Malper/Anasayfa
M.Nureddin Yekta'nin sayfasina hoş geldiniz!..

Çîrokên Gel

 

Hêka mirîşkê! (Malbata Kello û Silo)

Fatê, wê sibê li pûnika mirîşkan nihêrî, bala xwe dayê ku hêkek kêm e. Zanî ku hêka mirîşka belek e. Lewra mirişka belek tim li koşê jor ê pûnikê hêk dikir. Sekinî heya nîvrô careka din çû pûnikê qontrol kir ku dîsa hêk tune.
Mirîşka belek carnan di ser dîwar da firdida û diçû baxçê mala Silo. We zenkir ku mirîşk çûye wir û li wir hêk kiriye. Dema derket ber derî, dît ku Aynur’a bûka Silo way li derva ye, gazî wê kir û got:
- Lêlê Aynûr mirişka me li baxçê we hêk kiriye ka hêka me bişîne!
Aynûrê li derdor nihêrî hêk nedît, got:
- Fatê mirîşka we li vir hêk nekiriye, hêk li vir tune, pûnika me jî hêj dadayî ye, û mirîşka we nikare bikeve hundur.
Fatê xwe hêrs kir:
- Ma hun şerm nakin tenezulî hêkekî dikin, eyb e ji we ra, hunê bi hêkekî dewlemend bibin gelo?
Bi qêrîn û qerebalixiya herdu bûkan Silo ji mal derket gazî bûka xwe kir got „keçê ev çi hêk e hun li ser bihev nakin?“
Bûkê got “bavô Fatê dibê we hêka me diziye.”
Silo pirr hers bû. Got “lawo em tenezulî hêka kesî nakin, tu me jî wek xezûrê xwe dizanî. Hun ji berê da diz bûn, gundî ji malbata we fêrî diziyê bûne, îja hun ji xelkê dikin diz erê?”

Siloyê rûsipî, temenê wi heftê salî, gerek bigota “lawo hun herdu namûs in, ma ne eyb e hun behsa hêkekî dikin.” Gazî bikira bigota “lowo Fatê tu jî wek bûka min, wek qîza min î, ka were du hêka bibe berxa min, em cîranên hev în, ne ji bo hêkekî ji bo çêlekekî jî gerek em dilê xwe ji hev negrin û nekin xeberdan.”
Silo vê ya fêm nekir, bi wî rûyê xwe yê sipî destek da bûka xwe û bi bûka ciranê xwe ra xeyîdî.
Aynurê; jiber ruyê Siloyê sipî deng nekir çû mala xwe.
Dema Kello dît ku bûka wî Aynur bi made û mirûz e, jê pirsî. Aynûrê mersela hêka mirîşka belek jê ra got.

Temenê Kellô jî derdorê heftê da bû, wî jî fêm nekir ku bêje “lawo ma ne eyb e, te ji bona hêkekî dile cîranê me şikênand, ka were em bi hev ra biçin mala Silo û jê lêborînê bixwazin, ma ji bo malê dunyayê mirov dilê cîranê xwe dihêle. Ew cîran jî ku Pêyxemberê me gotiyê hindik mabû ku biba warisê cîranê xwe!”
Kello ji mal derket gazî Silo kir, got “lawo derkeve derva, îro an Xwedê dide min an dide te. Hun him hêka me didizin him jî galgala dikin erê.”
Silo jî nemerdî nekir, derket û li rasta ber derê herdu rûsipiyan bi ruyê hevdu girtin lihev xistin, jin û zarok û cîran ketin nava wan û ji hevdu qetandin.

Bi qêrîn û hewar û gaziya zarokan hemi gundî pê hesiyan.
Melê gund jî derket derva ji gundiyan pîrsî gelo ev çi deng e? Gotin seyda Kello û Silo pevçûne. Mela got de ka em biçin nawa wan, herduyan li hev bînin.
Mela bi tev çend gundiyan ve çûn wê derê, teko teko çûn mala herduyan, jixwe mala herduyan bihevva bû. Mela gelek xwe aciz kir li herduyan jî heqaretê kir. Wan birin malên hevdû û lihev anîn. Dûvra gazî wan kirin birin mizgeftê.

Roj roja Îniyê bû, mela pir hêrs ketibû. Mirov gundiyên hevdu, cîranên hevdu, kurd û bira yên hevdu yên musliman be, û mirov ji bona hêka mirîşkê dilê hevdu bihêle!.
Mela derket ser menberê, berê xwe da gundiya û got:
Gelî gundiya! Di dînê mê da, du mafên girîng hene. Yek biratiya olî ye, yek jî mafê cîrantiyê ye. Pêxemberê me (a.s.) dibêje ku „kî çi ji xwe ra bixwaze ewî ji birayê xwe yê musliman ra jî nexwaze ewî îman naniye.“ Mana vê yanî gerek mirov hemî bawermenda wek xwe bizanibe, ji çi aciz be birayê xwe jî bi wî aciz neke. Di dayin-sitendina her tiştî de mirov birayê xwe wek xwe bizanibe. Di derbarê cîrantiyê da jî, Pêxembere me dibeje ku “Cebraîl wisa li ser mafê cîrantiyê disekinî ku min zenkir wê cîran ji cîran ra bike waris.”
Deka li me û li hale me binhêrin. Me tiştên mezin derdaye û em bi tiştên pirr biçûk ra mijûl in. Namûsa me bûye malê dunyayê, ji ber tiştek herî biçûk em dikin hevdu bikujin. Gelo ku em cîran hevdu bikujin wê kî bi ser me da bigrî? Me hêkek kiriye namûs ji xwe ra. Namûsa herî mezin dînê me û welatê me ye. Gelo ka ji bona dîn û welat çend caran me xwe aciz kiriye? Bi sed sala ye welat di bin işxalê da ye, bi sed sala ye Ola (dîne) me jî hêdî gêdî hatiye rakirin, bi taybetî va sed salên dawîn ne dîn hîştin ne jî welat, hemî tiştên me qedexe kirin, mizgeftên me kirin tewla hespa, hemî deşt û çiya yên me hatin gule barankirin, bi sed hezaran kurd hatin kuştin, daristanên me hatin şewitandin, dergûşa ber pêsîrê jî hate kuştin qet xema we nîne. Hun hima karin bi hevra mijûl bin, lihev heqaretê bikin, li ser hev mêraniyê bikin! Mêraniya herî mezin gerek mirov ji cîranê xwe ra baş be.

Birano gerek em ji bo çar tiştan zêdetir ji hevdu hezbikin
Ji ber ku em musliman û bira yê hevdu ne.
Jiber ku em kurd in bira yê hevdu ne.
Jiber ku em cîran ên hevdu ne
Jiber ku em tev di bin destan da ne!

Heya ku em ji hevdu heznekin, em nabin birayê hevdu, heya em nebin birayê hevdu em nabin xwedî quwwet, heya em nebin xwedî quwet em nikarin ji bin zilma xelkê azad bin. De îja bifikirin kîjan girîng e? Dîn û welat an hêka mirîşkê?

Silo rabû ser xwe got: Seyda ez ji te, ji hemî gundiyan û bi taybet ji cîranê xwe Kello lêborînê dixwazim, Bi rastî em pirr şûnva mane. Min pirr kêmasî kir, me namûsa mezin hîştiye em li du netişta mane, ez pirr xemgînim.
Di duvra Kello jî rabû wek Silo axivî, rûyê mela û gundiya şên bû.
Pîştî nimêja Îniyê, çend rûsipî li cem mela man, gotin mela ji vir şûnve emê hemî zarok û ciwanên xwe teslîmî te bikin, tu ji kerema xwe ra wan bike xizmeta dîn û welatê me.

Muhammed Nûreddîn Yekta
15.02.2014
 

 

Bizvirin rûpela pêkeniyan