Malper/Anasayfa
Hun bi xêr hatin Malpera M.Nureddin Yekta!..
 

Jiyana Sosret

Eyşik e bi xwe şik e!

Dem, dema nimêja esrê bû. Demsal dawiya bihara 1979’an bû. Rojek germ bû, ez jî westiya bûm, ji ber ku roj Înî bû û weaz û xutbe tev di sitûyê min de bû wê rojê. Piştî nimêja Îniyê herkesek çûbû mal û dema nimêja esrê nêzîk bûbû, hêdî hêdî cemaeta esrê diciviya. Ez li ber derê camiyê rûniştîbûm, min xwe dabû ber siyê.

Min dît serokê partîkî sîstemê (wê demê ew partî di îqtidarê da bû) yê wî bajêrî wisan bi made û mirûz ji wê de tê. Hat li kêleka min ya rastê rûnişt.

Wek ku adet e li welat, piştî merhebatî û lihevpirsînê hinek bêdengî li me çêbû. Dûvre camêr berê xwe bi min de kir û suhbetek wiha di navbera me de derbas bû.

- Mela Nûreddîn, va çend meh e ku tu hatî bajarê me ?
- Derdorê neh meha ye
- Gelo heya niha te qet xiravî ji min dît?
- Ne xêr
- Qet rojek min tu aciz kirî, an paşgotiniya (xeybeta) te kir?
- Ne xêr, min tiştek seh nekiriye

- De başe, ka bêje çima tu iro nîvroj ewqas bi ser min de hatî, te ez kirim bin erdê, mala min xirav kir?

Wê rojê babeta suhbeta min, behsa minafiqan bû. Minafiq kî ne, sifetên wan, elametên wan, bi gor Quran a Pîroz û Hedîsên Peyxember rewş û rengên minafiqan.  

Ez fikirîm ku ew elametên ku Quran û Pêyxember gotine tev di vî camêrî de hene ku li xwe girtiye.

Min got Hecî efendî. Tu babeta suhbeta min nebûy. Min tiştên ku Xwedê û Pêyxember gotibû ewana anîn ziman. Îslam li fotêr û qiraweta te û li şaşik û cubbê min nanhêre, elamet di kê da hebin ew minafiq e! Di te da be tu, di min de be ez!..
Camêr madê xwe tal kir û çû.
 
Çend roj şûnve di rojnama xwe ya mehellî de nivîsek weşandin û di nivîsê de însan kiribûn dû parçe. Bi gor wan, kesên di partiya wan de (ku serokê wan mason bû) misliman bûn, kesên ne ji wan jî ne misliman bûn. Di vê nivîsê de îmamên ku mehanê xwe ji dewletê (bi gor şirova wan ji hikûmetê ku ew bûn) distandin û ji partiya wan re xizmet nedikirin ew jî ne misliman bûn, heta xaînê dewletê bûn.
 
Ev bîranîna min, berê çend rojekê em li sersaxiyekê bûn, - malum suhbeta betalan li Ewropa siyaset e- behsa xitimandina siyaseta kurd dihat kirin, herkesekê bigor xwe şirove dikir. Min jî got ku sedemê xitimandina siyasetê li Tirkiye kemalîst in, kemalîst nahêlin ku hizûr çêbe.
Min dî çend kurdên me hima rabûn xwe xeyidandin, gotin em ne kemalîst in.

Min got baş e gotina min ji kemalîstan re bû, ka çi bû bi we?

Kurd bi gor siyasetê ta niha gelek cuda bûbûn, îja niha ji me kemalîst ji derketin, deka Xwedê xêr ke. Lê ya ez zanîm heya mêjoyê me û Baykal wek hev be, em nagihîjîn tu armanc û meqsedekê. Aha way min  li vir nivîsî, ku Xwedê umir bide, emê tev bihev re bibînin. Dem gelek nêzîk e.

2007.09.05

M.Nûreddîn Yekta 

Bizvirin rûpala jiyana sosret!