Şeyx Mahmud Berzencî


Şeyx Mahmud Berzencî
Şeyx Mahmud Berzencî kurê Şeyx Saîd Berzencî ye, sala 1878’an hatiye dunyayê.
Şeyx Saîd di dema Osmaniyan da sala 1908’an da li hember Osmaniyan serî bilindkir. Şeyx Mahmûd jî destek dida bavê xwe, lê serhildan biser neket.
Şeyx Saîd, Şeyx Mahmûd bi tev malbatî û hevalbendên wan sirgûnê Mûsilê dibin.
Bi sûîkastekê li Mûsilê Şeyx Saîd û kurê wî Şeyx Ahmed tên şehîd kirin.
Bi zordariya eşîrên kurda Şeyx Mahmûd serbet berdidin û diçe Suleymaniyê.
Piştî Îngilîz li Rojhilata Navîn dibin desthilatdar, naxwazin kurd jî bibin xwediyê sitatûyekê. Şeyx Mahmûd vê qebûl nake. Lewra di armanca Şeyx Mahmûd da yek kirina her çar parçê Kurdistanê heye, dixwaze Kurdistanek serbixw ava bike. Di 22.05 1919 da Kurdistanek serbixwe îlan dike. Bi vê minasbetê jî, bihara sala 1919’an da li hember Îngilîza şer dest pêdike. 17 Hezîran 1919 Şeyx Mahmûd mexlûb dibe, êsir dikeve destê îngilîzan û wi didin mehkemê, dûvra jî sirgûnê Hindistanê dikin.
Di parvekirina erdê kurdan da, di navbera Îngilîz û Osmaniyan da îxtilaf dertê, îngiliz Şeyx Mahmûd şûnva tînin Suleymaniyê û destek didinê ku Kurdistanek serbixwe ava bike.
Ev ne diyariya wiha dom dike heya 24 Temmûz 1923’an. Li Lozanê tirk û îngilîz bihevdu dikin, erdê Îraqê yê îroyên (bi tev Kurdistanê) didin Îngilîzan.
Îngilîz destek didin qiraliyeta Îraqê, êrîş tînin ser Kurdistanê. Balafirên îngilizan Gulana 1924’an Kurdistanê bombebaran dikin, Suleymaniyê ji 3/2 xirav dikin.
Şeyx Mahmûd ji mecbûrî terka bajêr dike. Bi destega îngilîzan qiralê Îraqê Faysal Kerkukê îşxal dike, ala Iraqê li ser kela Kerkûkê daliqînin, Kurdistan bi tevahî dikeve destê ereban!.
Şeyx Mahmûd jî diçe Îranê. Paşê dîsa dizvire Îraqê. 9 Çiriyê 1956 (09.10.1956) li Bexdayê wefat dike.
Hezar rehmet lê be ciyê wî cennet be!
Amîîîn
M.Nureddin Yekta
08.10.2021  

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir