Malper/Anasayfa
M.Nureddin Yekta'nin sayfasina hoş geldiniz!..

Çîrokên Gel

 

Ka Keleşkofa te?
  

 Roj ji rojên meha Hezîranê bû. Li welat hewa gelek germ bû. Dem dema gîhaçinînê bû. Gundiyan hêdî hêdî tevdîra gîhaçinînê dikirin. Germê erd zeft kiribû. Her gundiyek bi derdê xwe ra mijûl dibû. Hin kes traktora wan hebû lê perê bidana heqê mazotê tunebû. Hin kes ne traktor û ne jî perê çinîna giha hebû. Ji xwe welat her dem di tengasiyê da ye, lê wê salê tengasî zêdetir bû.
  Li qereqola nehyê başçawuşek û bi tev heft cendirma hebûn. Lê wek arteşek deh hezar hikmê wan hebû li ser gelê me bû. Di wan salan da forsa leşkera li welat pirr zêde bû. Başçawişek bi tev heft cendirma dikaribûn wan hemî gundên li dor nehyê bicivandina û li wan gelek şikence jî bikirana. Ji xwe ki li hember wan derketa wek xaînê welat bi wan ra miamele dihat kirin.
  Belê rojek ji wan rojan, serleşker ket açxanê û ji aşpêj pirsî:
  - Berxê min we îro çi daye ser? Emê vê nîvroyê çi bixûn?
  Aşpêj: Wele qumandarê min îro tenê miqarne heye, ji alayê erzaq neşandin.
  - Lo lawo ma dibe? Em ji welat ra xizmetê dikin û wiha birçîbin?
  - Ka emrê we çiye qumandan?
  Bila du heb esker li vir bisekin, em yên din biçin gundê Xeleka, mala dewlemendek kurd, bila ji me ra xwarinê amade bikin.
  Hey Durmuş û Bariş hun li vira bin. Veli, Kasim, Ali, Yüksel, Memo hun jî xwe amade  bikin. Kasim tirk bû ji Bayburtê, Memo (Memet) jî, ji hêla Botan bû Kurd bû. Dilê Memo pirr dişewitî, çi be jî kurd bû, li ber wî bi van dek û dolaban kurd dixapandin, malên wan dixwarin. Wi tevî van eskeran li Serhedê, belki yek kurdek esker jî bi tev hinekan jî lu gundê wan wiha qellaşî dikirin.
  Qumandan (serleşker) bi tev van her pênc leşkeran berî xwe dan gundê Xeleka. Dema hatin ber gund jin û zarokan deng li hev kirin.
  Cendirme hatin cendirmeeeeee, ka biçin ser mala kê, an kê bigrin gelo?
  
Edî zarok jî fêr bûbûn ku dema cendirme bihatina gund, tiştek xêrê tunebû. An rüşwet distendin, an hinekan dest kelepçe dikirin dibirin. Hiç sucên wan tunebana jî Kurd bûn, ev tenê bes bû ji wan ra. Ji xwe kurdîtî wan deman sûcek mezin bû. Niha jî, Kurd bûn suc nîne lê maf xwestin sûcek mezin e.
  Dema zarokan li hev dikirin gazi, gund pê dihesiya û gundiyan tevdirên xwe didîtin. Kesên ku çekên wan hebana çekên xwe vedişartin.
  Her çiqas çek veşartana jî, ji ber hin fesadên gund, qereqola tirka bi hemî gundiyan dizanibû. Ki çi sîleha wî heye. Ji xwe mezinên me gotine „kurmê dare ji dare neba dar pûç nedibû.”
  Qumandan mala Heso di ber çav da kiribû. Dema hatin ber derî, kire qêrin „herkes hazrola geçsin, elleri başinizin üstüne koyun, arama var“ (Herkes amade be, destên xwe bidins erserê xwe, emê malê serobin kin, lêbigerin) Kesî nikaribû pirskirina „gelo ma emrê lêgerîna we heye, an ne.“ Vaya pirsa jî, sûcek mezin a bi serê xwe bû.
  
