Malper/Anasayfa
Hun bi xêr hatin Malpera M.Nureddin Yekta!..
 

Jiyana Sosret

Navê Diya Mûsa Pêyxember!

Seyda Mela Mehyeddînê Domê û pirsa Hecîkî!
Rojek ez û rehmetî em li derê qehwa wî runiştîbûn, me çay vedixwar.
Hecîkî ji wê da hat û got, min dixwest melakî bibînim jê pirsekê bikim Xwedê du mela dane min, ka bêjin navê diya Mûsa Peyxember çi bû?
Seyda got hecî were rûnê çaykê vexwe, here karê te ji pirsa tune.
Hecî got na welle pirr mereqa dikim, gelô navî diya wî çibû?

Seyda Mela Mehyeddîn li çavên min nihêrî, wekî got ka bersiv bide.
Ez keniyam min got ciyê Seyda li wir be, gotin li min nakeve.

Seyda got hecî navê diya Mûsa a.s. Xemlê bû!
Hecî got ha ha Xwedê ji te razî Xemlê navê kurda ye.

Seyda got ma jixwe Mûsa ji kurd bû.

Hecî li çavên min nihêrî. Min got hecî ma ne em dibên Îbrahîm Peyxember kurd bû ne wisa? Got erê.
Êêêê me ne Musa jî nebiyê Îbrahîm ê hefta ye, dêmega ew jî kurd bû.

Hecî xwe kerr kir, ez û Seyda em keniyan.

Seyda demek derket Europa û şûnva zivîrî, rojek êvarê çend kes tên ber derî bi kurdî gazî dikin, dibên karê me bi Seyda heye.
Dema Seyda dertê ber derî, lê gulebaran dikin, Seyda şehîd dikeve.
Hezar rehmeta Xwedê lê be, Xwedê wî bike cînarê Peyxemberan!
Bela zaliman jî bide!

M.Nureddin Yekta
22.05.2019

 

Bizvirin rûpala jiyana sosret!