Dr. Sadık Şerefkendi 11.01.1938 Mehabad – 17.09.1992 Berlin

Dr. Sadık Şerefkendi 11.01.1938 li Mehabadê hat dunyayê. Dibistana seretî û navendî li Mehabadê xwend 1959 li Tahranê Kimya qedand û ta 1965 li Urmiye û Mehabadê Mamostê kimyayê bû. Sala 1973 da wî û Dr Abdurrahman Qasimlo hevdu naskirin. Sala 1976 li Fransa Li universita Pierre û Marie Curie’de Doktora xwe stend. Sala 1979 tev li KDP Îranê bû. Îranê (rejima Xumeyni) di Tebaxa 1980 li hember hêzên kurdî cîhad îlan kir. Piştî şehadeta Dr.Qasimlo (1989 ji hêla rejima rafizî va) bû serokê Partiya Demokrata Kurdistan a Îranê.   15-17 Êlûna sala 1992’an da ji boy civîna Sosyalîst Enternationalê hat Berlînê. Piştî civînê ew hevalên xwe Fetah Ebdulî, Humayûn Erdelan û Nûrî Dêhkurdî li Berlînê di Restauranta Mykonosê da ji hêla îstîxbaratên Îranê va hatin şehîd kirin. Hezar rehmet li wî û hevalên wî be, her wiha hezar lanet li îran û hevalbendên wan be. Xwedê şiûrê bide kurdên terefdarê îranê û ku dilê wan nexwe bi biratiya îranê û gelên îranê dişewite ku ew gela jî heroj bi kuştina kurda çepika lêdixin! M.Nureddin Yekta
17.09.2019  

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir