Malper/Anasayfa
Hun bi xêr hatin Malpera M.Nureddin Yekta!..
 

Jiyana Sosret

Ew der Kurdistan e!

Sal 1996 meha 11 bû. Çend meh bû ku ez ji zindana Konyayê texliye bûbûm, yanî hatibûm berdan, lê hêj doz li ser min didomand. Roj 11 meha 11, seet 12:00 nîvro bû. Parêzerê min telefonek da min got 12,5 ceza dane te, lez bike ji bajêr derkeve dibe ku polês hima werin û bavêjin ser buro ya te. Min çakêtê xwe girt, derê buroya xwe jî qefalt  û derketim. Bi dor li Edene, Bursa û Stenbolê sekinîm. Bi qasi 40 rojan li wan der û doran mam, ta ku min şebekkekî dît û xwe avêt dervayê welat.

Di wan rojan da, rojekê ez ji Bursayê diçûm Bandirmayê. Mirovek min, li wir memûrê dewletê bû. Dema em sarê bûsê bûn, yekê kal lê liser xwe li kêleka min ya çepê rûnişt. Ew li ber pacê û ez jî li alî hundur rûniştîbûm. Mirovek mirûzê wî ewqas xweşî min nahat. Dişibihê eskerek teqawutbûyi.

Em demek bi rê da çûn lê ne ew axivî û ne jî ez. Ta ku em hatin qeza Bursayê Karacabey. Dema em ketin bajêr, min lewha bajêr xwend ku nifûsê wê di ser 50. hezarîda bû. Ez mam ecêbmayî. Lewra min ew qeza, qezake biçûk dizanîbû. Dema cavên min bi 50 hezarî ket bê hewla xwe min got wey wey çiqas mezin e va qeza.

Camêr li min zivirî got;

- Çi bû birarzî?

Min got:

- Çi be? Min ev qeza ewqas mezin nizanî bu. Way bi qasî wilayetek heye.

Camêr got;

-Te çiqas zendikir?

Min got:

- Min ev qeza li ser xerîtê nasdikir, min texmîna 5 an 6 hezar nifûsê dikir. Min dît ku di ser 50 hezari ra nifûs heye, loma mam ecêbmayê bibuhure.

Dûvre di nava me da ev sohbet derbas bû:

- Dêmega tu cara yeke vê qezê dibînî?

Belî cara yekem e, pêşda rêya min qet bivir nediket.

- Niha xêr e kuva diçî?

- Birarzîkî min li Bandirmayê memûr e, diçim serlêdana wî.

- Baş e birarzî. Bele ev qeza berê bajarek biçûk bû. Lê paşê ji Kurdistanê gelek kes hatin vira, loma ewqas mezin bû?

- We got Kurdistan! An min şaş seh kir?

- Na na Kurdistan. Min got Kurdistan çima şaş fêm dikî?

- Mamo Kurdistan li ku ye, min qet sehnekiribû!

- Tu ji ku yî birarzî?

- Ez ji Mersînê me mamo.

- Tu Guneydoxu Anadolu û Doxu Anadoluyê nasdikî?

- Belê çawa! Min dibistan xwendiye, ez coxrafya Tirkiye baş dizanim

- Ha birarzî aha ew dera Kurdistan e!

- Ya? Dêmega navê wir Kurdistan e? Gelô hun jî, ji Kurdistanê ne?

- Na birarzî. Ez ji Kurdistanê nînim, ez tirkim û heftê sulala min tirk e. Lê ya rast navê wê herêmê di tarîxê de Kurdistan e.

- Gelo çima dewleta tirk û gelek tirk ji vî navî aciz in? Mirov newêre wî navî bîne ser zimanê xwe?

- Ha kifşe birarzî tu jî, ji Kurdistanê yî. Zanî çima ji navê Kurdistanê ditirsin?

- Nizanîm mamo, çima?

- Lewra ewana ji hebûn û nasnama xwe şibhe dikin. Hebûna xwe di tunebûna Kurd û Kurdistanê da dibînin. Lê, xwe dixapînin.

- Ez we pîroz dikim mamo.

- Çima birarzî?

Lewra we got Kurdistan kes li ser we doz venake, we nake terorîst û hun mirovek rastgo ne.

Camêr li min nihêrî û keniya

- Berxê (kuzum) min, rastî bi veşartinê wenda nabin. Em qebûl bikin an nekîn navê wê derê Kurdistan e, roj hebe hemî kes jê re bêjin Kurdistan.

Belê gelî xwendevanan dema ev bûyer di serê min da derbas bû. Mixabin li Tirkiye kesî navê Kurdistanê nedanî ser zimanê xwe.
Li niha!
Belê wê ji niha şûnve herkes dibêje navê wê herêmê Kurdistan e.

Ew dera Kurdistane. Emê bêjin jî Kurdistan e, em înkar jî bikin Kurdistan e.

M.Nureddin Yekta
01.10.2010
 

 
 

Bizvirin rûpala jiyana sosret!