Îmam Îbn-i Mace (209-273 H.)
Îbni Mace kiye?
Îbnî Mace di sala 209 hicrî de li bajarê Qezwînê hatiye dunyayê, di sala 273
hicrî, di dawiya meha Remezanê roja Duşemê jî wefat kiriye. Xwedê rehma xwe
lê ke. Navê wî Ebu Ebdullah Muhamme b. Yezîd b. Mace el-Qezwîn, Mewla Rabîa
ye. Wî kitêba bi navê Es-Sunnen nivîsandiye ku ev kiteb jî, yek ji „Kutubên
Sitte“ tê qebûlkirin. Ew zata yek ji hafizên ji esra sêyemîn e.
Her çiqas bi navê Îbnî Mace meşhûr be jî, di navnameya malbata wî de îxtilaf
heye. Hinek dibêjin ku „Mace“ navê kalikê wî ye. Lê riwayeta herî qewî ew e
ku, Mace navê bavê wî ye. Koka bêja Mace ne erebî ye, belku farisî ye.
Firûzîabadî di qamûsa xwe de dibêje ku; „Mace leqeba bavê wî ye“.
Bêja Mace ji hêla hinek hedîsvana da cûda cûda tê xwendin. Hinek Îbnî Maceh,
hinek jî Îbnî Macete dibêjin, lê bi taybetî zanyarên kurd û yên tirka jê re
Îbnî Mace dibêjin, ji ber ku ( t ) ya glover ya erebî di zimanê me û yên
tirkan de bikar nayê, bê ( t ) xwendina nav ji me re hêsan e.
Îbni Mace di zaroktî û xortaniya xwe de li cem gelek zanyarên Îslamê,
hedîsvanên meşhûr ders xwendiye. Herwekî Muhammed b. Abdillah b. Numeyr,
Abdullah b. El-Muaviye, Hîşam b. Ammâr, Dâvud b. Ruseyd, Ebûbekir b. Ebî
Şeybe, Îbrahîm b. el-Munzîr el-Xezâmî.
Herwiha ewî jî dersa gelekan daye û dûvre ewanan jî di alema Îslamî de bûnin
hedîsvanên meşhûr, herwekî Muhammed b. Îsa el-Ebherî, Ebû'l-Hasan el-Qettân,
Suleyman b. Yezîd el-Qezwînî, Ahmed b. Îbrahim el-Qezwînî, Îshâk b. Muhammed
el-Qezwînî. Evanên ku me jimartin, yên herî meşhûr in, lê yên wek wan bi
sedan hene. (Zehebî, Tezkiretü'l-Huffâz, II, 183).
Wek tê zanîn Îmam Îbnî Mace jî, herwekî zanyarên din ji boy xwendin û
dersdayîna ilmê li gelek bajar û dewletan geriyaye. Herwekî Iraq, Besra,
Kûfe, Baxdad Mekke, Şam, Misir û Rey. Di vê gera xwe de gellek hedîs
nivîsandiye. Bi alimên herî meşhûrên di van bajaran de hevdîtin çêkiriye û
bi wan re suhbeta li ser dîn kiriye, ji wan ilmê hedîsê hinbûye (fêrbûye).
Îbnî Xellikan di derheq Îbnî Mace de wiha dibêje; „Ew mirovekî di warê ilmê
hedîsê de îmam bû û dîsan di vî warê de, di hemî mijaran de xwediyê dîsiplîn
û otorîtê bû.“ (Îbnî Xellikan, Wefayatul-A’yan III/407)
Îbnî Mace, herwekî îlmê hedîsê, di îlmê tefsîr û tarîxê de jî xwediyê îlmekî
fireh û mezin bû. Di warê tefsîrê de û di warê dîrokî de pirtûkên wî hene. (Ebul-Ferec
Îbnul-Cewzî, El-Muntazam, V / 90 ).
Pirtûka Sunen-i Îbnî Mace:
Ev kitêba yek ji Kutubên Sîtte (her şeş pirtûkên ku sehîh hatine qebûlkirin)
ye. Lê ji ber tertîba rind û zêdeya beşên di pîrtûkê de, cîhkî girîn ji boy
vê pirtûk heye di nava Kutubên Sitte da. Wek tê zanîn pirtûka herî meşhûr ya
Îbnî Mace jî ev kitêba ye. Di vê kitêbê de hedîsên Pêxember (a.s.) bi angorî
beşên fiqhê hatine tertîbkirin. Di muqeddîma (pêşgotin) pirtûkê de, Îbnî
Mace behsa girîngiya girêdayina bi Sunnetê û xwedûrgirtina ji tiştên bid’et
dike. Û ew hedîsen ku têkilaya wan bi wan meselan hene tevî civandiye cem
hev, bi vê minasebetê jî ev Pirtûk ji grûba Sünen hatiye qebûlkirin.
Îbni Mace dema ev pirtûka xwe hemî nivîsand, pirtûkê da cem Ebu Zur’a
er-Razîye daku fikrên xwe li ser pirtûkê bêje, Ebu Zur’a bi tenkidkirina „Hedîsan“
alimekî meşhûr bû. Piştî tedqîqa li ser Sunenê, Ebu Zur’a wiha dibêje: „Ger
ev pirtûka bighîje destê însanan, ez zenndikim ku pirtûkên hedîsan wê di nav
gel de cihê xwe bigirin.“ Di derbarê hedîsên îsnad zeîf yên di Sunena Îbnî
Mace de jî wiha dibêje: „Ez hevîdar im ku hejmara wan hedîsên zeîf ji siyî
derbas nebe.“
Di vê Sunena Îbnî Mace de 37 kîtap, 1515 bab û 4341 hedîs hene. Ev reqemana
bi angorî tehqîqa M. Fuad Ebdulbaqî ku hatiye çapkirin, hatine danîn. Ji van
4341 hedîsên di Sunena Îbnî Mace de ne, 3002 heb hedîs di „Kutûbên Sitte“
yên din de jî hene. Lê yên ku bi tenê di Sunenê de hene, hejmara wan 1339
heb in. Dereca sihheta van hedisên ku bi tenê di Sunenê de hene wiha hatiye
tesbitkirin.
------------------------------------------------------------------------------
1- Yên ku Ricali Siqqa û îsnadi hesen 199 heb
2- Yên îsnad zeîf 613 heb
3- Belku sedemê ku ev pirtûk di şûna pirtûka Darimî (w.255) de, ji Kutubê
Sitte hatiye qebûlkirin ev zideya (pirrbûna) hedîsa ye, çimkî gelek hedîsên
di vir de hatine nivîsandin di Kitêbên din de tunene.
Ji zanyarên Îslamê yê ku cara yekem ev pirtûka ji Kutubi Sitte qebûlkiriye
Îmam Muhammed b. Tahir el-Meqdisî ye. Meqdîsî di pirtûka xwe ya „Surutul-Eimmetis-Sitte“
de vê Sunenê ji Kutubê Sitte qebûldike. Ji wî şûn ve jî wisan dewamkiriye.
Zehebî di derbarê Îbnî Mace de wiha dibêje: „Ev pirtûkek qenc e, ger hedîsên
wehyê rindbûna wê hinek nebiribana wê qenctir ba, lê ew hedîsana jî hindik
in. (Zehebî II. rûpel 189)
Rawiyên meşhûr yên ku Sunen rîwayet kirine evana ne. Ebul-Hesen el-Qettan,
Suleyman b. Yezîd, Ebû Ca’fer Muhammed b. Îsa û Ebû Bekr Hemîd el-Eherî.
M.Nûreddîn Yekta |