Ruweyda

Ew keça bayburdî navê wê Ruweyda
Dilêm birîndar êş li min kir peyda
Ez dîn û har kirim kîrime sewda
Ka ji min ra çi dibêj delala Ruweyda

Biriyên wê reş in çavên wê belek
Derdê xemên min pirr bûnhe gelek
Liser çavên reş ew ew biriyên xelek
Ka ji min ra çi dibêj delala Ruweyda

Xwezî min nediye ev xanima delal
Wê dunya xweş ba ronî û zelal
Bese evîndar êdî, ji bonê nenal
Ka ji min ra çi dibêj delala Ruweyda

Bejna zirav wekî taka fîdan e
Pir bê merhemet ne dîn û îmane
Jiber esqa te reng û hal nemane
Ka ji min ra çi dibêj delala Ruweyda
M.N.Yekta

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir