Malper/Anasayfa
Hun bi xêr hatin Malpera M.Nureddin Yekta!..
 

Jiyana Sosret

 
Kurd û ziman! 

Kurd ji zimanê xwe heznakin. 
Berî 15 salan li Dortmundê qursa zimanê kurdî vebû.
Li hemi Almanya wisa ye. Ku 14 zarok xwe qeyd bikin, bêjim em dixwazin zimanê xwe fêrbibin. Dewlet mamoste dide, heqê (tîcketa) bilêta wan jî dide, dibê fermô zimanê xwe bizanibin.

Min texmîn kir ku wê bi hezaran zarok hebin û mamoste têr nekin, ez çûm min miraceeta mamostetî kir. Ji min ra gotin ka şagirt tunene, lê mamoste zêde ne, tu ye 24an î! Yani di beriya min da 23 kesan boy mamostetî serê lêdabûn. Îro jî wisa ye. Ger 14 zarok serê lêbidin bêjin em dixwazin zimanê xwe fêrbibin, dewleta Alman wê bi her awahî alîkar be!
Mixabin kurd naxwazin fêrî zimanê xwe bin! Bigor îstatîstîka almana milletê herî zû asimîle dibe û terka ziman û çanda xwe dike kurd in!

Başur jî wisa ye, hêj xiravtire jî. Tu yê bibînî xortek 20 salî wê were Alman, piştî mehek duda, wê bikeve millê jineka almana 60-70 salî, bikeve sûka! Ne mizgeftekî, ne komelekî wan tune ku deh kurd werin bal hevdu boy welatê xwe karekî bikin. Sibê heya êvarê li derê qehwexana wê laq lag bikin, bi tiştên berredayî dema xwe derbas bikin!

Siyaseta kurda ya dervayê welat jî wisa ye. Tu partîkî boy zimanê kurdî tu xizmetek nekiriye. Ne di camî û komelên xwe da, ne jî wek din zarokek fêrî çand, dîrok, zimanê kurdî nabin!

Mixabin me şagirtê 15 nedît.

Qurs piştî nîvro bû. Zarokên min çûn kilasa jor û piştî nîvroj gerek biçûna dibistanê, mecbûr bûn ji qursê derketin, qurs jî teribî.

Mamostê qursa zimanê kurdî, niha di dibistanan da dersa zimanê tirkî dide.

Ger dewleta tirka îro bêje bila zarokên kurda di dibistanan da bi kurdî bixûnin, bawer bin 14 kes serî lênadin! Way li holê ye, di dersa hilbijartîda çend kurda xwestin fêrî kurdî bibin?

Ha dewlet bizor bi kurda bide xwendin ew tiştek din e! Dewlet jî vê nake û çima bike?

Silav rêz 

M.Nûreddîn Yekta
26.02.2021

 
 
 

Bizvirin rûpala jiyana sosret!