Malper/Anasayfa
Hun bi xêr hatin Malpera M.Nureddin Yekta!..
 

Jiyana Sosret

Em bibin 270 milyon!

Rojbas gelî xuşk û bira!

Îro rastî ecêbekî mezin hatim! Digot hejmara me dibe 270 milyon!

Kurdekî me yê Rojava digot: "Piştî cenga cîhanê ya duwemîn Almanya xirav bûbû, jixwe qira mêran hatibû. Jinên Almanya ji nû va dewleta avakirin. Ma gelo çi qencaya jina alman ji jina kurd zêdetir e?"

Min got jina kurd bê emsal e, şerrê ku jinên kurd dikin di dunyayê da tu kesî nekiriye, di şerrê DAEŞê da dunya ji heybeta jina kurd ecêbmayê ma.

Got, baş e, ger jina kurd 20 salan fedakariyê bike, wê hejmara (nivûsa) kurda ji ya Rojhilata Navîn zêdetir be!

Min got çawa?

Got di vî 20 salî da bila her xanimekî kurd deh (10) zarokan bîne. Wê hejmara me bibe 270 milyon, ma êdî kes dikarê pêşî li me bigre?

Min got çawa dibe 270 milyon?

Got niha 20 milyon jinên kurd hene, herkê deh zarokan bîne dike 200 milyon, heftê jî niha heye, aha ji te ra 270!

Ez pirr keniyam min got lê jin jiyan azadî çawa dibe?

Got bila ew jî piştî 20 sala were ma qiyamet radibe?

Min got ez pirr tirsiyam ku tu bêjî bila her mêrek kurd 4 jina bîne, her jinek jî deh zarokan?

Got Xwedê ji te razî, bi rastî ya dilê min ew bû lê wê demê em dibin 500 milyon ka emê li ku bicîh bibin!

Ez him keniyam him jî fikirîm gelo hun çi difikirin?

Silav rêz

M.Nureddin Yekta
2019.12.05

 
 

Bizvirin rûpala jiyana sosret!