Malper/Anasayfa
Hun bi xêr hatin Malpera M.Nureddin Yekta!..
 

Jiyana Sosret

Roja  11 meha11 a, ji boy min rojek reş e!
XWEDÊ YAR BE BILA DINYA HEMÎ NEYAR BE!

Roja 11.11.1995 dewleta tirk min avêt zîndana Mersînê. Piştî çendekî, me şandin zîndana Konyayê. Heya dawiya Adar'a 1996'an ez mam di zîndana Konyayê da. Di dawiya Adarê da me derxistin mehkemê, hakim min texliye kir. Ez hatim Mersînê mala xwe. Lê 2 heb (dosya endamîtî benda 168 û ya alîkarî 169) mehkemên min heya 11.11.1996'a domandin.

Di vê navberê da Emniyeta Mersînê rapor dişand mehkema Konyayê ku nexwe têkiliyê min bi rêxistina (bigor wan) terorîst ra didomîne, dakû cezayê endamitiyê bidin min.

Hevalên min yên di hepsê da jî mektûbek dinvîsînin ji jorê xwe ra "nexwe ez kadroyek baş im ji boy partiya wan, bila bi min ra bikevin têkilayê, wezîfeka bilind bidin min."

Dema diçin hevdîtîna ziyaretvana, vê mektûbê davêjin korîdora hepsê, dakû gardiyan bigrin û bidin sawciyê hepsê!

Ew mektub jî, dighîje destê Devlet Güvenlik Mehkema Konyayê.

Mehkemê ev herdû raporên hêzên tarî, da berçav û 23 sal berê (11.11.1996) îro Dewlet Güvenlik Mehkema Konyayê 12,5 cezayê siyasî li min birrî.

Ez bi awakî qaçaxî derketim dervayê welat!

22 sal şûnva bigor qanûna "zaman aşimi" cezayê min qediya. Ez di 18.07.2018'an da çûm Tirkiyê. Dîsa çar caran min derdest kirin.

Jiber ku min tu wext alîkariya zaliman nekiriye, ez tim hevalê mezlûman bûme û tu demê jî min bi dînê Xwedê ra îxanet nekiriye, Xwedê her tim min paraztiye.

Min di jiyana xwe da vêya fêmkir ku "Xwedê yar be, dunya hemî neyar be jî, kes nikare tiştek bi te bike!"

Îro dîsa 11.11.2019, dîsa liser pîya me, ji berê 23 salan zanatir, xwedan tecrubetir!

Ji sala 1999'an virva bi malperên xwe di înternetê da me û ji sala 2008'an virva jî di Facebookê da nivîsan diweşînim. Va bû 7 car ku rûpelên min yên Facebookê tên girtin cara 8'an dîsa digel dost û hevalan liser rêya xwe dimeşim.

Silav rêz û merheba ji we ra gelî xwîşk û bira! 

M.Nureddin Yekta
11.11.2019
 

 
 
 

Bizvirin rûpala jiyana sosret!