Helbestên M.Nûreddîn Yekta

Dîsa hezîran

Dîsa meh Hezîran e
Bîhna te ya xweş ket ser bajêr
Wek hemi Hezîranên salan
Xemilî bi rengê xwînê Ameda min
Ku Amed tê gotin xwîn
Xwîn tê gotin tu têy bîra min
Şehîdê min
Şehîdê mezin, şehîdê şehîdan

Hezîran bihar e, li her derî
Rengo reng gul û çîçek vedibin
Li bax û baxçan
Li ber tîrêjnên rojê yên şewatok
Hezîran payîz e, zivistan e li Paytext
Di dilên me de
Lê Amed carnan dixemile bi sor
ji rengê xwîna şehîdan
Carnan zer dibe wek gula çilmisî
Ji ber şerm û şermezariya dîrokê
Hezîran navê şehadetê ye
Navê te ye, şehîdê min
Piştî çûyîna te

Bîst û nehê Hezîranê ye îro
Dîsa tu hatî ber çavên min
Bi cibbê xwe yê spî
Bi şaşika kesk
Bi wan awirên bi xof û tirs
Bi kapolê xwe yê fedakar
U bi bendê zordar û dagerkeran!

Carnan bihna te dikeve ser me
Dengê lingên te diçirîne tirsa li ser me
Em wê demê dizanin ku tu
Hêj dinav me da yî
Hêj doz li ser millê te ye
Tu yiê yê ku emanet daye me û
Hêj li emanetê xwe dibî xwedî

Nebûna me di yek alemê de
Nabe sedemê cudabûna dozê
Me serî daniye ser doza te

Hebûna te ya manewî

Me pêşve dixe, emê pêşkevîn heta dawîn
Tu qet xem neke şehîdê min
Ala te dest guheriye lê neketiye erdê!

Dîsa Hezîran
Dîsa tu li ber çavan î
Pêşa cilên te liba dikeve
Liser stûnên dardakirinê!

Disa bihna te ket ser bajêr
Bajêr xemilî bi rengê xwînê
Min fêm kir ku çima doz şirîntirê ji her tiştî ye
Mirina bi anor bilindî ye,
zivirandina, şunvehatina milyona ye
bi şehadetê

Hemi Hezîran Amedê dixemilînin bi rengê xwînê
Bi rengê şehadetê
Bîhna te wek mijeki dikeve ser Paytext
Dîsa xof û tirs dikeve dilê dijmin
Tu bawer bî şehîdê min
Şehadeta te jî wek saxiya te xofî tîne ser wan
Bi wê tirsê radizên û radibin
Torinên te liser pîya ne
Têkoşîn xwirt bûye
Tu nebûy te digot
wê torinên min me mehcûp nekin
Tu xem neke şehîdê min
em li kolana ne
Sibê pirr nêzîk e

Binhêr
Amedê çi zarok perwerde kirine di himbêza xwe de
Hemî bi rengê te
Hemî bi dengê te
Bi destana te mezn bûn
Bi wesîyetê te perwerde bûn
Bi evîna te bûn evîndar di kuçên Amedê de

Şehîdê min
Gelek tiştên bûne gilok di qirika min de hene
Ku nikarim niha bêjim
Lê roj hebe ku
Ezê bi rûkî spî, bi dilekî germ bi serbilindî
bo te bêjim
Ku emanetê te di dest kê da ne
Tu xem neke şehîdê min
Ala te di destên emîn da ye
Tu rehet razê
Dor dora torina ye
Sibe nêzîk
Roj li derketinê ye
 

Bizvirin rûpela helbestan