Kî pirr hesûd/dexes e?

Hesûdî tiştek baş nîne. Hem bi awahî olî, him jî bi awahê civakî.
Gotinek ereba heye dibên ku Hedîs e jî, “El-hesûd la yesûd” (Yanî mirovên hesûd/dexes naghîje mirada, serkeftî nabe).
Lê ev xûyê nebaş di hinekanda pirr zêde ye, Xwedê hefza me bike. Dibêjin ku sê camêr çûne bal melakî gotine em sê kesên dexes, em dixwazin ku tu biryar bidî ka kî ji me pirr hesû de? Mela got fermo: 1. got: Ez wisan hesûd im naxwazim ji tu kesî ra qencîkî bikim! 2. got: “Ez wisan hesûd im, ne dixwazim ji kesî ra qenciyekê bikim û ne jî tu kes ji min ra qenciyê bike, 3. got: Ez wisan hesûd im, ne dixwazim ez ji tu kesî ra qenciyê bikim, ne tu kes ji min ra qenciyê bike û ne jî tu kes ji tu kesî ra qenciyê bike” Mela got yê 3. min ji hemiyan xiravtir e, Xwedê hefza me ji te bike! 🙂 ———————————– Hinek kurdên bê namûs hene ew jî wisa berredayî ne: Ne ji xwe ra dewletê dixwazin! Ne ji kurdên herçar parçê din ra dewlet dixwazin! Ne jî dixwazin ku kurdek ji xwe ra dewletê bixwaze Ne jî kurdek ji kurdên din ra dewlet bixwaze!
Vaya jî têra wan nake, di serda dibin dijminê welatparêzan, wan bi teror û xaîniyê îtham dikin ku dagerker hinek hestî bavêjin ber wan. Lê fêm nakin ku bi qasî kûçikekî jî qiymeta wan li cem xelkê tune, lewra mirovê ji qewme xwe ra xaîn be, wê ji xelkê ra çiqas dirist be?
Bê qiymet in lê hay wan ji wan tune!
                                         M.Nureddin Yekta . 01.05.2021

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir