Em kurdên bawermend ji sê hêlan va dorpêçkirî di bin zilmê da ne”.

Me çi gotibû: “Em kurdên bawermend ji sê hêlan va dorpêçkirî di bin zilmê da ne.”
2- Cîranên nexwe misliman,
Dema min got Kurdistan hima xwe hêrskir got “tu bûy kafir, jina te hat berdan derhal tobe bike, an nanê te nay xwarin, emê rabin.”
* * *
Di pey dewra seadetê ra, ereba Dînê Îslamê boy berjewendiyê xwe, boy mal, milk, talan, kole, cariye û xenîmetê bikar anîn. Bêheddê wisan pêşve çû ku dema di navbera du grûbên mislimanan da jî şer biqewimiya mal û milkên hevdu talan dikirin. Wek şerrê melûn Yezîd û Neviyê Peyxember Hüseyin kurê Alî. Bi min Hz. Mihemmed (a.s.) bi fetha Mekkê dawî li mijara kujtin, kole, xenîmet û cariya anîbû. (Ev mijara min a îro nîne zêde liser nasekinim.) lê piştî Wî, ereb dîsa zivirîn ser kultura xwe ya berê!
Piştî seltenet bi navê xelîfetiyê ket destê Osmaniyan (1517), wana jî wek ereban Îslam û xîlafetê ji boy berjewendiyê xwe bikar anîn. Îtaeta xelîfe nehîşt omet parçe bibe, herkesî zimanê xwe bikar dihanî, çand û kultura xwe dijiya. Lê piştî cumhuriyetê rewş hate guhertin, dewletê gav bi gav kurdî qedexe kir. Wek min sehkirî, demên ewil yê cumhuriyetê da zimanê gelek kurda jêkirin jiber ku bi kurdî axivîbûn.
Dewletê li alîkî ziman qedexe dikir, kesên biaxivîyana wan ceza dikir, medreseyên me qedexe kirin!.
Yek cîhkî ku kurda têda dixwend medrese bûn, li her gundeki mizgeftekî, bi her mizgeftekî ra hucrekî feqiyan hebû!
Daxwaza dewletê gerek kurd cahil û nezan bimana, ji çanda xwe, kultura xwe, edebiyata xwe, dîroka xwe dûrketine.
Demek dirêj li Kurdistanê dibistan jî venekirin, lê dema dibistan vebûn wê demê jî kurd bûn kart-kurtê tirka. Dewletê bi sê aliyan pêşî li zimanê me digirt. Yek ziman qedexe bû!
Dudo eslê me tirk bû, em tirkê çiyayî bûn, navê me ji kart-kurta kurşe hatibû bûbû kurd!
Sisê em birayê hevdu bûn, kê omet perçekira ji dîn derdiket dibû kafir, jina wî dihat berdan, nanê wî nedihat xwarin.
Di mizgeftên Diyanetê da sohbet û xutbe bi tirkî bû, ne mela fêm dikir xutba wî çi dibê ne jî cemaetê tiştek ji mela fêm dikir.
Gotina kurd bi tenê sedem bû ji boy ceza û girtinê.
Dema em deh kurd û yekê tirk bihatina bal hevdu, me mecbûr dikirin ku em bi tirkî biaxivin. Lewra tefrîqa di din da caîz nebû! 😉
Wê bigotina di dînê me da em bira ne, gerek em cudatiyê nekin nava mislimanan, Xweda yê me yek, peyxemberê me yek, dînê me yek, qîbla me yek, yek yek yek….
Dema te bigota madema em yek in, de ka hun jî çar kelîma fêrî kurdî bin.
Digotin ma dewleta kemalîst li we tenê zilme nake, li me jî dike, werin em dest bidin hevdu bila îslam bibe hakim, wê dem zimanê we jî serbest dibe. Niha gelek problemên me hene, keçên me sergirtî nikarin biçin dibistana, hukmê Quranê rabûye, li dunya wiyalî pirsa ziman nakin, ya dîn û îmanê dikin, ziman tiştekî besît e, ew jî wê çareser be, lê ecele nekin!
Peyxemebr aleyhisselam gotiye “kî nijadperestiyê bike ew ne ji ometa min e, dema kurtçitiyê nîne. Ewên bêjin em kurd in, em cuda ne, ewana nijadperestiyê dikin, (bi zimanê wê demî kürdçitî dikin.)
Mînak wisan pirr hene min hemiyan bi navê Îslamda Irk sorunu ve Kürdler” wek pirtûkek çapkiriye. Kesên bixwazin dikarin wek pdf. ji rûpela min ya bi navê www.niviskar.com bigrin ser têl an komputera xwe.
De baş e, dema min got ez kurd im ezê bibim nijad perest ji ometê dûrkevim lê dema hun bêjim em tirk in, an ereb in hun ji ji ometê dertên an na? Bersiv na! Em dernakevin, lewra em dewlet in lê hun dixwazin dewleta me parçekin!
Dewletê cematên îslamî, terîqetan jî baş bikar danî. Bi taybet piştî wefata Seîdê kurdî, texrîbatêki mezin liser pîrtûkên wî çêkirin û ji boy yekîtiya dewletê bikar anîn. Dema min medrese dixwend (1969-1976), seydayên medresan 2 cûre bûn, hinekên rîsaleê nûr dixwend ruhê xwe ji boy yekîtiya Omet (dewleta tirk) didan, ji seydayên welatparêz ra jî digotin Kurdçî, ırqçî, nijadpesret, komînist v.s.
Seyda û feqiyên bigotina em kurd in, wan jî didan dadgeha, ji wezîfe davêtin, mora kafiriyê didan ser wan!.
Li Erdnigariya me, cemaetên îslamî tirka sazdikir, lê endam kurd bûn. Ew kurdên di wan cemaetan da, ji tirka pirtir dijminê kurdîtî bûn, me nikaribû di cemaetan da bigota em kurd in!
Min bixwe jî heya sala 1982’an Erbakan destek dikir. Erbakan wekîlê mehdî bû! Şerîet danî, Quran dibû yasa, herkes digihîşt mafê xwe, lê dema min ifadê wî yê dagehê xwend di payiza sala 1982, min li çoke xwe xist, min got hewax em pirr hatine xapandin. Ji wê rojê şûnva jî, min bawerkir ku ger kurd çi îslamî, çi sosyalîst, çi dmeoakrat bin ger rêxistina wan bi serê xwe nebe, hemî berpirsiyar kurd nebin, ew rêxistina ebeden biser nakevin. Mînak pirr in û liber çava ne.
Sosyalîstên me biratiya gelan diparêzin!
Kemalistên me ji boy yekitiya Tirkiyê şerr dikin,
Mislimanên me boçika Îran, Erebistan û Filîstîn in!
Çima?
Lewra bend ne di dest kurda da ye! Hemî cemaetên nexwe îslamî û hemî rêxistinên sosyalîst li Tirkiye girêdayê bi MITê va ne. Mit hemiyan îdare dike!
Em ji boy biratiya tirk, ereb û farisan (haşa huzura we) q. xwe diqelêşin lê min ta îro sehnekirye ku mirovek ji wan behsa mafê kurda kiribe!
Wek min gotibû di pirtûka min da hemî bi dirêjayî hatine şirovekirin, Pirtûk 194 rûpel e.
Jiber ku ez dibêjim ez kurdekî mislimanim, Xwedê çi maf daye we tirka wî daye me jî mafê me înkar nekin, carê carek min bi rêxistinekî illegal va girêdidin doz liser min vedikin. Sala 1981 da doz li min vekirin. Sûcê min bigor wan.
1- Fetwayê şaş dide (wekî dibêjim bi peretî xêra xwendina Quranê ji mirinya ra naçe)
2- Kurdçitiyê dikim
3- Bi Rizgarî û ala Rizgarî ra têkilyê min hene. (Wê demê li vartoyê apoci tunebû, ger pkk heba wê bi wan va jî girê bida.)
Di sala 1993am da jî nexwe min bi emrê Karkeran Kurdistan Dindarlar Birliĝi ava kiriye, endamên xwe fêrî şer kiriye tam emê biçuna çalekiyan min girtin 🙂 Liser masekî 2 kelenşînkof, 4 debançe, 7 bombe, 3 hezar gule, 50 hezar dolar hebû. Liber wênê min kişandin, nexwe cebirxana hêza me bû 🙂
Sala 94 carek, sala 95 careka din min derdest kirin, avêtin zîndana mersin û konyayê.
11.11.1996an da jî 12,5 ceza li min birrîn, ez bi qaçaxî revîm Almanya.
Hemî îdiayên wan derew bûn, lê ji boy min ceza bikin ji xwe ra wan çêdikir.
Wek min bi sedan kurd wiha bi îftira hatin ceza kirin. Gelekan jî şehîd xistin, ji nehya me wek Şeyx mehmet Emîn, wek Mela Mehyeddînê Domê.
Rojekê êvarê du camêr hatin mala me. Yek ji Batmanê, demek dirêj serokê hereketeka îslamî bû, yek jî ji Bingole bû. Gotin me navê te sehkiribû, me xwest em hevdu nasbikin,
Baş e ser sera ser çavan hatin.
Piştî hinek sohbetê min got li Kurdistanê..
Serokê hereketê xwe hêrskir got: “Tu bûy kafir, jina te hat berden, nanê te nay xwarin (xwarin li ber me ye), derhal tobe bike an emê rabin.
Min got: ” Ya Rebbî min tobe, jiber ku kelîma Kurditanê ji devê min derket Tu min efû bike, bi kelîma Laîlahe Îllallah, Muhammedun resulullah, ez îman û nîkaha xwe nû dikim”
Min pirsî mamosta îja bû?
Got elhamdulîllah tu dîsa bûy misliman!
De werin nekenin! 🙂
Çi bêjim Xwedê kurda îslah bike. Me dînê xwe baş nasbikira meyê bizaniba ku çawa mafê dewletbûnê ji hemî ometê ra heye, wisan em jî xwediyê wî mafî ne.
Mislimanên cîranên me bi olê wiha me xapandibûn, lê hemd ji xweda ra bawermendên xwenas rojbiroj zêde dibin mizgîn li we!
Bimînin di xêr û xweşiyê da
M.Nureddin yekta
01.1.2021  

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir