Eqrebayên pîs!

Xwedê mirovên nebaş neke eqrebayên mirov. Dema ez hatim Almanya xwarzîkî min hebû li Mersin di bereqê da dijiya. Min got were bikeve daira yekem, dukanê jî, ji xwe ra bide kirê. Daîra 2. eşyayê mê têda ye, bila bimîne li eşyayê me xwedî derkeve ka çi dem ez vegerim welat.

Ketiye daire 2. hemî eşyayê min bikar aniye. Dikanê jî kiriye holika mirişka. Salê 80 TL vergiya emlakê hebû wî jî nedaye.

Diser da li muşteriya geriyaye ku xani bifroşe, mixabin nikaribûye tapû bide loma kesî nekiriye. Piştî deh salan ez pê hesiyam. Min di şuna 800 Tl.da 17.000 hezar perê belediye da. Perê çend sala av û elektrika wî jî da, ji xanî derxist, mixabin di serda eqreba ji min xeyidin gotin te çima derxistiye. (Daira 3. di tamîrê da bû)

Dikanek (büro) min jî li Ciftciler cad. 228 hebû. Me ew jî teslîm kir, va 25 sal e bi wê dikanê îdara xwe dike. Berê odaciyê xelkê bû tuwaleta wî paqij dikir.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir