Malper/Anasayfa
Hun bi xêr hatin Malpera M.Nureddin Yekta!..
 

Jiyana Sosret

M.Nureddin Yekta kî ye?

Muhammed Nûreddîn Yekta 24ê Adara sala 1957 hatiye dunyayê.

Ji şeş saliya xwe va dest bi xwendina zimanê erebî (Quran -olî) kiriye.

Bihara sala 1966 (9 salî) gundê xalanê xwe Kurdmeydanê dest bi feqîtiyê kir.

Payîza 1966'an li gundê wan Xeybiya (Yoncaliöz) dibistan hate avakirin û wê salê dest bi dibistana seretî kir. Her wiha bi dibistanê re diçû mizgeftê û dersa erebî jî dixwend.

Piştî dibistana seretî xwendina xwe li medresên Kurdistanê domand.
M. Nûreddîn Yekta havîna sala 1976 xwendina xwe ya medresê qedand. Her wiha bi xwendina medresê ra, bi îmtihanê ji derva va, dibistana Îmam Xetibê jî qedand.

Di sala 1978 an da, di Diyanêtê da dest bi memuriyetê (îmam û mamostatî) kir.

Li Mersînê ket îmtihana universitê û Açık Öĝretim Sosyal Bilimler ya girêdayê bi Diyanetê ra jî xwend.

Sala 1994 dev ji memuriyê berda û di sala 1996'an da derbasi  dervayê welat (Europa/Almanya) bû.

M.Nûreddîn Yekta zewiciye û xwedan jin zaroka ne. Ta îro bi sedan meqale (nivîsar) û vîdeoyên wî û yanzdeh heb jî pirtûkên wî hatine weşandin:

 

  1- Elîfba Quranê (Kurdî û erebî)
  2- Kuran Elifbasi (Tirkî û erebî)
  3- Helbestên Xortanî (Helbestên kurdî)
  4- Sevdam bir güle (Helbestên tirkî)
  5- Pêkeniyên Kurdî
  6- Ümmetin Mazlumları Kürdler ve Kurdistan
  7- Îslamda Irk sorunu ve Kürdler
  8- Makaleler I.
  8- Makaleler II.
10- Makaleler III.
11- Nivîsên Rojane
 
 
 

Bizvirin rûpala jiyana sosret!