Jin, zarok bi tev mezinan destên xwe dan serserê xwe. Heso axa dest li ser serî, hêdî hêdî ber bi qumandan hat. Qumenderim siz îçerî buyur et, biraz istirehet et, yorilmissiz burya qeder geldi, ben bir qehwe verem, sonra areme yapseq olmez mi? (Qumandanê min, hun keremkin werin hundir, ewqas rê hun hatin, niha hun westiyane, ez qehwek îkramê we kim, dûv re dîsa hun dikarin li malê bigerin.)
  Olmaz heso aĝa olmaz, senin şikayetini etmişler, arama yapacaxiz. (Nabe Heso axa nabe, şikayeta we kirine, gerek em li mala te bigerin)
  Temam qumanden gene areme yepersin qurban ema ewil istirehet et. (Temam qumandan dîsa li malê bigere, lê yekem hinek rûnê li rahetiya xwe binhêre, yanî bîhna xwe bide.  Xaya Heso ew e ku qumandan bîhna xwe bide, belku Heso wî îqna bike ku dev ji keleşa Heso berde)
  Qumandan serê xwe hejand, got baş e, emê rûnên lê gerek em mala te serobin kin.
  Heso gelek dilxweş bû, lewra ku qumandan rûnê wê hinek nerm be. Heso dîsa bi hin nan û hinek rüşwet îja jî Keleşa xwe xilas ke.
  Yüksel devê xwe da ber guhê Heso:
  - „Heso aĝa îro du roj e em birçîne, em ji bo we xizmetê dikin, ji qumandan ra pezek serjêke, belku mala te serobin neke.“
  Heso ji dûh va bi pezek razîbû. Heso hima pez da serjêkirin, nanek xweş bo qumandan û leşkeran amade kir. Nanê xwe xwarin, çaya xwe vexwarin, cixara xwe dikişandin.
  Heso çû destê xwe kir cêba qumandan bi qasê perê keleşê pere kir cêba qumandan.
  Dema rabûn, qumandan got Heso axa, tu zanî  li cem me tirka dibên qehwek 40 salî xatirê wê heye. Me nanê te xwar, qehwa te vexwar, loma jî em lêdixin diçin.
  Heso axa gelek memnun bû. Qumandan ji xwe memnûn bû. Lewra him nanê  xwe xwaribûn, him rüşwta xwe sitendibû, çima memnûn nebe?
  Ne emrê serobin kirina malê hebû, ne jî jê re derd bû. Derdê wi xwarin û rüşwet bû ew jî bi dest xistibû.
  Dema şûnve zivirîn qereqola xwe, Kasim got:
  - Qumandanê min gelo ev tişta me kir rind bû?”
  Qumandna hêrs ket, “law em ji bona wan xizmetê dikin, malê wan, canê wan diparêzin, ewqas heqê me di malên wan de heye.
  Kasim got qumandanê min, em can û malê wan ji kê diparêzin? Yên li wan heqaretê dikin em in, yê malên wan dixûn jî dîsa em in.
  Qumandan got:
  - Berxê min tu van tişta nizanî. Vana kurd in û di xewda ne. Gerek mirov bi dara li wan xe û nanê wan ji destên wan bistîne. Ger vana hîşyar bin, bibin yek em li vira nikarin bisitirin. Me niha çi bi wan kir ji me ra kar dimîne. Gunê xwe bi wan neynin, kurd çi mirovatiyê fêm dikin!
  Memo kelogirî bû, hêsran di çavan ra davêt. Di dilxwe da digot:
  Ku em Kurd jî wek xelkê cihanê xwedî dewlet bûna, wiha nedihat serê me. Gelo çi dibe ku Kurd jî ji hevdu hezdkin, yektiya xwe çêkin, li ser warê netewî bibin yek, bibin dewlet, serfiraz bibin wek xelkê cihanê. Ma ne bese ku em ewqas kolê xelkê ne!
  
  21.04.2011
 M.Nureddin Yekta
Asker Kasim Karaslan Bayburtlu

Bizvirin rûpela pêkeniyan