Malper/Anasayfa
Hun bi xêr hatin Malpera M.Nureddin Yekta!..
 

Jiyana Sosret

Mela Ebdurreûf û mêrxasiya wî

Mela Ebdurreûf digot "de baş e, çima ew didin xebera û çima ez nedim?

Sal 1982, ez li Vartoyê li mizgefta merkezî mela bûm. Mela Ebdurreûf jî li gundekî wê bû lê bixwe ji Dadîna bû.. Mela mirovê Seydayê Mela Selîmê Dadina bû. Wek Seyda meşhûr nebû lê ew jî bi têra xwe mela bû, bîhna wî hinek teng bû, bi taybetî li hember neheqiyê qet sebir nedikir, Xwedê rehma xwe lê ke, ciyê wî cennet be! Amîn.

Rojek em li cîhkî rûniştin û me hinek suhbet kir. Digot, hinek kes hene li me heqaret dikin, dema em bersiva wan bidin xelk dibê "ma ne eyb e ji te re, tu mela yî, gerek tu bersiv nedî, ew cahil in, xwe neke hevalê wan."

Digot; de baş e madem ku cahil in, çima tim li me heqaret dikin, tim ji me re didin xebera, bila cerak jî ji xwe re gotinên nebaş bêjin. Wellahî ez wek melayên din nakim, kî ji min re bide xebera ezê jî bersiva wan bidim. Ma em mela bin jî, gelo nefsa me tune? Baş e welle xelk bide xebera em deng nekin! Ma gelo xeberên neqenc çawa li cahila tesîrê dike wisan li me jî nake? Ji şîretan re herkes zanaye lê di girtina qedrê mezinan de dibin cahil? Vaya sirf pê me dixapînin, ajîte dikin, xaya wan ew e ku him ji me ra bidin xebera dilê xwe rehet bikin, him jî bi ajîteyê xwe xilas dikin!..
Wek van gotinan gellek tiştên xweş digot camêr.

Ez, ew dema ciwan bûm lê gotinên wi gellek xweşê min hatin, niha jî difikirim camêr rast digot!.. Çima cahil ji mezinan re bidin xebera? Ger nizanibin dema mirov jî li wan heqaret dike çima aciz dibin? Ku nizanin xeberên nebaş mirov dêşîne, na ku dizanin bila hay ji gotinên xwe hebin.

Ev mesela ajîteyê her wiha ji şexsan derbasî cemaat û rêxistinan jî bûye. Wek mînakek dixwazim bêjim.
Demekê rêxistinek bi navê kurd li welat li gellek kesên kurd heqaret dikir, li hinekan disixtin, hinek birîndar dikiri, hinek dikuştin, hinek jî ceza dikirin. Dema yekî bigota ezê we şikayet kim, hima hinekên din radibûn;
-Heval tu çi dikî, gelo tuyê şikayeta kurdan bi dijmin de bikî? Gelo dibe tu yê xwe bikî ajanê dewletê? Ma ne eyb e mirov şikayeta kurdan bi dijmin de bike? Bi vi awahî berî li xelkê digirtin û mirov mecbûr dima ku stuyê xwe xwar bike. Her wiha li Ewrûpa jî wisan dikin!..

Mirov bigota "heyra tiştên ew dikin ji dijmin xiravtir e, de bila nekin, madem kurd in çima li kurda zilmê dikin?
Wê hineka bersiv bida:
-Heval vana nezanî dikin, vaya ne karê hêza ye, vana cahil in bi serê xwe dikin, vî karî xirav neke malê rêxistinê!..
Êê.. De baş e, karê xirav yê şexsa, yê qenc jî yê rêxistinê, gellek baş, gelo ki me ji van karên xirav biparêze? Madem rêxistin tiştên xirav nakin, bila hay ji endamên xwe jî hebin!

Niha ji rêxsitinan zêdetir malperên internetê wisan dikin. Wê rojê nivîsekê liser hinekan binvîsinin. Tişta herî xirav jî ew e ku pirrên malperan korsan in, nivîskarên wan bi navên sexte dinvîsin û çi tê devê wan dinvîsînin, çawa hebe kes wan nabîne, ji kesî şerm jî nakin. Dema tu bixwazî wan eşkere bikî, wê hinek bêjin:
Ma ne eyb e lo, wî an wana nezanî kirine, qey tu yê jî wek wan bikî?
Her wekî ajîta hin rêxistina, ma tuyê birayê me bidî dest dijmin?

Mixabin gelê me hêjî mesela internetê nizane, xwe vedişêrin, kesî nabînin, ji wan tirê kes jî wan nabîne, halhal e, îro tu tiştek veşartî tune, herkes herkesi nasdike.

Ya qenc ew e ku mirov di malperên korsan de be jî, li kesî heqaretê neke daku mafê bersivê jî ji kesi re ji dernekeve.

Seyda yê delal, rehmetiyê Mela Ebdurreûf, xwezî tu sax ba!..
Ez bawer im ku Seyda sax ba kê lê heqaret bikira ewî jî wê bi vekirî bersiva wan bide, wan ji raya giştî re eşkera bikira daku herkesi bizaniba kî kurrê kê ye, mixabin Seyda Mela Ebdurreûf tune ye.

Xwedê rehma xwe lê ke.

M.Nureddin Yekta

05.08.2005

 

Bizvirin rûpala jiyana sosret!