Helbestên M.Nûreddîn Yekta

Helbestên Gel

Baran barî
Kuro lawiko baran bari ji teref Xwedê da 
Ji bextê min û te re gol çêbûne di devê rê da 
Heger Xwedê mirazê me nake sala îsal, bila bike di salekî dinê da

Bastêqê teze
Dile min bastêqê terr û teze 
Ezê têkim nav mendila xwe ya dor geweze 
Bişînim kambaxa Amedê pêşîya serokên kurdan yên kevn û teze

Bejna Lawikê min
Bejna lawikê min dirêj e ji min re wek loo minare ye loo wek minare ye 
Derê xaniyê gede lawikê min li hemberî loo mala me ye loo mala me ye 
Xwedê zane gava lawikê min ji malê birê dikeve diçe gund bi serê min da loo xerabe ye loo xirabe ye

Bextê Fransiza
Kuro lawiko dilê min qamîşê devê saza, 
Te li vî welatê xerîb ez kirim halê stûxwara dilqê belengaza, 
Heger bext û sozê te heye tu mêrî camêrî were destê min bigire min birevîne bavêje ber bexte fransiza.

Bextê Mela Mistefa
Kuro lawiko Amed bişewite hemî bi dar e 
Malşewitiyo li me derbas bu çend zivistan û çend bihare 
Were destê min bigire bavêje ber bextê dewletek ji dewletê gawire 
Heke qebul nekin min bavêje Başûr ber bextê Mela Mistefayê wekî şêr e

Caniya lawikê min
Navê caniya gede lawikê min teyar e, 
Tê kambaxa bajarê me, hemî pismamê min yên xayîn lê bûne neyare, 
Ezê rabim guliyên xwe yên dirêj jêkim ji caniya gede lawikê xwe ra têkim dox û hefsar e, 
Bila pismamê min nebêjin qîza me çi bêbav bû, çûye girtîye yekê bê pergale.

Çavên reş
Kuro lawiko birê da neçî hûr nemeşî 
Welle ji xelkê tirê tu nexweş î 
Kes nizane ku tuyê aşiq ê bejna zirav çavên reşî

Çavkanîkî
Kuro lawiko ji derê mala bavê min derketî çavkanîkî 
Minê ji te re av aniye bi misîn û bi şevkekî 
Xwedê mirazê mirazxwaza biqedîne were em xwe bavêjin ser şehidekî 
Emê duakî bikin belku Xwedê serê min û te bi hevra bide ser balgîkî

Çiyayê gundê me Nemrût e
Kuro lawiko Xwedê xirav bike çiyayê gundê me bilind e wek Nemrut e 
Erdê vî çîyayî bişewite kode ye çêra wê rût e 
Were ber navê min û xwe nekeve, ezê bavêjim her sê zara ji para bidim pey te.

Dara tôpîn
Kuro lawiko dara derê mala bavê min topîn e 
Dibên hatiye kanbaxa Amedê gede lawikê minê xortîne 
Cewabekî bidin gede lawikê min bila were destê min bigire birevîne

Dilê Macira
Kuro lawiko dila negire ji Macira
Welle koçer bêbext in bardikin diçin ji vandera 
Dilê merifa tijî dikin ji kul û kedera

Dor bi qicî
Kuro lawiko dilê min kaniya dor biqicî 
Li ser rûniştine û dixwînin cotek kewê stûnarincî 
Xwezî bi wî ebd û bi wî însanî ku biçavê serê xwe geriya bi nîyeta dilê xwe zewicî

Kaniya mermer
Kuro lawiko kaniya gundê me mermer e 
Ji bextê me ra gulê dorê xemilîne bi sor û zere 
Herçî kesên di nava min û te a mijûl bibe welle ne ji ommeta pêxembere

 
Mêrga çilo
Kuro mêrga mala bavê min çilo ye 
Pale ketinê diçinin bi tevşoye 
Heger hun pirsa gede lawikê min dikin gede lawikê min 
bi eslê xwe seyidiye navê wî Şêxo ye

Mirazê me
Kuro lawiko hîne lo li min hîne 
Ji te re dilê min bi derd û kull û bi birîne 
Minê îşev gelek xewnê xirav di xew da dîne 
Min bawer kir ku Xwedê mirazê min û te naqedîne

Mizgîniya jinê
Kuro êvar e bûye tarî, xelqê ji xwe re vêxistin çira 
Gede lawikê min li kanbaxa Parlementoyê ketiye sira 
Cewab dan min gotin gede lawikê te bû serok, min got mizgînê bibin ji jina wî ra.

Navê me bibe dengî
Kuro lawiko bengî bi min û te tev bengî 
Rabe xwe girêde bi çek û rext û sîleha bi qata çekê qehwerengî 
Were destê min bigire birevîne bila navê min û te li Kurdistanê bibe dengî

Navê min û te
Kuro lawiko dino min bostanek danî bi nezanî, 
Minê ji me ra qevdek gul û sosin û rihan tê da danî, 
Ez nizanim kîjan pûştê kurrê pûşta bû qevda gulê min jê hilanî, 
Tu netirse navê min û te bihev ra deranî. 

Nexweşê bê hal
Min sehkirî gede lawikê min nexweşe pirr bê hale 
Ezê rabim îzna xwe bistînim ji dê û bavê xwe, millê xwe jê re têkim balgî, sing û berî xwe bi tevî cotê memika jê re têxim berpale 
Bila devê xwe têxe xana gerdenê, ezê bêjim kuro welat xerîbe bes bi nale

Nokê bejî
Kuro lawiko mala me ji lo mala we ji 
Were em bihev ra li zeviya mala bavê min bajon nokê bejî 
Dema gede lawikê min berê xwe da xerîbiyê berê xwe neda min ne got qîza malê bi xatirê te jî

Payîza qirr û qeşa
Kuro lawiko êvar e, şev bû tarî wextê îşa 
Malşewitiyo vê pahîzê ser me da girtiye qirr û qeşa 
Cotê zer memikê xwe têkim wekî sêvê Xelatê, ez bişînim nexweşxana Amedê ser nexweşa 

Porrê sipî
Kuro lawiko vî zinarî li me sîh kir 
Ez û gede lawikê xwe ketin binî me ji xwe ra kêf henek û laqirdî kir 
Xwedê zane sala îsal minê ji derdê te porrê serê xwe spî kir

Ramîsanên me
Were çemo çemo çem hindiko 
Xwedê xirab bike qûma dorê wek dendiko 
Ramîsanê min û gede lawikê min jihev ra bûne teberriko 
Ezê fotrafê xwe bidim gede lawikê xwe çiqas ketim bîrê bila derxe di ser da mitaleko

Reva jina bimêr
Kuro lawiko Kurdistan bi dîrok û bi medenîyete 
Malşewitîyo çemê Firat tê da dikişe xet bi xete 
Xwezî cewabeki xêrê bata bigotana reva jinê bi mer bû adete

Rêya qayme
Kuro lawiko rêya gundê me bi şewite tev qayme ye 
Min dît gede lawikê min ji wêda tê bi mirûz û bi made ye 
Silav neda min, min got qey fesadên gundê me jê re tiştek gotine dilê gede lawikê min ji min maye.

Qara hêwiyê
Kuro lawiko bejna min zirav e; wek çilpiyê 
Guliyên min dirêj in, wekî şirîta li pey gemiyê 
Kuro xwazgîniyê xwe bişîne mala bavê min zerîyê 
Eger min nedin te, were min birevîne ezê bikşînim qara qaltaxa vê hêwiyê

Qewraşek
Kuro lawiko ku va diçî ez bi te ra 
Ezê qevdekî once biçinim ji hespê binê te ra 
Gava xelkê pirs kirin gotin ew kî ye bi te ra 
Bêje minê qewraşekî anî ji herdu dêlê jinên xwe ra

Qîza tirka
Kuro lawiko min xewn dît îşev, li min porkurra maka kurka 
Gede lawikê min wekî masiyê avê ji destê min filitî çû kêleka qîza tirka 
Çewa pişta xwe da min çû bi dêla tirka ra ketî laqirdî û kêf û heneka

Sorgula naçirpînim
Kuro lawiko dîno di nav me da çiya hene lo ez te nabînim loooo ez te nabînim 
Malşewitiyo sorgul sorbûne loo ez naçirpînim loo ez naçirpînim 
Minê sonda temam sondxwariye ezê tu wer cara di ser te re ez tu kesî loo na hebînim looo na hebînim!

Xaniyê kirê
Kuro lawiko dilê min bostanê guhê pirê, 
Şevler tê da mezin bûne, bûn girê girê, 
Malşewitiyo eger tu mêrî camêrî were destê min bigire min birevîne bavêje çala Belçîqa xanîyê kirê.

Xewna min
Kuro lawiko bejna min zirav e, wek fîdana li nav deviya, 
Gede lawikê min berê xwe da Paytexta Medya, 
Min sehkirî bûye tucarê kavir û miya, 
Ketim xewa şêrîn min dît destek li nava taxima sîng û berê min geriya, 
Min got qey bavê Azad ji bajarê Amed'ê vegeriya, 
Min nizan bû şeytanê korê le‘netî bû bi min dikeniya.

Xoşaba eşbabiya
Kuro lawiko dilê min xoşaba eşbabiya 
Ezê rabim ji te re tijekim bi van sehen û lengeriya 
Bişinim oda bavê Azad ber mezin û serok û rûsipiya

Têla te
Gede lawikê min tê ser têlê li têlê dixe 
Hêrsa min ji gede lawikê min hatîye têla wî mijûlkirî datînim carê carki tê li nimarê dixe 
Gava gede lawikê min tê malê dilê rehet nadime bi kul û kedera birê dixim

Ziyareta li text
Kurro lawiko dilê min ziyareta loo li vî textî loo li vî textî 
Bavê Azad ji min ra sozek dabû loo par vî wextî loo par vî wextî 
Min got qey gede lawikê min ahil e, ji min re nake loo tu bê bextî loo tu bê bextî.

Gotin Gelêrî (Dîlbera M.), Amedekar M.Nureddin Yekta

 
Bizvirin rûpela helbestan