Malper/Anasayfa
Hun bi xêr hatin Malpera M.Nureddin Yekta!..
 

Jiyana Sosret

Pêşî Îslam dûvra ziman!

Dema xortaniya min da (bi qasî tê bîra min sal 1979 bû) li Mûşê ez çûbûm pirtukxanekê, min dît ku way çend kes rûniştine, lê yekê ez nasnakim diaxive. Ez jî li koşekî rûniştim min guhdarîkir. Diber xwe da, min ji yê kêleka xwe pîrsî gelo kiye evê ezîza?

Got, va mamostekî ye, ji aliyê Anatoliyê nû tayîna wî hatiye Mûşê.

Mamosta got ger em bi kurtî careka din dubare bikin; "kemalîzmê mala me xirav kiriye. Ne dîn hîşt, ne îman hîşt, ne namûs hîşt, ne xîlafet hîşt!

Serê qîzên me vekirin, namûs ji dest çû. Ger em bixwazin ji hemî pirsgirêkan xilas bibin, gerek em kemalîzmê hilşînin, careka din Quranê bikin anayasa (Zagona bingehî), careka din em Osmanli bikin hakim, omet hemî bicive, bibe yek dewlet, dîsa em biçin derê Viyanayê, em li meselê biçûk nenhêrin, keçên me serqot kirine, mînî eteg li wan kirine, jineka sergirtî nikare bibe memûr, nikare biçe universîta, em rabîn bêjin ka zimanê me qedexe ye, em li pirsgirêkên wiha biçûk binhêrin pirsgirêka mezin jibîrkin nabe. Ziman çiye? Di qebrê da ji me hemiyan bi erebî dipirsin, dibên Xweda yê te kî ye, Peyxemberê te kî ye? Nabêjin tu kurd î, an tirkî ne wisa?

Ji cemaetê hinekan gotin belê wisa ye.

Min destê xwe bilindkir.

Sekinî li çavên mi nihêrî got tişt dipirsî?

Min got belê destûr hebe ezê du pirsa pirs bikim!

Got tu kî yî, ez te nasnakim, xwe bide nasîn.

Min got navê min Nûreddin e, ez ji Mûşê me, niha li Varto merkezê da îmamî dikim, cemaet tev min nasdikin!

Got bêje çi dipirsî (wekî generalekî ji eskerekî pirske, wî jî fêmkir ku ez mixalif im)

Min got em 30-40 milyon in, ereb 200-300 milyon e, wê çawa careka din hemî werin bikevin bin emrê me, emrê dewleta Osmanî, emê dîsa bibin wek 200 sal berê, berê xwe bidin Viyana û Macaristanê?

Got ku em yek bin, em vê dewleta xwe jî parçe nekin, biçûk nekin, hêza me belav nebe, ereb ehmeq in, emê wan bînîn ser rê.
Pirsa din çî bû?

Min got, em dixwazin hemî pirsgirêkên xwe yê şexsî, malbatî, civakî îro çareser bikin, nehêlin heya kemalîzm rabe û îslam were paşê. Gelo çima zimanê me, çanda me bimîne heya îslam bibe hakim. Ji niha da bila zimanê me, navên me, çanda me serbest be, dîsa jî em ji boy îslamê bi dil û can kar bikin, serbestbûna zimanê me dibe asteng ji boy hatina Îslamê gelo?

Got aha tu mirovek irqçî (nijadperest, esebî) yî, heya yên wek te hebin omet nabe yek, em dibên îslam tu dibêjî ziman, mirov dikare bê ziman bijî, hima nikare bê dîn îman îslam bijî. Îslam an ziman?

Pirrayî ji cemaetê got Îslam.

Min xwe kerr kir, lewra cemaetê jî bi çavek nebaş li min nihêri. Min careka din dengê xwe bikira wan wê min kafir îlan bikirana.

Min di dilê xwe da got wellahî mislimanên wê, ji kemalîstên we zêdetir înkara me dikin, xwezî min bidiya hun jî bahatina îqtidarê me yê bidiya ka hun çawa nin û ez rabûm derketim.

Wan deman kurd ewqas hişyar nebubûn, ji xelkê zêdetir wan xwe înkar dikir.

Min dîsa duakî din jî kir. Min got ya Rebbî ger ez dîn im, Tu min baqil bikî, ger kurdên me razayîne Tu wan hîşyar bikî.

Hemd ji Xweda ra Xwedê temen da min, min him îqtidara mislamanên wan dît, him jî hişyarbûna ciwanên kurd

Emanêtê Xweda bin

M.Nûreddin Yekta

Ji bîranînên min

10.02.2021

 

Bizvirin rûpala jiyana sosret!

   

 

 
Malper/Anasayfa
Hun bi xêr hatin Malpera M.Nureddin Yekta!..