Malper/Anasayfa
M.Nureddin Yekta'nin sayfasina hoş geldiniz!..

Çîrokên Gel

Cendirme û Ezana Sibê

Jinan dîsa weki hercar elbên xwe dabûn destên xwe diçûn ser kaniyê. Ji xwe li gund kanîkî tenê hebû. Jinên gund li wir diketin dorê, car hebû ku saetekê dor nedihat mirov. Boy vê jî, pirr caran liser kaniyê gelek jin dicivîyan û suhbet jî dikirin. Rojek wiha dîsa jin civîyabûn û ji nişkava dengek hat, dikir qerîn û digot:
- Cendirme hatin cendirmeeeeeeee!

Dengê zarokek 8 salî bû. Lê dema bêja cendirme derbas biba hemî gund, mezin û biçûk, jin û mêr hemî ditirsiyan. Ji yên ku pir ditirsiyan yek ji wan jî Melayê gund Mela Sebxetullah bû.

Mela yekê kal bû. Dema min ew dît (1980) derdorê 80 salî bû. Wî di ciwaniya xwe da, ji destên cendirma pirr kişandibû. Dema yek partîtî bû. Wan deman bi gelemperê hemî gelên Tirkiyê, lê bi taybetî jî gelê me pirr zor û zecir, pirr heqaret û zilim dîbûn.

Wan deman her cendirmek general û her generalek jî fîrewnek bû. Dema cendirme diketin gundan, gund xirav bikirana kesî ji wan hesap nedipirsî. Bi xwe diketin malan, kontrol dikirin, ji xwediyê malê rişwet distendin, kêfa wan bixwesta dibirin qereqolê li wan êşkence dikirin, dûvre jî minneta xwe didan ser wan û wan azad dikirin. Ferq nedikir ku derheq wan malan da şikayet heba an tuneba! Ji xwe li welatê me, kesî nikaribû ji polêsan an ji cendirman bipirsiyan „ka destûra we ya mal kontrolkirinê heye an ne?“ Ji xwe ev pirsa bi tenê, dibû sedemê mehkum kirina mirovan, heta carnan dibû sedemê kuştina wan jî!..

Boy vê kesên ku ew rojana dîbûn tirsa wan zêdetir bû. Wan ji zarokên xwe ra, zaroka jî ji torinan ra digotin. Her wiha tirs liser herkesî dubare dibû. Loma jî zarokan dema behsa cendirma dibihîstin wek tellalan dikirin gazî dakû herkes hay ji xwe hebe. Kesên çekên wan hebin çekan veşêrin, kesên qaçax hebîn ew jî birevîn xwe xilas kin.

Dema jinan ev deng bihîst, Zelixan zivirî ser milê xwe yê rastî ji Fatimê pirsî:

- Erê Meta fatim, gelo cendirme îja bo çi hatin gund?
Fatimê girikên sermilên xwe wiha berjor hejand, lêva xwe xwarkir, bê made got:
- Ez nizanim, lê dibe ku boy Mela hatibin.
Zelîxan:
- Mela?… Melayê reben, extiyar kal, ka wê bi mela çi bikin?
Fatimê:
- Qey tu pê nehesiyayî? Wê rojê di navbera wî û Beko da xirecir çêbûbû. Beko gotibûyê „tu hemî gundiyan wek hev nagirî, diçî mala hinekan û naçî ya hinekan, tu ezanê bi erebi dixûnî ezê li cem başçawişê qereqolê şîkayeta te bikim!“ Dibe boy tiştek

din be, an jî dilê wan goşt xwestibe, werin biçin malekê, xwediyê malê bitirsînin û ew jî ji wan ra pezek serjêke û biziqimînin û bicehimin biçin.
Zelîxanê got:
- Kurrê hişbe, dibên deng diçe erdê, guhen erdê hene, de welle cendirme vê gotina te sehkin, wê ka çi bînin serê te.
Fatim :
De qey ez ji kê çêtir im, wan ewqas mezin û rusipiyên me kuştin, bila ez jî yek ji wan bim.
 
***
 
Cendirme ketin nava gund, çûn ber derê mizgeftê. Mela li ber derê mizgeftê runiştibû. Kifşe wî jî dengê tellalê biçûk sehkiribû. Şaşika xwe veşartibû, xwe serqot kiribû, serê wî yê rût ji dûrva dibiriqî.
Dema Mela çav bi cendirma ket hima rabû ser xwe, ji wan ra rêz girt. Ji xwe tişteka din jî nikaribû bikira, wî cendirma baş nasdikir.
 
Cendirma bi mela tinaz dikirin :
-Melê kurda, serqotî baş li te nay, kanê şawqê te?
Mela got :
- Min şawqe danîye mal, gerek xanima min bişo, belku ez van roja biçim bajêr.
Cendirme:
- An tu jî li hember şawqe disekinî?
Mela:
- Tobe haşa, heddê bavê kê ye li hember dewletê derkeve?
Cendirme:
- Mela hinek dengê nexweş ji hêla te da bal me va tê, hay ji xwe hebe, rojêk emê ser te da bigrin, êdî Xwedayê we (we kurda yanî) jî nikaribe te xilas ke!
Mela pirr aciz bû lê nikarî deng bikira. Di dilê xwe da got “Xwedê xenîmî we be, bersiva we li cem min heye, lê çibikim nikarim, hêviya min ji Xwedê, aqubeta firewn were serê we û dewleta we.“
Cendirma gotin “Mela kâ bêje gundiyan bila ji me ra hinek dewê sar bînin, em vexun, emê biçin gundê han.
Dew vexwarin û birê ketin.
Mela zanibû hinekan şikayeta wî kirine, hima kî û çi gotine?
Roja din nîvroj mela liser ezanê bû, ezan dixwend. Dema berê da alî rastî got “heyye alesselaaaaaaaah,” bala xwe dayê başçawiş bi tev du cendirma way tên
Mela hima ezan guherî, got:
“hayin namazaaaaaaaaaaaaaaaaaaaaaa - hayin namazaaaaaaaaaaaaaaaaaaaaaa
haydin kurtuluşaaaaaaaaaaaaaaaaaaaa  - haydin kurtuluşaaaaaaaaaaaaaaaaaaaa
Tanrı uluduuuuuuuuuuur - Tanri uluduuuuuuuuuuuuuuuuuur
Tanridan başka tanri yoktuuuuuuuuuuuuuuuuuuuuuuuuuuuur”
 
Cendirme êdî hatibûn ber mizgeftê, lê ji ber bayê deng baş neçûbû wan ka mela nivî ezanê bi erebî an bi tirkî xwendibû.

Başçawiş got:

- Mela an te bi erebî ezan dixwend, dema te em dîtin zivîrand tirk

Mela got:
- Nexêr, ma deng nahat we?
Başçawiş got:
- Mela gundi dibên ku tu ezanê bi erebî dixûnî
Mela got:
- Na derewa dikin, ez piştî qanuna nû tim bi tirkî dixûnim.
Başçawiş got:

- De baş e, ka ji me ra ezana sibê bixûne!
Melayê reben, nizanî ku herdu hevokên (Esselatuxeyrun minnewm – Nimêj xêrtirê ji xewê ye) ezana sibê wergerine tirkî, bo xwe xilas ke got
- Qumandarê min hun bawer bin ji wê rojê şûnve min qet ezana sibê nexwendiye“
Başçawiş got:
- Mela hay ji xwe hebe, tu zanî me erebî rakiriye, ez ji te şikayetek sehkim ezê te bi darda kim, me gelek melayên wek te xaîn bi darda kiriye, tu zanî an na?
Mela got:
- Belê min sehkiriye.
Başçawiş got:
- Mela vê baş bizanibin, Xweda  jî em in, pêxember jî em in, em kê cezakin emê cezakin, em kê xelat kin emê xelat kin!.
Mela dengê xwe nekir, pirr xemgîn bû, di dil xwe de fikirî „ger bekoyên me tunebana, ger wek gelên din yekitiya me jî heba, çim emê divî halî da bana?“

2009.11.04
M.Nureddin Yekta

  

 

Bizvirin rûpela pêkeniyan