Malper/Anasayfa
Hun bi xêr hatin Malpera M.Nureddin Yekta!..
 

Jiyana Sosret

Newroza Kurda çî roj e?

Şev saet 02:30 bû. Dengê tirampêla li kuçe zêde dihat. Mamosta zanî ku polêsan dor li mala wî girtine. Serê xwe di pacê da derxist nihêrî , belê rast bû. Derdorê bîst tirampêla li kuçe bûn. Mamosta bang li malbatê kir:
- Rabiiiiin, cilên xwe li xwe kin, polês way tên malê polêeêêês!
Hêj gotin di dev mamostada bû, polêsan li derî xistin
- Derî vekin zû ha zûûûûûû em polês in polêêêêêês!
Mamosta bi lez çû derî vekir. Cilên razanê tene lê bûn. Polêsa gotin:
- Çima te cilên xwe li xwe nekir.
Mamosta got:
- Ku min cil li xwe kirina wê derengî ba, wê demê jî we yê bigota “ka te çi veşart bîne bide me, çima derî dereng vebû,” an jî we sebir nekira û derê bişkênan da.
Polêsa:
- Na lo em ewqas bê sebir in?
Mamosta:
- Belê ez we baş nas dikim.
 
Mala mamosta qontrol kirin, tişteka bi angorê wan biba sûc nedîn. Dûvre destê mamosta girtin birin.
Mamosta 15 rojan di bin êşkenca wan da ma. Bi her awahî li mamosta êşkence dikirin. Êşkenca herî mezin; xeberên nebaş, çêr û pêçarê yên ji Xweda, Pêyxember, dîn û îman, û çêrên namûsê bûn. Belku tehemula êşkenca dardakirin û elektrîkê bi qasî çêrên wan yên wiha pîs li mamosta tesîrê nedikir.
Roja çarê meha Adarê bû. Çarde roj bû ku ew di bin çavda mabû. Wê rojê nexwe îfadê wan digirtin û wê roja din jî derxistina mehkema xwe. Heya wê demê bi dehan caran bi destê zorê bi mamosta û hevalên wî yên nezaretê bê ku bi wan bidin xwendin, kaxiz dabûn erê (îmze) kirin.
Wê rojê di navbera komser û mamosta da axaftinek wiha derbas bû.
Komser:
- Emê her te bikujin lê ne niha !
Mamosta :
- Bo çi ne niha ?

Komser :
- Bo ku em hinek din jî li te êşkence bikin, an jî tu bibî sîxurê me.
Mamosta keniya got:
- Evî jibîr kin, ta ruh di me da hebe em nabin sîxurê we.
Komser:
- Hun bi kêfa xwe ne, bibin an nebin wek hev e, ji xwe me yên wek te hemî tesbît kirine, emê we hemiyan bikujin, jixwe qetla we bo me helal e!
Mamosta:
- Em milletek mezlûm in, sedemê mezlûmiyeta me jî rastî û diristiya me ye. Dema her milletî li we dixistin wê rojê me destê biratiyê da we. Me got em musliman in, lê îro em dinhêrin ku hun ji dîn pirr dur in. Bo we jixwe helal û heram nîne.

Komser:

- Na em musliman in, hun kurd kafir in, hun xayîn in, dinê we tune, imana we tune! Xwedayê we jî em in, efendiyê we jî em in. Heya dunya avabe hunê wiha kole û esîrê me bin, her tiştê we  bo me helale, hun xenîmeta herbê (cengê) ne bo me!
Mamosta:
- Hun durû nin, hun newêrek in ! Madem hun bi vî çavî li me dinhêrin, çima hun heroj di Televîzyon û rojnamên xwe de, di civînên xwe de li çavên me dinhêrin û derewa dikin, hun dibên em yek in, hezar sal e em bira ne. De madem hun wiha nin, ka derên hizûra hemî kurda, eşkere bêjin hun êsîrê me ne!

Komser:

- Ma em ewqs jî dîn in, emê bêjin hun birayê me ne dakû em kerên we bixapînin, em kerê we bişxulînin, emê zanayên we jî işk bikin. Emê bêjin em bira ne, lê hunê wek dîl û esîra bo me xizmete bikin! Em ewqas bê aqil in ku we hîşyar bikin? Kurdê herî qenc yên mirî an jî yên di xewda ne! Ji xwe mirov çi jî bi we bike nabe zilim, lewra hun di dereca heywananda ne!

Mamosta:

Hun zalim in, zilim dikin, Pêyxemberê me gotiye ku „kufur didomîne lê zilim nadomîne“

Komser:

- Hahayyyyyy hahahahaha! Pêyxemberê we ha? Pêyxemberê we ez im lawoo (oxlim) Min jî tiştek wih negotiye!

Mamosta:

- Belê me îman aniye bi wî Pêyxemberê. Em bawer in di demek nêzîk da wê Xwedê bela we bide. Di dunyayê de ta niha gelek îdareyê zalim, qiral û paşayê Xwedê nenas hatin û çûn. Ka yek ji wan tu eserek wî maye? Ka Firewn ka Nemrût? Ka Cengîz? Yê we jî hindik ma! Xwedê wê him li vê dunê û him jî li axretê cezayê we bide.
Komser:

- Way way mamosta dêmega wisan ha! Xwedayê we bela me dide û hun jî azad dibin ne wilo? Him jî di demek nêzîk da ha? Hahahahahayyy.. Mala te ava, bawer bî ev demek dirêj bû ku ez nekeniyabûm. Gelo çiqas ma? Çi roj hunê azad bin?

Mamosta:
- Hindik ma, heya roja Newrozê!
Komser:
- Newrozê? Hahahahahahah lalaw mamosta welle te aqil tevhev kiriye. Newroz ma panzde roj! Hunê çawa dawî li hukmê me bînin û xwe jî azad bikin? Him jî roja newrozê ha?
Mamosta:
- Ferq nake bo me bîstû yekê Adarê an jî rojek din. Çi roj me dawî li hakimiyeta we anî û xwe azad kir, emê wê rojê jî Newroz îlan bikin!
 
M.Nureddin Yekta
01.01.2010
 

Bizvirin rûpala jiyana sosret!