Roja 15 Gulanê roja cejna zimanê kurdî ye!

Cejna we piroz be!
Roja 15 Gulanê roja cejna zimanê me ye!

Her milletekî bi zimanê xwe liser piya dimîne. Ger hun bixwazin milletekî ji holê rakîn, hunê zimanê wan xirav bikin.

Ger milletekî zimanê xwe jibîr kir, bi zimanê biyaniyan, an jî bi zimanê dagerkeran axivî, ew milleta êdî liser piya nikare bisekine.

Hemî rewşenbîr û nivîskarên xelkê, zimanê xwe bikar tînin. Ji boy xatirê biyanî fêm bikin bi zimanê biyaniyan nanvîsînin, bikar naynin!.

Le mixabin kurd wisan nînin. Kesên xwe rewşenbîrên kurd dibînin (ku bi min wana îxaneta herî mezin dikin) û bi zimanê tirkî, erebî û farisî dinvîsînin, wana dibin sedemê asimîla zimanê me, xizmeta wan ji xelkê ra ye.
Gelo we çend heb nivîskar, zanyar û rewşenbîrên tirk, ereb û eceman dît ku ji boy kurd fêm bikin bi kurdî dinvîsînin?

Mimkîn nîne, lewra herkes ji xwe ra xizmetê dike, lê hima kurd ji xelkê ra!
Zimanê me hebûna me ye!
Zimanê me dayika me ye!
Zimanê me ayetek ji ayetê Xweda ye!
Li zimanê xwe xwedî derkevin!
Zaroke xwe fêrî zimanê kurdî bikin.
Bi kurdî biaxivin, bi kurdi binvîsînin, bi kurdî bixûnin, bi kurdî bigrîn, bi kurdî bikenin!  15.05.2020

Jiyan bi kurdî xweş e!                                                           M.Nureddin Yekta

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir