Îmam Buxarî
(194-256 /810-869)
Bûyin û jiyana Îmam Buxarî:
Ebû Abdullah Muhammed b. Îsmâil b. Îbrâhim b. el-Muxîre b.
Berdizbeh el-Cûfî el-Buxarî.
Muxîre b. Berdizbeh, bi wasita waliyê Buxarayê Yeman el-Cûfî bûye musliman,
bi vê minasebetê jê re Cûfî tê gotin. Di derheq bav û kalikê Buxarî da zêde
tişt nay zanîn.
Muhammed el-Buxarî di 13 Şewwal a 194 Hicrî / 21 Temmuz 810 da, roja Îniyê
li Buxara'yê hatiye dunyayê. Ji ber vî, jê re Buxarî (ji Buxarayê) tê gotin.
Hêj biçûk bûye bavê wî miriye, ew bi tevî birayê xwe Ehmed êtîm mane.
Terbiya xwe ji dayîka xwe girtiye. Serweta bavê têra malbatê kiriye û wan
muhtacê kesî nekiriye. Bi vê minasebetê karibûye bixwîne. Di biçûkiya xwe
da, Qur'an xwendiye û hînî zimanê erebî bûye. Di yanzde (11) saliya xwe da,
dest bi hînbûyîna Hedîsan dike. Di şanzde saliya xwe da, bi tev bira û
dayîka xwe va diçin heccê. Bira û dê şûn ve dizvirin Buxara'yê, lê ew li
Mekkê dimîne ji bo îlîm bixwîne. (210 h./825 m)
Di hîjde (18) saliya xwe da, pirtûka xwe ya "Kitâbu Qadâya's-Sahabe
we't-Tâbiin" û "et-Târîhü'l-Kebîr" nivîsandiye. Ji bo zanîna dîn, bi qasî
şeş salan li Hîcazê maye. Çûye Misir, Besra û Bexdayê. Balkişandina wî bi
helbestan ra jî hebûye lê zêde nenvîsandiye. Kêfa wî ji spora cengê ra jî
dihat, hînî suwariyê û avêtina tîrê bûbû.
Hevsalên wî, pirr medh û senayê wî dikin. Yek ji van Îmam Muslim e. Hinekên
jê hesûdî dikirin, derheq wî da gotinên nebaş digotin. Herwekî digotin; "Buxarî
dibêje Qur'an mexluq e". Ji vê xeybetê Îmam Buxarî tu rehetî nedît. Ji
Hîcazê çû Buxara'yê, lê li wir jî rehet nekir. Emîrê Buxara'yê Xalid b.
Ehmed gazî Buxarî kir û jê xwest ku pirtûka Camius-Sahîh û ya et-Tarîx bi
zarôkên xwe bide xwendin. Îmam Buxarî ev teklîfa redkir û got: "Meclisên
îlmî gerek ji bo herkesî vekirîbin. Kî bixwaze, bikaribe were û ji îlmê
îstîfade bike. Ez nikarim îlmê di navbera çar dîwarên koşka Emîr da hepis
bikim". Ji bo vî meselê, nava wî û Emîr Xalid xirab bû û emîr ewî ji
Buxara'yê sirgûn kir. Buxarî diçe Semerqendê, li wir bi navê Hartenk gundekî
heye û eqrebayên wî li wir rûtinên. Buxarî di nav wan da bicîh dibe. Kesên
Semerqendê dixwazin ji îlmê Buxarî îstifade bikin, ji bo wî çend heyetan
dişînin û jê rica dikin ku Buxarî were Semerqendê. Îmam Buxarî tedraikê
çûyîna xwe dike, lê mixabin nexweşdikeve û şeva cejna Remezanê wefat dike
(30 Remezan 256 h. / 31 Tebax 869 m.) Cenazê wî roja cejnê piştî nivro li
Hartenkê defindikin. Xwedê jê razîbe.
Şexsiyet û karekterê wî:
Îmam Buxarî xweyî zêhn û zekakî pirr tûj bûye. Bi yek carek xwendin an jî
guhdarîkirinê mijarê ezberdikir. Di gerra xwe da tişt nedinîvîsand, lê dema
jê dipirsîn, herçî hedîsên guhdarîkiribû hemî ji cemaetê ra dixwend. Ew zata
bi ezberkirina pirr hedîsan jî meşhûr bû.
Mirovekî ziravê dirêj bûye. Mirovekî helîm, selîm bû lê di extiyarîyê (Kâlî)
da xûyê wî hêj nerm bûbû. Di derbarê îlîm da pirr bi diqqet bû, nedixwest bê
delîl tu tiştî bêje. Di derheq xelkê da pirr nerm diaxivî û digot: "Ez
dixwazim xeybeta tu kesî nekim û bi vî awahî biçim huzûra Xwedê". Di derheq
rawiyên hedîsên zeîf da jî, tu kelîmekî nebaş nabêje. Hetta di derheq rawîkî
virrek da jî, "fîhî nezer" ( têda xirabî-îxtilaf heye), an "seketû anhû" (derbarê
vê hedîsê da zanyaran deng nekirine - sikûtkirine) digot.
Ji Muellifên Kutûbê Sitte yek jî En-Nesaî ye. Dibêje ku min Îmam Buxarî dît
û ew mirovekî rastgo, emîn û muheddisekî bi aqil bû. Di dîroka Îslamê da yê
yekemînê xweyê pirtûka sahîh ew e. Hinek zanyar dibêjin "Buxarî, ji Ayetên
Xweda yê rêveçûyî ye. Necm b. el-Fazil dibêje: "Min di xewna xwe da
Hz.Resûlullah (a.s.) dît, ji gundekî derketibî diçû û Îmam Buxarî jî li pey
wî bû. Pêxember gavek davêt, Buxarî jî yek gavek davêt û lingê datanî şûna
lingê Pêxember".
Îmam Buxarî alimekî bi îlmê xwe emel dikir. Di tabi'bûna sinorê Îslamî da
pirr neşmî (titiz) bû. Di derbarê helal û heram da pirr bihest bû. xebata wî
di warê îlmê hedîsê da ji bo riza Xwedê bû, serweta bavê xwe jî, di vê rê da
serfkiribû, mirovekî camêr (merd) bû, Destên xwe dirêjî kî bikir,a jî bo
Xwedê dikir. Pirr Qur'an dixwend, pirr nimêjên sunnet dikir. Bi angorê hinek
riwayetan sê roja carek Qur'an xitimdikir. Hedîsên ku dinivîsand işaret
dikir û dida ber serê xwe paşê xewdikir. Beriya seherê (sibê) hişyardibû,
nimêja şevê dikir, paşê jî sêyeka Qur'anê dixwend. Lê di meha Remezanê da li
pey terwîha jî, dîsan sêyeka Qur'anê dixwend.
Bi gor îfada Buxarî, seydayên wî yên hedîsan ji hezarê zêdetir in. Wî digot
"ez senedên hemî hedîsan jî dizanim û yên ku senedên wan zeîf bin ez pê
îtibar nakim.
Hinek ji Seydayên wî yên hedîsan:
1- Ehmed b. Hanbel
2- Eli b. el-Medînî
3- Îshak b. Rahuyeh
4- Îsmail b. Îdrîs el-Medînî
5- Yehya b. Maîn
6- Ebdullah b. Zubeyr el-Hamidî
7- Eli b. el-Hasan b. Sekîk
8- Ebu Asim en-Nebil es-Seybânî
9- El Mekrî, Abdulazîz el-Uveysî.
10- Îbrahim b. el-Es'as
11- Îbrahim b. Musa el-Hafiz
12- Mekkî b. ibrahim el-Belhî
13- Muhammed b. Abdullah el-Ensârî
14- Muhammed b. Selam el-Bikendî
15-Süreyc b. en-Numan
16-Yehya b. Yehya
Feqiyên wî yên meşhûr jî ev in:
1- Ebu Îsa et-Tirmîzî
2- Îbnî Ebî Dâvud
3- Muslim b. Haccac ve en-Nesâî.
4- Muhammed b. Nasru'l Mervezî
Nivîsên Hedîsan:
Di destpêka Îslamê da hedîs nedihatin nivîsandin. Ji ber kû Qur'an hêj
nahatibû civandin. Sehabe ditirsiyan ku ayet û hedis tevlihev bibin. Dûv re
Qur'an ku hat civandin û ev tehlîke ji holê rabû, ji nivîsa hedisan ra jî rê
derket û gelek zanyaran nivîsandina hedîsan tiştekî baş dîtin. Bi vî awahî,
di dewra tabiînan da dest bi nivîsa hedîsan hat kirin. Îmam Malik (179/195
h.) Hedîsên Pêxember nivîsand û gotinên sehabe û tabiînan jî, lê îlawe kir.
Di pey Îmam Malik da jî, nivîsên hedîsan dewamkirin.
Sedemê ku Îmam Buxarî Camius-Sahîh nivîsand du tişt in. Yek, seydayê wî jê
ev tişt dixwest, dudu, wî di vî warî da xewnek dîtibû. Bi vê minasebetê ev
pirtûk nivîsand.
Camîus-Sahîh:
1- Îmam Buxarî sirf hedîsên sehîh kir vê kîtabê û ji bo dîtina hedîsan, di
her mijarî da hesanî ji herkesî ra çêkir.
2- Bi vê esera xwe, bû delîl ku Îmamên beriya wî, bi angorê hedîsan fetwa
dane û bingeha delîlan qewî ye, ne bi gor fikr û kêfa xwe.
3- Zanyarên Îslamî ev pirtûka ji xwe re kirin wek mînakek, di sehîhbûna
hedîsan da şertên Buxarî qebûlkirin. Ev pirtûk bû wek noxtekî merkezî ji
aliman ra.
4- Buxarî di amadekirina vê pirtûkê da, pirr neşmî tevgerriyaye. Ji nava
şesidhezar hedîsan (600.000) ev hedîsana hilbijart. Hejmara hedîsan
hefthezar û dused û heftêûpênc (7275), ger em hedîsên mukerrer jê derxin,
çarhezar (4000) hedîs dimînin.
5- Di Camîus-Sahîhê da hedîs, bi angorê mijaran hatine topkirin û di nav xwe
da jî qisim qisim in. Di vî esera da hedîsên ku li ser îxtilaf hene cîh
nedanê.
Kitêb bi xizmeta 16 salan hatiye holê, ji ber vî mirov ji te'lîfa pirtûkê ra
nikare cîh ki mueyyen bibîne.
Kitêb ji 97 beşan tê wicûdê û li ser 3450 qisma ye. Hedîsên ku ji sê (3)
rawiya hatine rîwayetkirin 22 nin. Hedîsên bi eynî sened û metnê di gelek
ciyan da hatine nivîsandin 23 nin. Di pey Qur'anê ra, pirtûka herî sehîh
Buxarî ye, yeka wek wê jî Muslim e, ji vê ra jî sehîh dibêjin û ji herdukan
ra bi hev re "Sahîheyn" tê gotin. Ji her çar pirtûkên hedîsan dinên (Nesaî,
Tirmizî, Ebû Dawûd, Îbnî Mace) ra jî "Sunen" tê gotin. Ji her şeş pirtûkan
bi hev re "Kutubîs-Sitte" dibêjin.
Ji bo vê esera Buxarî gelek şerh hatine nivîsandin, yên meşhûr "Umdetu'l-Qari"
ya Eynî, "Fethu'l-Barî" ya Esqelanî û "Kewâkibu'd-Derârî" ya Kirmânî ye.
Eserên wî yên din:
1- Tarîxul Kebîr: Pirtûkekî muhîm e ji bo hedîsvanan, Buxarî di hêjda saliya
xwe da, bişev li bal qebra Resûlullah (a.s.) nivîsandiye. Li Heyderabadê di
tarîxa 1941-1954 da çar cild, di 1959-1963 da jî sê cildên wê hatine
çapkirin.
2-Tarîxul-ewsat: Kurtaya Tarîxul-Kebîrê ye, hinek nusxên wê hene. Îbni Hecer
di Tehzîbût-Tehzîba xwe da ji vê pirtûkê neqil dike.
3- Tarîxus-Sexîr: Kurtebira Tarîxul Kebîrê ye. Bi tevî Zuafaus-Sexîrê di
sala 1325 an da li Hindistanê hatiye çapkirin. Zuafaus-Sexîr behsa halê
rawiyên zeîf dike. Di sala 1323-1326 an da li Hindistanê hatiye çapkirin.
4- Et-Tarîxu fi Ma'rîfetî Riwati'l-Hedîs we Nukâti'l Asar we's Sunen we
Temyîzu Siqetîhîm mîn Zuafaîhîm we Târîxu Wefâtîhîm: Rîsalekî biçûk e.
5- Et-Tewarîxul-Ensab: Behsa halên taybetiyên hinek şexsan dike.
6- Kîtabul-Kuna (Kunya): Behsa kunyê rawiyan dike. Di sala 1360 an da li
Heyderabadê hatiye çapkirin.
7- Edebul-Mufred: Pirtûk Hedîsên di derheq exlaq da dicivîne. Di 1306 da li
Stenbolê, 1346 da li Qahîrê, 1304 da li Hindistanê, hatiye çapkirin.
8- Re'ful-Yedeyn fîs-Salatî: Rîsalekî di derbarê destbilindkirina di nimêjê
da ye. Di sala 1257 da li Kalkuta yê, di 1299 da li Delhîyê hatiye çapkirin.
9- Kîtabul-Qiraatî Xelfel-Îman: Rîsalekî ye, behsa xwendina di nimêjê da li
pey îmam dike.
10- Xeyru'l Kelâm fî Qiraatî Xelfîl-Îmam: Bi tev tercema wê ya bi zimanê
Ordu di sala 1299 li Delhiyê, di sala 1320 da li Qahîrê hatiye çapkirin.
11- Xelqul-Efalîl-Îbad werrdd Alel-Cehmiyye: Di derbarê redda dîtinên
Mezhebê Cehmiyye hatiye nivîsandin û 1306 li Delhîyê hatiye çapkirin.
12- El-Eqaîd weya et-Tewhîd: Eqîda Îslamê îzahdike.
13- Abarus-Sifat: Derheq hedîsan da hatiye nivîsandin û li hinek kitêbxana
nusxeyên wê hene.
Ji xêrî vana hinek pirtûkên dinên jî henin û dibêjin ew jî eserên Buxarî nin:
1-Bîrrul- Walîdeyn
2-El-Camîu'l Kebîr
3-Et-Tefsîrul-Kebir
4-Kîtabul-Hîbe
5-Kîtabul-Esrîbe
6-Kîtabul- Mebsut
7-Kîtabul-Îlel
8-Kîtabul-Fewaid
9-Esamus-Sahabe
10-Kîtabu'd-Duafa
11-El-Musnedul-Kebir
12-Sulâsiyyat.
M.Nûreddîn Yekta |