Pêşî Dewleta - Önce Devlet
Beriya her
tiştî bila dewleta me hebe.
Paşê boy hêsantiya idarê were parvekirin, nav ne girîng e, dibe nav eyalet
be, an kanton be, an wilayet be, lê gerek herêmên Kurdistanek serbixwe, an
jî ya federal be. Herêmên dewletên xelkê bi çi navî dibe ew dizane ji xelkê
ra xizmetê dikin.
Gelo kîjan sîstem be? Bi min roja wê jî nîne. Ta dewletek me tunebe em
nikarin tu sîstemek jî deynin. Gelê me heye, em biçin Gel. Gel çi xwestiye
bila ew be. Bila hemî partî û raman serbest bin, herkes bikaribe mucadeleya
xwe ya siyasî bide. Dewlet ji hemî fikir û ramanan ra vekirîbe. Hilbijartin
heye. Gel kê bixwaze ew wê were îqtîdarê. Ji îro va pewîstî bi zordariyê
tune. Gerek em bi Gelê xwe bawer bin,
Bila Partiya Islamî jî, ya ezdîtî jî hebe, bila ya demokrat jî hebe ya
kominist jî.
Ne bila kes teqiye bike ne jî minafiqî, her rêxistin bi her awahî vekirîbe,
fikir û ramanên xwe hemî vekirî bêje. Wek mîsal; ne laîk û komînîst
rêxistinên îslamî ava bikin ne jî yên islamî rêxistinên soyalîst û kominist.
Gel herkesi baş nasbike. Herkes bo welatek azad kar û xebatê bike, dema em
bi xwe bi xwe li hember hevdi neyariyê bikin nîne. Bila tehemmula me ji
ramanên cuda ra hebe, daku em bikaribin hemî gelê xwe himêz bikin.
Em zêde vekirîne, em dixwazin di Kurdistanek Federal an jî serbixwe da wek
Partîkî Islamiya Kurda xizmetê û karê siyasî bikin. Biryar ya gele !
--------------------------- -----------------------
---------------------------
Önce devletimiz olsun, sonra alt birimler oluşturulsun, eyalet mi dersiniz
kanton mu vilayet mi farketmiyor, iktidara kimler geçer bana göre o da çok
önemli degil. Bir halk var, önce baĝımsızlıĝına kavuşsun, sonra bu halk ne
istiyorsa o olsun. Seçim denen bir şey var, herkes partisini kursun, her
siyasi oluşuma açık olsun devletimiz.
Düşüncelerden korkmamalıyız, islami parti de olsun laik partisi de,
komninist partisi de. Halkımıza güvenmeliyiz seçimi halk yapacak, despotluĝa
zorbalıĝa iki yüzlülüĝe munafıklıĝa gerek yok. Kim ne istiyorsa açıkca
ortaya koyar, son kararı halk verir. Daha devlet yokken islam mı olsun
ezidilik mi? Demokrasi mi olsun kominizm mi? Eyalet mi olsun kanton mu
kavgası kimseye kar getirmez, ama baĝımsız devlet olmadan alt birimlerle
kimse ne kendini kandırsın ne de halkı kandırmaya çalışsın!.
23.01.2015
M.Nureddin Yekta
|