Malper/Anasayfa
Hun bi xêr hatin Malpera M.Nureddin Yekta!..
 

Jiyana Sosret

Kongre

Dema nû ez hatibûm Almanya, piştî 7 meha pasaportek mêvanî dane min. Li bajarê Leverkusenê mizgeftek hebû. Li wir min çendekî îmamî kir.

Wan deman siyaset gellek germ bû, çûyîn û hatin gelek zêde bûn. Her wekî têkiliyên siyasî, têkiliyên eqrebatî, dostanî jî xwirt bû.
Lê hin kesên kar û şixulên wan tunebû, ewana jî, ji xwe re li cîhkî ku rehet bikaribana xwe îfade bikin digeriyan.

Di wan deman de mirovek (bi nasiya pismamek min) jî gelek caran dihat mêvaniya min. Carnan jî behsa pêwîstiya rêxistinek îslamî dikir û paşgotiniya PIKê jî dihat kirin. Gelek caran jî, bi xwe re belavokek danî, digot ku va belavoka ji hêla “Hereketa Cîhadê ya Kurdistanê” ye!
 
Rojekê min got “ka belavoka xwe bixûne. Camêr xwend, min got birê min, bi Xwedê va belavoka te nivîsîye û tu eleqek wê û rexistinan bi hev tune! Xelk difikire tişta dinvîsîne wek teorî davêje holê, kî pê bawer be, dibe terefdarê wî, lê yê te, tu bixwe teoriya xwe dinvîsînî, bixwe belav dikî û bixwe jî bawer dikî!.. Ez gelek keniyam û ew jî keniya.
 
Rojekê hat mal got “Hereketa me li welat kongra xwe çêdike, em jî li Ewropa 7 heval in, belê hevalek me diçe Başûr bo ciyê kampan, em man 6 kes. Lê divê komite muheqeq ji heft kesan pêk were. Em fikirîn û me biryar da ku tu werî nava me û bibe serokê me, bê te nabe.”
Ez keniyam min got “heyra ez bixwe xulam im, ji berê de min xebata wek milîtanek, an wek leşkerek daye ber xwe, ez nikarim seroktiya rêxistinan bikim û ne jî layiqê seroktiyê me.”

Camêr pirr îsrar kir. Got em ta niha li benda te bûn.
 
Ez dîsa keniyam min got gelo we zanibû ku wê dewleta tirk 15 sal ceza bide min û ezê birevim Ewropa, werim bibim serokê we! Belku dewletê ceza nedida min, ez jî nedihatim Ewropa, ka we yê wê demê bê serok çawa bikira?
:)

Camêr çiqas israr dike, lê ez dizanim ser û binê hereketê tev derew e, hima naxwazim dilê wî jî bişkênim.
 
Şevekê dîsa hat mal, got îro kongra me ye. 200 (dused) delegên (endamên) me li Meletuyê dicivin. Min ji wan re gotiye ku ez diçim mala Seydayê! Mela Nureddin, telefonê min bikin ka rewşa kongrê çawa dimeşe! (Camêr wisan îma dike ku herweki ew kongrê li mala me îdare dike, wekî Ebdullah Ocalan li Beqaayê îdare dikir) Jina (xanima) xwe tembîh kiriye, her 20-30 deqeyî carek li telefona wî dixe. Camêr dema deng ji telefonê te, radibe ser piya, 3 metro ji min dûr dikeve, bişkokên cakêtê xwe ji diqefilîne (daku li hember Seydayan bê hurmetî nebe) telefonê dide ber guhê xwe û dest bi axavfina dike.
-Belê Seyda
-Ez niha li mala Seyda Mela Nûreddîn im,
-Rewşa me gelek baş e
-Ka we çi kir?
-Aha silavê wî jî hene, dibê bila mereqa nekin (çav dike min ku selam bo min tên)
-Başe Seyda ser çava , em li benda we ne!..
 
Dema telefonê digre, dibê va Seyda Filankes bû, pirr silav dikir, destên te radimîsa, digot bila ji me re dua bike! (Her wekî Xwedê jî, li benda duayê min bû, li ser kongra wan, ku min dua bikira hima derhal qebûl dibû). Ez dibêm:
- Keko ez camêr nasnakim, ew li ku min nas dike?
- Waaaaa! Seyda Xwedê ji te razî, kesên li rûyê dunê te nasneke heye!
Ez jî dikenim dibêm “Wey bavoooo, ez çiqas mezin bûme û hayê min ji min tuneye!”
 
Camêr sê cara (carek Amed, yek Wan yek jî ji Xarpêtê telefon kirin û nexwe hurmeta girêdaniya xwe ji me re îqrar kirin!) wiha rabû ser piya û palavrayên xwe got, ez êdî gelek aciz bum, seet 02:00 şevê ye, xewa min tê lê mêvan jî ranabe.

Cara çara jî ku mêvanê me rabû, dîsa dest bi axavtinê kir, min fêm kir ku ne kongre diqede ne jî axavtin! Min hêdîka dest avêt telefona xwe û li wî geriyam. Dema telefona wî lêxist, hima di cîh de axatina wî û Seydayê çaremîn qut bû, reng lê nema, zûr bû li çavên min nêhêrî.
Ez keniyam min got “bavo deka were, bese tu axivî, westiyayî, van axavtin û lîstikên xwe jî, ji hinekên din re bike, me axavtinên wiha gelek dîbûn û derbas kiribû!”

Camêr êdî axavtin pê nebû. Rabû çû!
Ji wê rojê vir ve ez mam bê belavok, rêxistin ma bê serok, kongre ma nîvcû!

De îja ji xwe re bibînin îbreta!
(Bikenin û bimînin di xweşiyê de)
Emanetê Xweda bin

M.Nureddin Yekta
25.07.2007

 

Bizvirin rûpala jiyana sosret!