Rêxistinên liser navê kurda çêdibin liser çar qisma ne!

Rojbaş gelî xuşk û bira!

Bigor fikra min rêxistinên liser navê kurda çêdibin liser çar qisma ne!

1- Rêxistinên ji hêla dijminên kurda va tên ava kirin, armanca wan yek tiştek e, ew jî kurda di bin kontrola xwe da bihêlin. Wê carêcarkî wekîlekî xwe deynin ser serê rêxistinê, dem dem jî serokê wê rexistinê biguhêrin, rengekî demokratîk bidin wê saziyê/rêxistinê boy kurd baş bixapin!.

2- Rêxistin hi hêla kesên welatperwer da tê sazkirin, lê piştî saziyê, enaniyet/ezîtiya hin kesan dikeve pêş. Wê bêjin me rêxistin sazkir lê ki wê bibe serokê rêxistinê?
Li vir enaniyet/ezîtya hin şexsan dest pêdike. Ez serok, tu serok, ew serok! Wiha niqaş destpêdike, ew rêxistina bi dilgermî saz dibe, jiber enaniyeta hinek kesan bi avakirinê ra berbi xiraviyê diçe.
Wê deh kes rêxistinê sazkin, bibin du parçe 5 û 5, wê dûvra disa parçe bin bibin 2 u 3. Her wiha di dema saziyê da rêxistin wê baweriya xwe wenda bike, lawaz bibe û biqede.

3- Rêxistin ji hêla hin kesên niyetnebaş va tê avakirin. Armanca hin kesan wê çend kesan bînin bal hevdu, bi wan rêxistinekê an girûbekê ava bikin xwe bidin pêş. Yanî armanca rêxistinê tenê rant e! Bi vê grub an saziyê wê an berê xwe bidin Başur ji boy rantekî an navekî, an jî berê xwe bidin partiyên siyasiyên din, ji boy ji wan kelepîrekî bidest bixin. Di saziya rêxistinê da samîmîyet tune, loma jî rêxistin mezin nabe, tenê dikeve xizmeta hindik kesan.

4- Rêxistinên îdeolojik. Her çiqas dem dem navê kurda, mafên kurda bînin ziman jî, lê di ratsiya xwe da ewana ji boy îdeolojyia xwe herkesî bikar tînin, bi dijminê kurda ra lieer îdeolojiyê bi hevdu dikin, mafê hevalên xwe yên îdeolojik diser mafê milletekî mezlûm da digrin.

Bi zanîn an jî nezanîn, dewama zilma zaliman liser vî milletê mezlum destek dikin.

Wek mînak. Îran dijminê kurda yê herî xedar e, vêya dibînin lê dema quwetek din berê xwe bide îranê, xwe û mezlûmiyeta xwe jibîr dikin, xwe didin kêleka îranê. Dibên va dewleteka îslamî ye, milletê wî mezlûm e, em naxwazîn kes li wan zilmê bike. Halhale dema kurdên mezlum liser vinc û bin pira bidarda dikin, ew milleta destên xwe lihevdu dixe.
Bi kurtî ewqas bes e.
Silav rêz

M. Nûreddîn yekta
     06.02.2021 

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir