Malper/Anasayfa
Hun bi xêr hatin Malpera M.Nureddin Yekta!..
 

Jiyana Sosret

 
Bila Xwedê yar be, kes nikare tiştek bi te bike!

Qumandan got "na mela, em te nakujin, ger em te bikujin, wê bi hezaran mirov liser cenazê te bicivin, wê ala Kurdistanê bavêjin ser te, wê neviyê te sibê rabe bêje kalikê min jî şehîdê Kurdistanê bû, bi te îftixarê bike, qey em ewqas dîn in, te meşhûr bikin, têxin dîroka Kurdistanê? Emê te bi destê pkk bikujin ku kes cenazê te hilnede, neviyên te jî, ji te şerm bikin! Ma tu nabînî pkk rojê yekî li Yenipazarê bi sitûna trafoyê da bidarda dike?

Wê rojê zêde li min şikence kirin, min darda kiribûn, elektrik didan min, heya 50 carî bi tirki jimartin, piştî pêncî bi kurdî jimart, pênceûyek, pênceûdudo, ji pênceûheyşta şûnva nay bîra min.

Dema ez bixweva hatim, min dît ku ava sar li min dikin. Min texmîn kir ku ez dimirim, tenê dayika min hat bîra min, min got wê pirr mereqa bike. Min dest bi xwendina Quranê kir, yekî ji para pînek li min xist, ez gilor bûm. Got "melê file îja Quranê jî dixûne", yê din got "jixwe way işk dibe jêbigere" (Ew jî şikenca pîsîkolojîk bû)!.. Min fêmkir ku elektrîkê ez kirime wek gilok, an ezê gilor nebama.

Qumandan (ji dengî wî me nasdikir, denkek zirav bû) got "mela ev kara wiha ye, dema hun ji pkk rê alîkarî bikin, hunê her tim di vî halî da bin."

Min jî got "li jor hun bi hevdu ra ne, li jêr jî hun ciwanên me dikujin, li me jî şikence dikin! Ger dilê we kujtina me heye, wek mirovan gulek berdin me, me bikujin! Ev şikenca ku nay tehemmul kirin bo çi li hun me dikin."

Qumandan got "na mela, em te nakujin, ger em te bikujin, wê bi hezaran mirov liser cenazê te bicivin, wê ala Kurdistanê bavêjin ser te, wê neviyê te sibê rabe, bêje kalikê min jî şehîdê Kurdistanê bû, bi te îftixarê bike, qey em ewqas dîn in, te meşhûr bikin, têxin dîroka Kurdistanê? Emê te bi destê pkk bikujin ku kes cenazê te hilnede, neviyên te jî, ji te şerm bikin! Ma tu nabînî pkk rojê yekî li Yenipazarê bi sitûna trafoyê da bidarda dike?

Min jî got ez mirovek rast im, hun bixwazin nexwazin ezê îllakî bikevim dîroka Kurdistanê.
Ew jî bi min keniya got belê lê ger tu sax bimînî!

Yekî got qumandan em dîsa bidar bikin?
Qumandan got na, (henekê xwe dikir) we pirr li serê wî xistiye, heyfa mela, hişê wî tevîhevdu bûye, nizane çi dibêje. Ka bila bêje em û pkk çawa bi hevdura kardikin.

Min got: Hin kesên dibin berpirsiyarên wan, dema tên girtin îtiraf dikin, ji dil an ji tirsa kê alîkarî kiribe, kê pere dabe wan, kê çay kî îkram kiribe, kê selam dabe wan, navê hemiyan didin we, hun jî hemiyan tînin 15 rojan bê îfade li wan şikence dikin, roja panzda derdixin henber medyayê, wan bi terorîstî didin nîşan, ciwanan jî dişînin kampê (dema min ji hepsê ra got kamp gelek xeberên pîs ji min ra kir) piştî 7-8 meha tên berdan.

Ez îmam bûm par dema hatim berdan roja 15 Remezanê bû, ez çûm camiyê nîvî cemaetê terka camiyê kir, Îsmaîl öĝretmen bû, mudur wî ji dibistanê avêt, îzzet memûr bû ji wezîfe avêtin. Kî miraceetê karekî bike, wî dişînin sawcî (dozger) sawciyê bêje 15 rojan jiber mesela pkk derdestkirî ye. Gelô kî dikare bibe xwedan karekî. Yek rêkî dimîne ku berê xwe bide pkk û biçe cem wan.
Par ez çûm bal dozger ji boy kaxizek bide min ez pasaportê bistînim. Sawcî kaxizek da min wiha nivîsî bû. "20 Sibat 5 Adar sala 1993an, 15 rojan liser navê pkk di nezaretê da maye." Ez çûm emniyetê pasaport nedan min. Ma vaya karkirina bi hevdura nîne çiye, hun bi hevdu ra dixwazin endam û terefdarê pkk zêde bikin!

Qumandan got komser mela bavêjin hucrê, nedin xeberdan bila zêde gevezetiya neke!

Yekî milê min girt em hêdî hêdî meşiyan.

Min got "aha qumandan jî wek min meselê baş dizane, hima hun nizanin û fêm jî nakin!

Wî got qumandanim deng tê we, va bê şerefa çi dibêje, em dîsa bidar nekin?

Qumandan got "ulan orrospu çocuĝu komser) komserê kurê orrospiya, ez dibêm bavêjin hucrê bila neaxive, nizane çi dibêje mêjoyê wî tevhev bûye, tewşo mewşo diaxive hun hêj didin qisedan!"

Min girtin birin avêtin hucrekî 1 qeremetre meznaya wê, heya dora şikencê careka din hat min!

M.Nûreddîn Yekta
16.02.2021

 
 

Bizvirin rûpala jiyana sosret!

   

 

 

Malper/Anasayfa

Hun bi xêr hatin Malpera M.Nureddin Yekta!..