Malper/Anasayfa
Hun bi xêr hatin Malpera M.Nureddin Yekta!..
 

Jiyana Sosret

Ez û Hz. Îsa

"Tirk çi milletekî bi şans in, hemî welî, Îsa û Mehdî ji wan dertên, yek ji me derket ew jî dawî da bû tirk!."

Wê rojê Mamoste Mahmûd telefonê min kir got: "Hesen Mezarci tê Dortmundê dibêje tu û Mela Nûreddin werin qehwexana Millî Goruşê (jiber ez cîhkî din nasnakim) em hevdu bibînin."

Min got baş e, were min bigre em biçin.

Mamoste hat em çûn qehwexana wan. Hesen hatibû. Me li hevdu pirsî. Cemaeta tirka me nasnedikirin.

Yekî ji Hesen pirsî got: "Van herdu camêrana kî ne?"

Hesen got "vana ji ulemayê Kurdistanê ne!"

Dema Hesen got Kurdistan, rengê wan çû, mat bûn li hevdu nihêrin, wekî tu ser çavên wan da birrî.

Hesen got: "Hun him dibêjin emê dewleta Osmanî sazkin, him jî realîta Osmanî nasnakin. Navê wê herêmê di dema Osmanî da Kurdistan bû, çi devê we ji hevdû çûye?...."

Min rind bala xwe da Hesen, min dît ku bi cubbe, rû û çoyê destê xwe, xwe kiriye wekî Hz. Îsa.

Min bi dizî got Mamoste dilê Hesen heye xwe Îsa îlan bike!

Mamoste xeyîdî, got dilê te nepaqij e, sûîzenna neke!

Piştî demekê em rabûn biçin xwarinekê bixun. Dema em sarê taksiyê bûn, min got: "Hesen abî te xwe gelek şibihandiye Hz. Îsa, hima tu hinek derengî ketî, lewra Apo (zanîm Hesen ji apo qet heznake) di beriya te da xwe Îsa îlan kiriye."

Hesen got: "Mela, girîng ew e ku xelk bêje kî Hz. Îsa ye, apô çiye ewê îtirafker li ku Hz. Îsa li ku?"

Min dîsa bi dizîka ji Mamoste ra got:

- "Ka tu îja çi difikirî?"

- Got sedî 50 gotina te ye.

- Min got, na sedî/100.

Dema em (ez, M.Mahmûd, Hesen û ajotvanê (şofor) wî) li restaûrantekê rûniştin.

Min got: "Hesen abî, Mewdûdî dibêje; hatina Îsa û Mehdî temsîlî ye, wek şexis naynê dunyayê, ez bi xwe jî wisa bawer dikim, Gelo hun çi difikirin?"

Hesen got: "Na tu şaş î, Hz. Îsa hatiye, ez nasdikim, niha di nava me da digere."

Min got: "Madema hatiye ka bêje kî ye, em biçin bey'atê bikin."

Hesen got: "Na îmana te û ya Mehmûd zeîf e, hunê înkar bikin, ji dîn derkevin, ka kaxiz qelem derxin ezê çend ayet û dua ji we ra bêjim, binvîsînin êvara bixunin, razên we Hz. Îsa were xewna we."

Mamoste hima kaxiz qelem derxist, lê min dernexist.

Hesen pirsî; tu çima kaxiz qelem dernaxî?

Min got bi min ra tune, ezê paşê ji mamoste kopî bikin.

Hesen çend ayet û dua got, mamoste nivîsî. Me xwarina xwe xwar, em ji hevdu qetiyan.

Min pirsî: mamoste îja şibha te ma?

Got na welle tu rast dibêjî.

Piştî çend rojan telefonê M.Mahmûd dike, dibêje: "we Hz. Îsa di xewna xwe da dît?"
Mamoste dibêje na.

Dibê hun nabînîn, ez ji we ra bêjîm "Hz. Îsa ez im, bi min îmanê bînin."

Ew mamoste hinek pevdiçin.

Piştî çend rojan Hesen li Tirkiyê Îsatiya xwe îlan kir.

Min bi xwe bi xwe got: "Tirk çi milletekî bi şans in, hemî welî, Îsa û Mehdî ji wan dertên, yek ji me derket ew jî dawî da bû tirk."

Bi silavên biratî.

M.Nureddin yekta

06.06.2021- Sêşem 

 

Bizvirin rûpala jiyana sosret!