Fransayê dersa dîroka kurd kir mufredata dibistanên xwe!

Dewleta Fransa îsal dersa dîroka kurdî kir mufredata dersa dibistanan. Ji îro şûnva êdî zarokên li Fransa, di serî da zarokên tirkan jî ku li Fransayê dixûnin ji kilasa 11 şûnva wê êdî dersa dîroka kurda bixûnin. Türkiyê ev nûçe wek nûçeyek Flash parvekir û pirr bi tundî li hember derket. Bi angorê dewleta Tirkiyê vaya dibe propaganda pkk! Vaya bi serê xwe, nexwe propaganda terorîsta ye. Bi vê tewra xwe Tirkiyê kurda hemî terorîst dibîne. Nexwe propaganda pkkye, her wekî pkk di perwerda hevalên xwe da pirr girîngî dide ser dîrok û zimanê kurdî!. 40 sal e pkk 40 xule yani 40 deqe dersa zimanê kurdî, diroka zimanê kurdî nekiriye mufredata xwe. Li zîndanan û heya li serê çiyan jî hemî ders û perwerda wan, bi tirkî ye Payîza 1996 ta bihara 1997an ez li zîndana Konyayê bûm, herftê pênc rojan deh saet, du rojan jî 8 saet ders didan girtiyan. Mijara dersê nivîsên ne xwe apo ku texmîna min da pirrên wan nivîsên Yalçin kûçik bûn. Min pirr îsrarkir ku hima heftê saetek dersa dîroka kurd, saetek dersa cografya (erdnîgarîya) kurd û saetek jî dersa zimanê kurdî bikin mufredatê. Mixabin piştî îsrara min a sê mehan, tenê heftê saetek dersa zimanê kurdî kirin mufredatê. Lê mixabên wê saetê jî, tu kesek ciddî liser ranewestiya, heya hinekan henekên xwe bi zimanê kurdî dikirin. Hinekan jî digotin ziman pirr girîng nîne, ku me konfederalîzm anî cîhanê wê demê herkes fêrî zimanê xwe dibe! Em werin çi heye di pîrtûka Fransayê ya dersa zimamê kurd da. Di pirtûkê da behsa 40 milyon kurda tê kirin ku gelekî xwediyê herî mijarek zêde ye û bê dewlet in. Va sed sale ku kurd, di bin işxala çar dewletan da dijîn û sad sale jî, kurd ji boy serxwebûna xwe micadelê dikin, lê cîranên wan (tirkiye, suriye, ıraq, îran) nahêlin ku kurd biser kevin. Di pirtûkê da dinvîsîne ku “armanca dewleta Tirkiyê tunekirina hebûna kurda ye, loma jî Erdoxan bi destega Trump Rojava îşxal kir.” Halhale kurda yanzde (11) hezar şehîd dan û dunyayê ji bela DAEŞê xilaskir. Dunya ji kurdan da deyndar e mixabin piştî têkçûna DAEŞ dunyayê kurd jibîr kir. Di pirtûkê da ji şagirtan dipirse gelo rola kurda li hember DAEŞ çibû? Çi ferq heye di navbera kurdên Rojava û kurden başur da? Kurdên Başur xwedan sitatûyekê ne, lê Tirkiye nahêle Rojava bibe xwedî mafek! Di pirtûkê da bi dirêjayî behsa dîroka kurda û di dîrokê da çend dewlet avakirine dike.
Mixabin pirr behsa Tirkiyê derbarê kurda da bi nehênî tê kirin. Gelî xuşk û bira!
Mixabin dewleta Tirkiyê sed sale behsa kurd, dîroka kurd, zimanê kurd înkar dikir. Îro zarokên tirka li Fransa dîroka kurda wê bixûnin, cara yekem hîn bibin ku kurd milletek cuda ye. Ger bi rastî em bira bana, gerek Tirkiyê di dibistanan da dîroka kurda bida xwendin, zimanê kurdî bida xwendin.
Mixabin van salên dawîn hebûna kurda qebûl dikin lê ziman û dîroka wan dîsa înkar dikin. Di meclisa wan da ku yek du bêje bi kurdî biaxive di qeydan da wek zimanê X tê nivîsandin. Yanî kurd hene, lê ziman, dîrok û  mafên kurda tune. Bi min ev siyaseta Tirkiyê şaş e û ji Tirk û Tirkiyê ra karek wê jî tune. Bîstûyek sal e ku ez vê mijarê liser înternetê dinvîsînim û bi vîdeoyan jî di kanala xwe ya youtubê da parvedikim! Mixabin dewleta tirk van nivîs û vîdeoyên min jî, wek propaganda terorê qebûl dike û dozan liser min vedike!
Îro hêjî tîşortekî çêdikin li ser bi 18 zimanan dinvîsînin lê kurdî têda tune. Li Erzurumê bi neh zimanan dinvîsînin “maske bidin ber devê xwe” Lê dîsa têda kurdî tune, halhale nifûsa Tirkiyê ji sedî 45 kurd in. Hê jî, ji şaredariyan lewhên kurdî radikin.

Behsa şerê cîhanê a yekemîn dikin û dibêjin ku me kurd û tirka bi biratî li hember Îngilîz û Fransiza şerr kir û va dewleta avakir. Lê îro li Tirkiyê zimanê Îngiliz û Fransiza mecbûrî û zimanê kurda qedexe ye. Gerek Tirkiyê vê bizanibe êdî dewra berê derbas bû. Teknîk pirr pêş ketiye dunya ketiyê telefonekê ew jî di cêba mirov da ye.
Dem dema ku her şexsek dikare televîzyonek veke, ciwanên kurd li xwe zivirîne xwe nas dikin, dîroka xwe dixûnin û li mafên xwe xwedî derdikevin. Îmkana înkara kurd êdî mimkin nîne. Tirkiyê rojek pêştir ji şaşiyên xwe bizvire. Hemî qedexeyên liser zimanê kurdî û navên kurdî rake. Zimanê kurdî û dîroka kurd di dibistanan da bide xwendin. Tirk baş bizanibin ku di cîhanê da ji kurda bêtir dostê tirka nînin.
Bimînin di xêr û xweşiyê da. 18.09.2020
M.Nureddin Yekta
 

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir