Seyda Mela Beşîr
Sal 1993-94. Li Mersînê Melakî hebû ji alî Botan. Sal derdorê 70-75 bû. Tablekî wî hebû çend kîlo jî fêkî li ser datanî û difrot. Dewletê gundê wan şewitandibû û hemî kiribûn der. Hin kes ji wan li bajarên welat belav bûbûn, hinek jî hatibûn Mersînê. Ev mela jî hatibû Mersînê. Pirr caran tabla xwe va dihat buroya min. Table li ber derî disekinî û ew jî dihat hundur. Mirovek gelek baş û bi kêf bû. Li hember bela û musîbetan jî bi sebir bû. Di vî temenê xwe da nû bûbû tablecî.
Îja li ser xwe û tabla xwe helbestek nivîsîbû. Ev helbesta xwe ji min re got min jî nivîsî. Bawer im navê wî jî Mela Beşîr bu. Xwedê di herdu dunyada wî bextiyar bike, rehma xwe lêke. Va helbesta wî ye:
Hatî welatê xurbetê
Ketî ber dahn û minnetê
Ya Reb çawa sebra me tê
Eywax ji derdê xurbetê
Vê xurbetê em jar kirin
Ji welatî ew dûr kirin
Mecbûrê îş û kar kirin
Eywax ji derdê xurbetê
Min gote xwe ne wek te ye
Gezmax ji te ra bê fayde ye
Ya qenc ji te ra table ye
Eywax ji derdê xurbetê
Me şand û tableyek anî
Hindek fêkî li ser danî
Em geryane xanî xanî
Eywax ji derdê xurbetê
Subhê tu radibî hecî
Wextê mehellan da dicî
Gazî dikin dûr tablecî
Eywax ji derdê xurbetê
Dertên ji van burcên qesir
Ew dibêjin malin nedir?
Ecêba kilo qaçedir
Eywax ji derdê xurbetê
Min gote wan eya delî
Malimin fiyetî belli
İşte etiket yüz elli
Eywax ji derdê xurbetê
Wexta ew bi alî me tên
Vîra em jî dikin firîn
Dinhêrin yek wekî şeytîn
Eywax ji derdê xurbetê
Lêvsor û helac û tazî
Dema li me dikin gazî
Bi wê fê’lê nebe razî
Eywax ji derdê xurbetê
Çilax û sarî û rût in
Wek qewmê şeddad Nemrût in
Ew ehlê senem û pût in
Eywax ji derdê xurbetê
Ser rût û hemû tazîne
Tabiê wan rafizîne
Bi tev nebî ne razîne
Eywax ji derdê xurbetê
Ya Rebb li me bike rahmê
Me dûr bixe ji vî qeymê
Gelek bira dikin lewmê
Eywax ji derdê xurbetê
Ya Rebbê min tu Xeffarî
We hem Kerîm û Settarî
Ji bo gunah effukarî
Efûke me ji vê qittetê
Seyda Ji sofiyan qet heznedikir, bo vê jî digot: "Qale Ummu Muzaffer Ibni siy3an Neuzu billahi Te3ala mineleqrebî wennar, we mines-sofiyyi iza e3rife babeddar"
M.Nureddin Yekta
24.06.2011
|