Me çi gotibû: “Em kurdên bawermend ji sê hêlan va dorpêçkirî di bin zilmê da ne.”

1- Dewlet
2- Cîranên nexwe misliman,
3- Kurdên dijminên ola Îslamê

1- Dewlet:
Ezê pirr bi kurtî vê şirove bikim.
Roja ku Îngilîz û Fransiza dewleta Osmanî parçe kirin, sîstema xelîfetiyê (her çiqas xelîfetî nebû, seltenet bû jî, lê bi navê xelîfetiyê mislimanan li dora xwe civandibû) rakir, ji wê rojê şûnva jî, mirovên xwe danîn ser text, kirin îqtidar. 22 dewlet ji ereban ra, yek jî, ji tirkan ra avakirin. Bingeha (hîm) van dewletana bi taybet ya dewleta tirka liser du tiştan dane rûniştandin.

a) Sîstema îslamî (wê dem hin qanûn bigor îslamê bûn) rake, xelîfetiyê fexiske, sîstema laîk deyne şûnê.
b) Gelên di Tirkiyê da dijîn bi taybet Kurd, hemî asimîle bibin, zimanê xwe û nasnama xwe jibîr bikin, hemî bibin tirk.

Ev mesela asimîleyê ne tene piroja tirka bû, her wiha jî, proja Îngilîz û Firansiza bû, lewra ne tenê di Tirkiyê da, li Surî (Fransiz) û Iraqê (Îngilîz) jî nasnama kurda nasnekirin tu mafekî nedan kurda.
Hêjî îxaneta wan dom dike. Bi proje û alîkariya Îngilîzan Kerkûk hat dagerkirin. Ger Firansa û Îsraîl bi rastî alîkariya kurda bikirana, ev bûyer nediqewimî. Ewana jî tenê karta kurda li hember Tirkiyê bikar tînin ku ji tirka zêde tawîz bistînin. Lê di heqîqeta xwe da Îsraîl û Tirkiye dost in, bi alîkariya Tirkiyê Îsraîl bû endamê Yekîtiya Milletan.
Mînakek pirr barîz jî! Wayê niha tirk û îsraîl bi hevru ra li Karabaxê li hember Ermeniyan  şerr dikin! Gelên din li Tirkiyê pirr hindik bûn, zû asimîle bûn, lê Kurda berxwe didan û hêjî berxwe didin. Piştî biryara cumhûriyeta laîk, Şeyx Saîd got: “Tişta me û tirka li cem hevdu dihîşt Ola Îslamê bû, tirka ol rakirin êdî tişta ku me li bal hevdu bihêle nema, emê him li ola xwe him jî li netewa xwe bibin xwedî û ji tirka biqetin.” Bi vê şiûrê qiyamê dest pêkir. Yanî serhildana li hember du bingeha. Ol û Netew. Dewletê ev serhildana bi du awahî da nîşan. Ji hundur (tirkan) ra wek serhildanek isyanî ya netewî li hember dewletê ku dixwazin dewletê parçe bikin xirav bikin, ji derva ra jî wek serhildanek şerîetxwaz, xilafetxwaz da nîşan. Bi vî awahî him li hundur him jî li derva nehîşt ku tu kesek an dewletek bibe alîkarê kurda. Tam bi eksê vê hemî dewletên laîk, demokrat, sosyal demokrat, qiraltî, sosyalîst hemiyan alîkariya dewleta Tirkiyê kirin. Çimkî dunya nû ji navê xelîfetiyê xilas bûbû, kurda jî nexwe dixwestin xilafetê bînin û bibin bela serê dunyayê. Lewra dunyayê Selahaddînê Eyyûbî jibîr nekiribû. Ger kurd bibin xwedan dewlet, bibin xwedan hêz, nanê wan li Rojhilatê namîne. Boy vê ye ku dewlet pirr bi tundî li hember kurdên misliman disekine.
Armanca min bi kurdê misliman yanî “yên ku dibêjin belê em misliman in lê çi mafê ometê heye gerek ewan mafana bidin me jî,” (ez behsa kurdên mislimanên li pey, îran, ereb, filistîn û millî görüş û akp nakim!) Sibata sala 1993an bu, yekem car bû ku min derdest kiribûn. Wê demê emniyet di dest terorîstên feto da bû. Komser Xelîl ji min ra wiha got: “Kurdên wek te him kurd him jî misliman ji boy me pirr telûkekî mezin in, hemd ji Xweda ra (Allaha şükür) ku yek mirovek li pey te tune. Lewra hun li hember herdu hîmên dewleta me disekinin. Dema hin kurd netewa xwe bi ola îslamê biparêzin, kurd jî bibin xwediyê vê şiûrê, pêşî lê nay girtin.”
Min jî got Xwedê mezin e, îro kurda vê fêm nekiribîn lê roj hebe hemî ji min baştir fêm bikin.”
Xelîl ji hevalên xwe ra got: Mela birçî ye wî bibin têr bikin. Min birin têra dilê xwe li min xistin, elektrîk dane min, ez bê hiş mame, dema min çavê xwe vekir ku ez li hucrê ser bêtonê direjkirî me. Boy vê dewlet dijminê kurdên xwenas e. Bi taybet ku him kurd him jî misliman be, sûcê wî du qat dibe. Min vê di jiyana xwe da pirr caran diye. Hin dipirsin madema dewletê îslamîyet rakir çima Diyanet heye? Birano Îngilîz pirr baqil in, xwestin diyaneteka an jî islameka wisan bihêlin ku zirara wê ji dewleta laîk ra tunebe, heya ji sîsteme ra bibin alîkar. 3 Adar 1924’an da Diyanet ava kirin. Ciyê ku endamê Diyanetê li wir kar dikin cemaeta xwe girê didin bi sîstema laîk va. Heya niha we diye ku endameki Diyanetê di aleyhiyê dewletê da tiştek gotibe? Dîn her dem bi destê Diyanetê di kontrola dewleta laîk da ye. Mijar dirêje lê ,min pirr bi kurtî nivîsî bi hêviya ku me ji hevdu fêm kiribe. Silav rêz bo we hemiyan M.Nureddin Yekta
31.10.2020

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir