Malper/Anasayfa
Hun bi xêr hatin Malpera M.Nureddin Yekta!..
 

Jiyana Sosret

Bi nezanî çepik lêxistin!

Kurdên me bi nezanî ji xelkê ra pirr çepikan lêdixin. Qet fêm neke jî, qet nizanibe dibê çi jî.
Di her warî da, siyasî olî uwd.

Bi qasî tê bîra min payiza sala 1982 an 83 bû. Kenan Evren dihat Mûşê.
Bi emrê walî çiqas îmam, mamosta, muxtar, eza hebûn hemiyan anîbûn pêşwaziya Kenan. Ez wê demê li Milazgirê îmam bûm.
Me teva civandin anîn Mûşê.

Li Mûşê li ber derê Belediya kevn em civiyabûn.
Dema Keno diaxivî camêrekî li cem min hima çepik lêdixist. Ewqas pirr çepik lêdixist nedihîşt ku em fêmkin ka ev necamêra çi dibêje!

Min jê ra got "bira ma tu fêmdikî ew çi dibêje?"
Got "na ez fêm nakim lê hima pirr xweş diaxive."
Min got dibê "ew kesên ji me fêm nakin, nizanin em çi dibêjin, çi dikin û destên xwe ji me ra lihevdu dixe, ez hawayê diya wan û jina wan wiha wiha bikim...
Got "wa min nizanîbû, min îja fêmkir êdî çepikan lênaxim.
Min got te zû fêmkir. Heya herkes wek te fêm bike û ji bê fêhmî ji hinekan ra destên xwe li hevdu nexe, qiyameta me kurda jî radibe!
 
 
 

Bizvirin rûpala jiyana sosret!