Helbestên M.Nûreddîn Yekta

Sozek

Me sozek dabu
Xweda yê Teala
dema got "elestû bi rabbikum"
Me digot "Bela"
Her Tu yî Xaliq
Her Tu yî Rebb!
Wî me cêkir ji bo ibadetê
ne ji bo milk û mal û serwetê

di şiklê Adem'da
em hatin dinyayê
me soz ji bîr kir xwe kir belayê

Wî qasid şandin me hişyar kirin
ji kufr û şerrê em xilas kirin

rojek hat Nebî Muhammed
em top bûn li mala Erkam
"Tu rêberê me yî ey aleyhisselam!
Bi can û bi xwîn!
Bi ruhê şirîn!
bo ilayi kelimetullah
bo dinê Allah
natirsin em
ji lewmetellaîmîn
welew bi mirin
bin şehîdê dîn
em terka Te nakin
ta dînê mubîn
bibe hakim
li rûyê zemîn!

me soz jibîr kir
hinek li pey xalo
hinek li pey apo
hinek li pey kalo!

me sozek dabû
li tepê Eqabê
bi mal û canê xwe
em Resulê Te biparêzin!
li Medînê
soza biratî, birayê dîn
her tişt wekhevî
her tişt bi biratî
bi hev ra di rê ya
Te da bimeşin
me soz jibîr kir
lê îro em rûreş in!

apo û xalo
nemrût û kalo
hemî bûne yek!
dîsa em bi tenê
man bê heval û hogir
dunya bû zîndan
mexlûq hov û gur

me soz pêknanî
em pirr şerm dikin
lê Tu mezin î 
me bibexşînî
ruhê cîhadê
ji me re bişînî

ala tewhîdê em libabikin
ji bin destê
zalim û zordaran

taxût û mişrikan xwe
xilas bikin

vê soze didin
di destek da Qur'an
li destê dinê ala tewhîdê
ji bo dîne mubîn em bikin cîhad
em bikin şerr
ji me-r lazim nîne
apo û xalo
ne firawn û nemrût
ne jî ew kalo!
kîne ew ku ta bibin rêber!

her bijî serokê me
Muhammed Pêxember!...

 M.Nureddin Yekta
Bizvirin rûpela helbestan