwazin malbatê rakin, jiyaneka bê mêr, bê jin, bê namûs, bê nikah bikin malbatê. Wê demê em bêjin jina kesî tune, hevalên azad hene. Hunê biçin parkekî, mêrîk bi tev jina xwe (ya ku 40 sal e zewicine) rûniştine, herin bi destê jinikê bigrin bivin, ger jinik razî be, mêr nikaribe pê midaxele bike. Aha ev jiyana tenê di nava berêz/xinzir da heye, kûçik jî jiyanek wiha qebûl nakin, lê mixabin ewana ji kurda ra vêya diecibînin!.. Dema malbat xirav bû, civak jî xirav dibe, dema mirov berjewendiyên xwe tenê fikirî ne dê, ne bav, ne eqreba, ne civak, ne dewlet ji mirov ra girîng nay. Wê demê ew mirova dikare malbata xwe, millete xwe, dewleta xwe jî, ji bo berjewendiyên xwe bifroşe. Gelî xuşk û bira, malbata xwe, eqrebayên xwe, milletê xwe biparêzin ku em jî wek milletê cîhanê bibin xwedî dewlet, xwedî al û xwedî rûmet. Bi rêz û silavên germ. M,Nureddîn Yekta
27.01.20121

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir