Hevaltiya-tirsonekan

Rehmetiya bavê min digot “tu caran bi tirsonekan ra nebin heval lewra dema zor pêdikeve hima di cîh da we dihêle û direve! Her wiha bi tirsonekan ra jî li hevdu nexin. Bi tu kesî ra lihev nexin lê ger ku hun bi mêrxasa ra lehevdû bixin û lingê we bişeqite hun bikevin binî, mêrxas radibîn mirovan berdidin, lewra difikirin ku careka din tu êrîşî wî bikî, wî dîsa te bavêje erdê, bikeve ser singê te! Lê ku tirsonek bikevin ser singê mirov, êdî mirovan bernadin. Ji tirsa xwe mirovan dikujin, lewra difikirin dibên ger ez wî berdim û vaya rabe ser xwe, wê îja ewê min bavêje erdê li min bixe!”
Şîretên bavê min hemî di cîhda bûn. Hin şîretên wî salek şûnva, hin şîretên wî deh sal şûnva, hin şîretên wî sî sal şûnva bi tecrubên min rastiya wan derket holê!
Gelî xuşk û bira!
Mirov jiyanê bi tecruban fêr dibe ne bi xwendinê. Di jiyana mirov da gelek tişt tên serê mirov, mirov ji wan dersekê digre û ji mirov ra dibe tecrûbe.
Sala 1981 da ez li Vartoyê mizgefta merkezê da îmam bûm. Rojeka îniyê dema derketim ber derî, min dît ku du polês li ber derî li benda min in. Gotin dozger (sawcî) te dixwaze, keremke em di nava mehellê (tax) da biçin.
Min got nexêr em di nava çarşiyê da biçin. Armanca min ew bû ku di çarşiyê ew 500 kesên îro li pey min nimêj kirin, dema me bibînin wê çend kes boy min werin. Lewra dema melûn kenan evren bû, kî biketa destê deswletê diçû êdî nedihat.
Hun bawer bin bi sedan kesan me dîtin, mixabin yek kesek ji boy min nahat!
Em çûn bal dozger, bo mesela fetwakî şikayet hebû. Min ji dozger ra îzah kir ku meselên fetwa ne yê sawcî ne, vana meselên me mela ne. Derketim hatim mala xwe.
Piştra gelekan pirsî gelo xêr bû sawcî bang te kiribû?
Min got dema polêsa min bir, wê demê gerek we pirskira, niha her tişt normal e, gereka pirsê jî nake.
Her wiha du sal berê ez çûbûm Tirkiyê. Li Balafirgeha Stenbolê polîsa min girtin birin bal dozger. Nexwe min propaganda terorîsta kiriye, doz li min vekiribûn.
Piştî mehkemê, cezayê qedexa derketina ji Tirkiyê û mehê 2 caran biçim polîs xwe nîşanê wan bidim, dane min.
Hun bawer bin ew kesen ku dema ez li Almanya bûm heftê carek telefonê min dikirin, ji tirsa xwe, hejmara telefona min jî, ji telefona xwe verotibûn.
Piştî ez vegeriyam Almanya vêcarê jî, ji hinek hevalan telefona min xwestibûn. Min got telefona min nedin kesî.
Bê mal xirabno, ez li Tirkiyê hun li Almanya kî wê were navê min di telefona we da bibine. Mabû ku tu gunehek min jî tunebû. Piştî mehkema duduya, min berdan hatim Almanya mala xwe.
Her wiha dema li Tirkiyê bûm hinek eqrebayên min, ji wiha ji tirsa newêribûn li min silavê bikin.
Tewsiya min li ciwanan!
Hevalên xwe baş nasbikin, tu caran nebin hevalên revokan û tirsonekan.
Bila dost û hevalên mirov du kes bin lê bila mêr bin, hezar dost û hevalên tirsonek nakin mêşekî reş.
Bimînin di  xêr û xweşiyê da.
M.Nûreddin Yekta
24.12.2021
 
 

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir