Hz. Adem
Dema beriya Hz.
Adem:
Di beriya hatina Hz.
Adem ku hat dunyayê
kaînat hebû.
Erd hatibî
çêkirin û bi hemî nîşanên jiyanê hatibû xemilandin. Yanî, ji bo nehatina
Adem (a.s.) tu sedemekî nemabû. Belê ya ku tê eqlê mirov, gelo kaînat ji çi
demî va heye? Kes nikare bersiva vê pirsê bide. Lê di beriya hatina Hz. Adem,
dunya hatibû şiklê jiyanê. Jiyana Adem (a.s.) û ya heywan û nebatan. Gelo di
beriya Adem’da (a.s.) li rûyê dunyayê însan, an jî hinek mexlûqên din hebûn
an ne? Ger
hebin, gelo çi bûn an kî bûn?
Dema mirov li qissa Adem (a.s.) û axaftina ku di navbera Xwedê û melaîketan
da derbas dibe dinhêre, mirov dizane ku bê şubhe di beriya Adem (a.s.) da li
rûyê dunê jiyan û hinek mexlûqên din jî hebûne. Hin dibêjin ku di beriya
Adem’da 12 (dwanzde) Adem yên din jî hatine rûyê erdê.
Lê tu
delîlekî di dest wan da tuneye.
Îro tê zanîn ku dunya bi milyaran sal berê hatiye avakirin. Gelo ji bo çi
ewqas sal bê jiyan bimîne? Ji bo Adem (a.s.)?
Na mirov vê zen nake!
Dema
Xwedê di Qur’an’a Pîroz da behsa Adem (a.s.) dike pê re behsa hinek mexlûqên
din jî dike, herwekî Melaîket û şeytanan. Xwedê dibêje ku „Şeytan di beriya
Adem’da ji agir hatibû afirandin.“ (1)
Afirandîna Adem:
Dema Xwedê Teala dixwaze Adem çêke, ji melaîketên xwe re dibêje lê melaîket
wekî neqayîliya xwe tînin ziman. „Ew dema ku Xwedê ji melaîketan ra got, ezê
li ser rûyê erdê xelîfekî (yanî mirovekî ku bi navê min û bi hukmê min li
ser rûyê dunyayê hukum bike) çekim, melaîketan î’tiraz kirin û gotin; „gelo
Tu yê li rûyê erdê yekî xirabiyê bike û xwînê birêje çêbikî?“ Xwedê got: „Tiştên
ez pê dizanim hun nizanin“ (2)
Piştî demekî Xwedê Adem afirand û ruh daniyê, ji melaîketan ra got: „De ija
jê re biçin secdê (secda hurmetê, ne secda îbadetê herwekî em hemî dizanin
ku secda îbadetê her ji Xwedê ra tê kirin), melaîketan hemî bi emrê Xwedê
secde birin, lê şeytan di nav melaîketan da bû û wî secde nebir. Şeytan
melek nîne û ji agir hatiye çêkirin, çawa ku me berê jî zikir kiribû. Xîtaba
Xwedê ji hemiyan ra ye. Ji ber ku melaîket pirr in, bi vê minasebetê navên
wan tê zikirkirin.
Wisan tê zanîn ku bûyer li rûyê erdê ye, lewra tê rîwayet kirin, ku Cibraîl
xweliya Adem (a.s.) ji hemî hêlên dunyayê tîne û çamûra wî lihevdixe
(hevîrdike). Ne ku Cibraîl (a.s.) ji rûyê erdê xweliyê dibe asîmanan û piştî
çêkirina Adem carek din Adem dîsan tîne dunyayê!
Piştî şikildayîna Adem û dayîna ruh ji wî re, Adem dibe mexlûqekî zindî û bi
îrada xwe tevdigere (3)
Piştî ku melaîketan ji Adem re secde birin şeytan li himber emrê Xwedê
derket û secde nebir.
“Ka ew dema ku me ji melaîketan (û cinnan) ra got: Ji Adem re secde bibin,
ji xêrê şeytan herkesî secde bir, lê wî (şeytan) secde nebir, rûguhert,
(pişt da emrê me) qurretî kir, xwe mezin zanî û bû ji ehlê küfrê (4)
Yekê bêje şeytan melek nebû, gelo muxatebê emrê Xwedê dibû? Belê ew jî
muxatebê emrê Xwedê bû, ger muxateb nebûya gerek jê re mesûliyet jî tuneba!
Piştî vê bûyerê, Xwedê Teala Adem dişîne cennetê. Bi angorê qeneeta me ev
cennet, ne cenneta ku piştî mirinê qenc diçinê! Belku li rûyê erdê cîh kî
gelek baş û xweş û tijeyê ji hemî new’ê nî’metên Xwedê ye. Lewra ew cenneta
di piştî mirinê da ku qencên Xwedê diçinê, ne cîyê qedexa ye û şeytan û
muşrik jî nikarin biçinê.
Di vî derbarî da gelek
ayet hene.
Di vî derbarî da Hindo dibêjin ku: „Adem kolê mê bûye û ji cem me reviyaye.“
Ji vî gotina Hindoya hinek alîmên Îslamê dibêjin ku îhtimal heye cenneta
Adem têda li başûrê Hindistanê bûye û demek şûn ve ketiye bin derya Hind.(5)
Lê bi gorê qeneeta me cenneta Adem têda erdê Mezopotamya yê kevn bûye, ku ew
erda bêrê erdekî pirr bi adan bûye.
Bi angorê hinek zanyaran jî, Adem di cenneta Fîrdews da bûye û piştî ji wir
hatiye derxistin sirgûnê komgiravên Ceylonê û Hewwa jî sirgûnê Ciddeyê bûye.
Di vî warî da delîlekî sehîh di dest me da tuneye, belku Xwedê baştir
dizane.
Afirandina dayika ne Hewwa:
Bi qasî ku em fêmdikin, dayîka me ya Hewwa jî, wekî bavê me yê Adem, ji
xweliyê hatiye afirandin. Hinek dibêjin ku Hewwa ji parsûyê Adem yê çepê
hatiye çêkirin. Bi qenaeta me ev riwayet qewî nîne, belku ew zanyarana
ketine bin tesîra vê „rîwayeta ku dibêjin Pêxemberê me gotiye: Jin wekî
parsûya xwar in....“ Pêxemberê me bi vê hedîsa hanê, mîsalek ji bo jina
aniye û gotiye gerek jin bi nesîhetê werin başkirin, ne bi zor û zecr û
lêxistinê. Ne ku Pêxember bi vê hedisê behsa afirandina jinan dike!
Piştî şandina Adem û Hewwa ya cennetê, Xwedê ji wan ra dibêje: „Hun dikarin
ji hemî nî’metên cennetê bixun, vexun lê nêzîkî vê dara hanê nebin û şeytan
ji we re dijmin e û hay ji hile û desîsên wî hebin.“ Lê mixabin şeytan diçe
cennetê, herdukan dixapîne, bi wan ji darê didexwarin û dibê sedemê
derketina wan a ji cennetê.(6)
Pişti demeka dûr û dirêj, ku Adem û Hewwa ji hev dûr dimînin û dûv re bi
kerema Xwedê li çiyayê Erefatê rastê hev du tên. Tê zanîn ku Xwedê tewba wan
qebûlkiriye û wan gîhandiye hev du. (7)
Di pişt vî ra demekî dirêj, bi hev re jiyana wan derbas dibe û ji wan gellek
zarok tên dunyayê. Çiqas zeman jiyane kes nizane, lê bi angorê hinek
riwayetan, Hz. Adem 930 li dunyayê jiyaye.
Xweda yê Teala ji Adem re pirtûk (10 sehîfe) şandiye û bi Adem gelek ilim
daye zanîn herwekî ilmê fizik, kimya, tip û matematîk... Ji xêrê vê, dibêjin
ku Hz. Adem bi zimanê Suryani, İbrani û Erabi li ser kerpîçan pirr tişt daye
nivîsandin.
Gelo Adem (a.s.) Resûl bû an jî Nebî?
Ev mesele tam nahatiye
zanîn. Belku hinek zanyar ji rîwayeta Ebu Hureyre ku dibêje: İnsan diçûn bal
Nuh (a.s.) û jê ra digotin -tu Resûlê yekemîn î- delîl ji xwe re tînin û
dibêjin Adem Nebî bûye, Resûl nebûye. Lê wekî tê zanîn ku Nuh (a.s.) Resûlê
yekemînê di pey tofana meşhûr da bûye. Ji vê jî tê zanîn ku, tu ziddiyet di
navbera riwayetan da tuneye.(8) Dema mirov dinhêre ku ji Adem ra pirtûk
hatiye û bûye pêxemberê zurriyeta xwe, mirov dikare bêje ku Resûltiya Adem (a.s.)
qewîtirê ji Nebîtiyê ye, lê ya herî rast û qenc Xwedê pê dizane.
Xwedê ji Adem ra jî, rojî û nimêj ferzkiriye, dibêjin ku nimêja Adem ya sibê
bûye (9)
Ji vê pêda ku hinek dibêjin „Adem ewqas sal li cennetê, ewqas sal li Erefê,
ewqas sal giriyaye û ewqas dem ew Hewwa bi hev ra mane“ hemî ne sehîh in.
Lewra mirov bi yekî ra cîraniyê bike ewqas halê wî nizane, ka wê çawa halê
Adem bizanibin ku di rîwayetên sehîh da nîne û kesî jî pêra cîranî û hevalî
nekiriye!
Bi vê minasebetê me nexwest ku em zêde li ser jiyana Adem (a.s.) nesekinin.
Dersên ku mirov ji
jiyana Adem (a.s.) bigire:
1- Hz. Adem xeta kiriye û bi xeta xwe hesiyaye
2- Î’tirafê bi xeta xwe kiriye û poşman bûye
3- Loma li nefsa xwe kiriye û gotiye çi kesên li pey nefsa xwe biçin li xwe
zulmê dikin.
4- Bi zulumkirina li nefsa xwe îqrar kiriye û lavayê Xwedê kiriye.
5- Omida xwe neşkênandiye û demek dirêj dewamê toba xwe kiriye.
6- Xwedê jî toba wî qebûlkiriye û ew bexişandiye.
- - - - - - - - - - - - - - - - - - - - - - - - - - - - - - - - - - -
(1) Hicr/28, (2) Bakara/31, (3) Hicr/26-31, (4) Bakara/34, (5)
Kisesul-Enbiya/9, (6) Bakara/35-38, A’raf/19-25, (7) Bakara/37, Taha 122,
(8) Kisesul-Enbiya/11´, (9) Ianetut-talibin c.1/21
Muhammed Nûreddîn Yekta
|