Malper/Anasayfa
M.Nureddin Yekta'nin sayfasina hoş geldiniz!..

Çîrokên Gel

Tira Fatê û Misto (Ji qissê hisse)

Rojek ji roja Paşa û wezîrê xwe derdikevin nêçîrê. Ta êvarê digerin tu nêçîrek nabînin. Dema dibe êvar di nava daristanê da rastî malekê tên. Paşa ji wezîrê xwe ra dibêje; „Em îşev li vira bibin mêvan, ka ev mala bi tenê li vir çi dike hale wan çiye?“
Dema diçin ber malê, mêrik û jina xwe li ber derî ne. Li wan silav dikin û dibêjin; „em rêwî ne, li der mane ku mimkin be îşev bibin mêvanê we.“
Camêr dibê „ser çavan fermo werin mal.“
Dema diçin hundir, mêrik dibê „eva ez Misto vaya jî jina min Fatê.“
Paşa jî navek sexte li xwe û wezîrê xwe dike, wisan xwe didin nasîn.
Fatê ji wan ra hinek dew û mast amade dike, sere du hêka li hev dixe dide ber wan.
Piştî nanxwarinê demek diçe, Fatê ji nişkava tirek dike. Misto dipirse “Fatê tira te dibê çi?
Fatê dibê “Misto tira min dibê vana ne rêwiyên normal in, yek ji vana paşa ye yek jî wezîrê wî ye.”
Paşa û wezir şaş dimînin li çavên hevdu dinhêrin.
Misto dibê; „Fatê ferq nake mêvan mêvan e, ser cava. Bila işev li vir mêvanê me bin sibê oxira wan ya xêrê be.”
Piştî demekê Fatê dibê „Misto gelo dema razanê hat, ez ciyan amadekim bila mêvan razên an ne?“
Misto aletê xwe derdixe, lê dinhêre, sere wî wê da virda diqelibîne, dibê „Fatê seet tam deh (22:00) dem hatiye ciyan deyne.“
Paşa ji wezîr ra dibê; “ka bi dizî li seetê binhêre seet çîye?”
Wezir xwe arxayîn dike, dinhêre belê seet tam dehê şevê. Di ber xwe da dibê „paşa yê min set deh!.“
Paşa dibê „lawo wezîr rabe ku arif TIRA Fatê be, dem û zeman jî bi k. Misto be, halê me xirav e sibe li me nay!“

Vaya min li ser çi got:
Heya serokê me ji me nebin, heya rêber û zanyarên me ji me nebin, tirk û faris û ereb ji me ra pêşkêşiyê bikin, bibin serok û rêber, hale me xirav e û siba me jî nay!
Bi silavên biratî

M.Nureddin Yekta
09.06.2014
 

 

Bizvirin rûpela pêkeniyan